HELEP - Li Sûriye şerê navxweyî derbasî pêngavek nû bû. Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM'ê Bedran Çiya Kurd diyar kir ku hedefa nû ya Koalîsyona di pêşengiya DYA'yê de, êdî Îran û Tirkiye ye. Çiya Kurd, anî ziman ku di sala 2002'an de li dijî komên selefî yên radikal bi projeya ‘Îslama nerm' AKP ava kirin, Lê AKP bû çavkaniya DAİŞ, El Nusra û El Kaide.
Şerê navxweyî yê Sûriye ku di sala 2011'an de dest pê kir û 7 salin didome, derbasî pêngavek nû dibe. Piştî di şerê navxweşî yê Sûriye de gelên nasnameyên cuda ji Efrîn vala kirin û komênSelefî ji Guta, Duma û Kalamunê vala kirin, şerê Sûriye derbasî merhaleyek nû dibe. Endamê Konseya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Bedran Çiya Kurd, geşedanên dawî yên li Sûriye nirxand. Kurd, diyar kir ku piştî peymana navbera DYA û Rûsya li Sûriye hevsengiya nû hatiye vekirin.
Hêzên rejîmê piştî komên selefî ji navendên Guta, Duma û Kalamunê derxistin û ew şandin herêma Efrinê, dîsa kurd û gelên din jî ji Efrînê derxistin û derbasî Şehba kirin rengê şer hat guhertin. Kurd, anî ziman ku piştî van geşedanan îtîfaqa Rûsya, Îran û Tirkiye xurt bû û wiha got: "Ev pêştetin piştî civînên Astana pêş ketin. Îtîfaqê enî avakirin. Navbera van eniyan kûr kir. Yek jê îtîfaqa Rusya, Îran û Tirkiye ya din jî îtîfaqa DYA û welatên Ewropa ye. Îtîfaqa li Astana pêş ket, li dijî DYA û Ewropa ket reqabetê. Koalîsyona di pêşengiya DYA de dikare vê tifaqa Tirkiye Rûsya û Îranê xera bike. DYA ji bo Tirkiye got 'Ji xeta NATO derketiye' Nêzikatiya Tirkiye ya bi Îran û Rûsya re DYA bêzar kir. DYA naxwaze pêşketinên siyasî û leşkerî di kontrola Tirkiye û Rûsya de pêş bikeve."
DIBE BANDORA ÎRAN Û TIRKIYE KÊM BIKE
Kurd da zanîn ku sedema DYA Îngiltere û Fransa li Şamê xistin siyasî ye û wiha berdewam kir: "Di milê leşkerî de tu bandora vê operasyonê tune ye. Bi vê operasyonê xwestin têkiliyêin di navbera Tirkiye Îran û Rûsya de bê guhertin. Xwest têkiliya Tirkiye ya bi Rûsya û Îranê ve qut bike. Di vê xalê de DYA û Rûsya li ser hin mijaran li hev kirin. Di vê êrîşê de Tirkiye û Îran kirin hedef. Xwest ÎRan li Şamê bi hêz nebe. Tirkiye ji Îdlibê heta Efrînê ketin gelek qadan. Dîsa ketin Hama. Ev li dijî berjewendiyên hin komên din in. Ji ber ketina Tirkiye ya Sûriye gelek hêzên herêmê û navneteweyî bêzar in. Ji ber vê yekê polîtîkayên xwe yên li hemberî Tirkiye diguherînin. Ji ber Tirkiye bi komên DAÎŞ, El Nusra û hin komên din re tev digere, dihêle ku hêz û welatên din polîtîkayên xwe yên li hemberî Tirkiye ji nûve di ber çavan re derbas bikin. DYA û koalisyonê mîsyona ku dabû Tirkiye û Rûsya hatiye guhertin. Di sala 2002'an de li dijî komên îslama radîkal di serkêşiya AKP'ê de xwestin ‘Îslama nerm" ava bikin. Ev tevger bi AKP'ê dan destpêkirin. Lê AKP jî hat guhertin û bû çavkaniyên DAİŞ, El Nusra û El Kaideyê. Fikrên AKP'ê hat guhertin û fikra Osmanperestiyê pêş xistin. Ev yek ji bo DYA û Koalîsyonê fîkarê zêde dike.
Piştî Trump hat ser DYA, di serî de li Rojhilata Navîn Erebîstan Siûdî ziyaret kir. Li Rojhilata Navîn rolek nû da Erebîstana Siudî. Êdî hevsengî ji nûve tê avakirin û ev yek hêdî hêdî zelal dibe."
REWŞA EFRÎNÊ
Kurd, herî dawî anî ziman ku heta dîsa Efrînê rizgar bikin û gel li ser axa xwe vegere dê têkoşîna azadiyê berdewam bikin û di pêşerojê de dê li herêmê geşedanên nû pêş bikevin. Kurd, anî ziman ku piştî hevsengî hatin guhertin Efrîn jî bêtir ber bi azadkirinê ve diçe.
MA / Nazım Daştan