Ji Çemê Aksûyê jehr diherike

  • rojane
  • 09:02 26 Kanûn 2023
  • |
img
MEREŞ - Çemê Aksû yê ku ji Mereşê heta Çemê Ceyhanê diherike, ji ber bermayiyên fabrîqeyên derdorê reş diherike. Welatiyên li Taxa Hacîmustafa ku li kêleka Çemê Aksuyê dijîn, diyar kirin ku ji çem jehr diherike û ji rayedaran xwestin ku çareseriyekê bibînin.
 
Çemê Aksû yê ku ji navçeyên Kurdoxlî û Dulkadiroglû yên Mereşê dest pê dike û ji navçeya Onikişubat a Mereşê digihêje Bendava Sîrê, ava ji ber bermayiyên fabrîqeyên derdorê qirêj dibe li Çemê Ceyhanê tev li ava paqij dibe. Çem ji ber bermayiyên fabrîqeyan reş diherike û dibe sedema tunebûna gelek masî û candaran. Tevî giliyên welatiyên li derdora wê dijîn jî, pirsgirêka ava qirêj a ji Çemê Aksuyê diherike nayê çareserkirin
 
Li navçeya Onîkîşubat a Mereşê li rex cihê ku fabrîqe lê hene Çemê Aksûyê diherikê û qirêjiya wan fabrîqeyan tev li çem dibe. Li aliyê din ê çem jî taxa Hacimustafa a giredayî navçeya Onîkîşubat a Mereşê heye û welatiyên li taxê dijîn bi qirêjiya çem re rû bi rû dimînin. Welatiyên ku em li taxê pê re axivîn, diyar kirin ku ava ku jê masî digirtin, bi avakirina fabrîqeyan 15 sal in jê jehr diherike û ji rayedaran xwestin ku ji vê rewşê re çareyekê bibînin.
Çemê ku ji ber fabrîqeyan reş diherike giyayê di nav avê de jî hişk kiriye. Ev yek bi wêneyan jî berbiçav e.
 
'JI BER FABRÎQEYAN ÇEM QIRÊJ BÛ YE'
 
Veysel Çîmen (73) ku em li taxê bi wî re axivîn diyar kir ku ji ber ku fabrîqeyan tesîsên parzînê çênekirinê çem qirêj dibe û wiha got: “Di çem de masi nemane. Berê di çemê Aksûyê de masî hebûn, lê niha hemû mirine û tiştek di çemê de nemaye. Ev der ji ber bermayiyên fabrîqeyan qirêj bûye. Ev der berê gelek xweş bû. Divê fabrîqe tesîsen parzînê çêbikin ku ev çem qirêj nebe."
 
'ÇEMÊ KU ME JÊ MASÎ DIGIRTIN JEHR DIHERIKÊ'
 
Welatiyê bi navê Balaban Ozbostan (68) jî bi lêv kir ku ava ku berê jê masî digirtin niha jehr diherike û ev tişt gotin: “Çemê Aksû ku ji zarokatiyê me lê avjenî dikir û jê masî digirtin, niha jehr diherike. Yên ku dibêjin em xwezaparêz in jî vê yekê nabînin. Ava ku heywanên me vedixwin jehr e. Ji dema ku fabrîqe hatine damezrandin heta niha jehr diherikin. Ji ber jehra ji çem diherike nexweşiyên enfeksiyonê derkevin holê. Ji ber ku em baxçeyên xwe bi vê ava qirêj av didin, piştî 15 salên din dê zarokên me pirsgirêka vê yekê bijîn. Kesên ku îdiaya rêveberiyê dikin divê tedbîran bigirin da ku Çemê Aksûyê qirêj neherike. Lê rêveber nikarin ji xwediyên fabrîqeyan re tiştek bibêjin. Bila dewlemend bêhtir dewlemend bibin feqîr bimirin jî ne xem e."
 
'SEWALKARÎ JÎ KÊM BÛYE'
 
Esnafê taxê Hayrettîn Yorulmaz (40) jî anî ziman ku ji ber qirêj bûna çem sewalkarî li taxa wan kêm bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji çemê ku di zarokatiya xwe de me lê avjenî dikir piştî avabûna fabrîqeyan û qirêjbûna çem em ditirsin ku destê xwe bikin nav ava çem. Em ji rayedaran dixwazin ku ji vê yekê re çareseriyekê bibînin. Ev qirêjiya çem bandoreke neyînî hem li xwezayê hem jî li mirovan dike. Berê ev der tev mêrg bûn. Şêniyên taxê bi sewalkariyê debara xwe dikirin. Lê niha merga li derdora çem nemayê ji ber wê jî sewalkarî her ku diçe kêm dibe. Em ditirsin ava çem vexwin û bidin sewalên xwe."
 
DIBE SEDEMA NEXWEŞIYAN
 
Yorulmaz, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku piştî qirêjbûna ava çem nexweşiyên weke pençeşêrê jî li taxa wan zêde bûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di demên dawî de li taxa me nexweşên pençeşêrê zêde bûne. Berê, me qala penceşêrê nedikir lê niha ji ber jehra ku ji vê çemê diherike gelek kes bi pençeşêrê dikevin. Heke fabrîqe tevdîran bigirin ev çem dê ev qas qirêj nebe. Daxwaza me ew e ku ji vê pirsgirêke re çareseriyek bê dîtin û çem vegere rewşa xwe ya berê."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

04/06/2024
12:55 Ji Raportorê Tirkiyeyê yê PE’yê berteka li dijî qeyûm: Tunehesibandina vîna gel e
12:49 Piştî 30 salan hate berdan: Silavên berxwedêrên girtîgehê hene
12:44 Bakirhan: Biryara tayînkirina qeyûm li Kizilcahamamê hate girtin
12:36 Rêxistinên civaka sivîl tayînkirina qeyûm şermezar kirin: Ji xeletiya xwe vegerin
12:18 Hevşaredara Colemêrgê: Roj roja rabûna li ber qeyûman e
12:17 Qeyûmê Colemêrgê ji bo namzetê AKP’ê 29 milyon lîre xerc kiriye, 315 milyon jî deyn hiştiye
11:42 Yekitiya Weşangerên Kurd: Divê dewlet demildest vê biryara şaş bi paş ve vekişîne
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:09 5 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:56 Li Kayseriyê balafira perwerdeyê ket
10:42 Hevserokê TEV-DEM’ê Hiso: Divê gelê me di 11’ê hezîranê de biçe ser sindoqê
10:41 Ciwanan qeyûm şermezar kirin
10:40 Hevşaredar Akiş bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî: Ez berxwedêran silav dikim
10:18 Îmzevanên Banga Aştiyê: Divê CHP û hêzên demokrasiyê helwestekî zelal raber bikin
10:17 Di nameya xwe de vegot ku çima di çalakiya ‘azadiyê’ de ye
10:16 Li dijî qeyûm nobeda bênavber: Wê berxwedana me qeyûm têk bibe
09:44 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
09:40 Cenazeyê zaroka dihat îdiakirin ketiye Çemê Dîcleyê hate dîtin
09:32 TBB: Divê wezaret dest ji biryara xwe berde û hevşaredar vegere ser wezîfeya xwe
09:22 Turkoğlu: Pêvajoyeke ku statuya civakî ya jinan paş ve dibe hat destpêkirin
09:09 Li Almanyayê çêbû û mezin bû, ji bo xurtkirina kurdiya xwe hat Amedê
09:06 Parêzer Avçîl: Divê baro li dijî tecrîdê serlêdanê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Jinên siyasetmedar ên Botanê: Ji xeynî berxwedanê tu çare nîne
09:00 ROJEVA 4’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:31 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin: Malbatek hate derbkirin
07:59 Li Colemêrgê li dijî desteserkirina şaredariyê heta şeveqê nobet hate girtin
07:51 Li Koln û Winterthûrê xespkirina vîna gel hat protestokirin
07:45 Danişîna Ehmed ê PDK’ê ew revandiye di 30’ê hezîranê de ye
03/06/2024
23:23 Protestoyên li dijî xespkirina vînê didomin
23:08 Colemêrgî li dijî qeyûm li ser pêyan e
22:59 Li hemû navçeyên Amedê tayinkirina qeyûm tê şermezarkirin
20:54 Wê sibê biçin Colemêrgê
20:04 Li Colemêrgê li dijî xespkirina vînê meş
19:48 Ji 28 baroyan daxuyaniya ji bo Colemêrgê: Xwedîderketina li vîna hilbijêran peywira her kesî ye
19:45 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza lê hatiye vekirin da
16:57 Ji hevşaredarên Curnê Reş serdana sipasiyê
16:14 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Darbeya siyasî ye
16:12 Li Pirsûsê kesek hate girtin
16:04 Heta ku tecrîd bi dawî bibe dê li kolanan bin
15:23 ‘Tayînkirina qeyûm tunekirina demokrasiyê ye’
15:12 Li gelek bajaran tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Em rê nadin faşîzmê
15:08 Colemêrgî: Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nemînin
14:53 Ozgur Ozel: Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin
14:34 Li Îranê di 5 mehan de herî kêm 68 girtî hatin bidarvekirin
14:21 Pisporên NY’yê banga naskirina dewleta Filîstînê kirin
14:18 Koperatîfa Çandiniyê xwest kargehên biçûk û koperatîf bên destekkirin
13:47 DÎB’ê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist
13:37 Rapora DFG’ê ya meha gulanê: Bi xala ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ dixwazin rojnamegeriyê dorpêç bikin
13:10 Buldan, Karay û Yildirim hatin bibîranîn: Li şûna Torosên spî îro rejîma qeyûm girtiye
12:19 CHP’iyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Biryarekî siyasî ye
12:14 Li Mêrsînê serdagirtina malan
12:13 95 kesan ji CPT’yê re name şand: Demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê
12:11 Ji DEM Partiyê li dijî xespa vînê biryara çalakiyên bênavber
11:37 Di dîroka Meksîkayê de cara ewil jinek bû seroka welêt
11:29 TUÎK: Enflasyona salane bû ji sedî 75,45
11:27 Xespkirina vîna xelkê Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin
11:18 DÎB’ê bang li muxalefetê kir: Em li dijî şer helweseteke zelal nîşan bidin
11:09 DEM Partî bi awayekî awarte dicive
10:32 Li Colemêrgê vîna gel hate xespkirin: Qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin
10:30 Parêzerê Hevşaredar Akiş ê di bin çavan de: Lêpirsîneke veşartî heye
10:16 Bertek nîşanî dorpêça li ser Şaredariya Colemêrgê dan
09:54 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê serî li ber zîhniyeta qeyûm netewînin
09:05 Girtiyên siyasî 190 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:04 Herî dawî li qereqolê tê dîtin: Lê belê leşker înkar dikin
09:03 Welatiyên ku nikarin debara xwe bikin, eşyayên xwe difiroşin
09:01 ‘Xweşî û aramî bi şer nabe, daxwazên girtiyan qebûl bikin’
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Ji DEM Partiyê daxuyaniya Colemêrgê: Em herkesê vedixwînin ku li dijî feraseta darbekar helwestê bigirin
08:14 Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtin, hevşaredar Akiş hate binçavkirin
07:52 Xwebûn bi manşeta ‘Dewleta şerî’ derket
02/06/2024
21:53 Rojnameya Yenî Yaşamê 6 saliya xwe pîroz kir
21:19 Di tûrnûvaya Gulistan Dokû de tîma Generalên Biçûk bi ser ket
20:52 DEM Partî li Hîlwanê bi ser ket
20:03 DEM Partî li Hîlwanê li pêş e
19:22 Encama hilbijartina li Bajaroka Perî diyar bû
18:27 Hevserokên GABB’ê hatin diyarkirin
17:01 Ji Yenîkapiyê bang kirin: Qetilkirin ne çareserî ye
17:00 Hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:31 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 120’an de ye: Faîl diyar in
16:09 Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo aktîvîteya dawiya salê
15:48 Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:28 ÇUKAY-DER’ê yekemîn kongreya xwe li dar xist
13:02 Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin
12:44 Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin
12:43 Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye
12:02 Melîk û Ayyildiz li ser gora xwe hatin bibîranîn
11:22 Li quntarên Herekolê cerdevan daran dibirin
11:08 Îranê kolberekî din qetil kir
10:36 Ji ber protestokirina Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
10:04 Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene
09:44 Perwerdekar Zorlu: Mufredateke yekperest û zayenperest amade kirine
09:26 Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyonê’ derket
09:15 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome