EDENE – Polîs bi awayekî kêfî xwendekarên Zanîngeha Çûkûrovayê binçav dikin û her wiha kesên sîxuriyê qebûl nakin jî wan wekî “terorîst” giliyê cînarên wan dikin. Xwendekara zanîngehê Nîlay Barûtçû anî ziman ku li malbata wê hatiye gerîn û polîsan ew cînar û hevalên wê yên dibistanê re kiriye hedef.
Polîs bi awayekî kêfî xwendekarên demokrat ên li Zanîngeha Çûkûrovayê binçav dikin û xwendekarên sîxuriyê qebûl nakin jî wekî “terorîst” giliyê cînarên wan dikin. Xwendekara Teknîseniyê ya Laboratuvar a Tibbî Nîlay Barûtçû, diyar kir ku kesên xwe wekî polîsan dane naskirin gef lê xwarine û wekî “terorîst” ji derdorê re hedef hatiye nîşandan.
LI MALBATAN DIGERIN
Barûtçû, bi lêv kir ku Şaxa Têkoşîna Li Dijî Terorê li malbata wê geriyaye û got: “Du caran li malbata min geriyane. Ev yek heta tacize jî çû. Ji malbata min re gotine ‘Li Efrînê leşkerên me şer dikin, lê rêxistin mêjiyê zarokên we şolî dikin.’ Dibêjin ‘werin em bibin dost, sohbete bikin’ û bi vî awayî sîxuriyê li me ferz dikin.”
Barûrtçû, diyar kir ku ji cînarên wan re hatiye gotin ku ev “terorîst” in û got: “Kesên xwe wekî polîsan bi cînarên me dane naskirin gotine ‘kesên li jê re we rûdinên terorîst in. Hûn ê van kesan ji malê derxînin. Eger hûn wan dernexin em ê werin we û wan tev de bibin. Heke bivê em ê malê guleberan bikin.’ Polîs li malbata hevaleke min geriyaye û gotine ‘eger zaroka we xwe ji van kesan dûr nexe, em ê wan binçav bikin.’”
‘ME DIGOT QEY HÛN DOST IN’
Barûtçû diyar kir ku polîsan riya hevaleke wê ya din jî biriye û got: “Ji hevala me re gotine ku ev yanî em terorîst in necin cem wan. Her wiha hezar lîre meaş jî teklîfî wan kirine. Dema me got em ê giliyê wan bikin gotin ‘Me digot qey hûn dost in. Hûn ê çawa tiştekî wisa bikin.’”
Barûtçû bi lêv kir ku kesên wekî wan nafikirin hedef tên nîşandan û got: “Akademîsyen îxrac kirin. Xwendekarên şoreşger ji dibistanê davêjin. Niha nêzî 70 hezar xwendekar di girtîgehan de ne.”
Xizma xwendekareke ku nexwest navê xwe diyar bike, diyar kir ku kesên xwe wekî polîsan nîşan dane li wan geriyane û got: “Kesên xwe wekî polîsan nîşan dan du caran li me geriyan. Gotin ‘zarokên we bi terorîstan re digerin.’ Em dizanin zarokên me çi dikin û bi kê re digerin. Em heta dawiyê bi wan bawer in û em ê tim li cem wan bin.”