ENQERE - Pêşengên THKO Denîz Gezmiş, Huseyin Înan û Yusuf Aslan ên 46 sal berê hatin darvekirin, her sal bi calakiyên cûr be cûr tên bibîr anîn. Dirûşmeya "Bijî têkoşîna biratiya gelên Kurt û Tirk" 46 salin olan dide. Ji pêşengên THKO yê Îhsan Çaralan, diyar kir ku piştî Deniz, li ber sêdarê navê gelê kurd anî ziman, êdî her kes neçar ma bi cavekî din li mijarê binere.
Ji pêşengên Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyê (THKO), Denîz Gezmiş, Huseyin Înan û Yusuf Aslan ên 46 sal berê hatin darvekirin, her sal bi calakiyên cûr be cûr tên bibîr anîn. Dirûşmeya "Bijî têkoşîna biratiya gelên Kurt û Tirk" 46 salin olan dide. Di 6'ê Gulana 1972'an de Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan hatin darvekirin. Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan sê ciwanên di êrîşan de hatin girtin. Kadroyên pêşeng ên THKO bûn. Salên 1972 û 73'an bûn salê tunekirina kadroyên rêber ên rêxistinên liberxwe didan. Di 30'ê Adara 1972'an de li Gundê Kizildereya Nîksarê Rêberê THKP-C Mahîr Çayan û hevalên wî hatin qetilkirin. Li nava kesên hatibûn qetlkirin de mîlîtanên THKO jî hebûn. Ji bo Denîz, Yusuf û Huseyîn neyên darvekirin çalakî lidardixistin.
Di sî û şeyemîn roja komkujiya Kizildereyê de Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan li Mamakê hatin darvekirin. Ev jî bi serê xwe komkujiyek bû, reşkujiyek bû. Yê herî dawî hate qetlkirin jî Serokê TÎKKOyê Îbrahîm Kaypakkayaye. Îbrahîm Kaypakkayayê bi birîndarî li Dersimê tê girtin, di îşkencexaneyên Amedê de dixin lêpirsînê. Di 18'e Gulana 1973'an de di bin îşkenceyê de hate qetlkirin. Li ser vê bingehê bû" mêrxasê ser da sir neda.
Komkujiyên 30'ê Adarê, 6'ê Gulanê û 18'ê Gulanê ji aliyê pergalê ve encam dabû. Yên ev dîmen hilweşandin û berxwedana çekdarî berdewam kirin Kurd bûn. Li dijî derberya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an berxwedana çekdarî ya Kurd pêşket. Helwesta çekdarî ya berxwedana çekdarî li dijî derbeya leşkerî ya 1971'an de rêxistinên THKP-C, THKO û TÎKKOyê nîşan da. Li dijî derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an jî PKK'ê nîşanda.
Pêşengên THKO û Tevgera 68'an Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan di 6'ê Gulana 1972'yan de hatin darvekirin lê mîrateya wan a Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê heta îro hat. Ji pêşengên THKO yê Îhsan Çaralan, diyar kir ku piştî Deniz, li ber sêdarê navê gelê kurd anî ziman, êdî her kes neçar ma bi cavekî din li mijarê binere. Çaralan, da zanîn ku têkoşînka Denîzan êdî bûye remza vîna gelan û wiha got: "Dema Denizan li ber sêdarê qala kurdan kir hişmendiyek nû pêş xistin. Di salên 70'an de hebûna gelê kurd nedihat qebûlkirin. Di nava niqaşên çepkirên karker de hatibû hepiskirin. Deniz, yekem sar li ber sêdarê navê gelê kurd anî ziman wekî netew penase kir. Deniz, bi vê gotina xwe ya têkoşîna gelê kurd û tirk de di nava şoreşê de pêngavek nû da destpêkirin."