ŞIRNEX – Siyasetmedarên Şirnxê ji bo îtifaqa CHP, ÎP, SP û DP’ê ku HDP li derî wê hat hiştin gotin “Bi vî awayî ji derheqê faşîzma AKP-MHP’ê nayê derketin” û pirs kirin: “Sibê dusibe dê bi kîjan ruyî ji vî gelî doza dengan bikin?”
Li hemberî îtifaqa AKP-MHP’ê, CHP jî bi ÎP, SP û DP’ê re îtifaq çêkir û HDP li derî îtifaqa muxalefetê hat hiştin. Siyasetmedarên Şirnexê, îtifaqên hilbijartinê yên ku HDP’ê derî wê hişti şîrove kirin û gotin: “Sibê dusibe dê bi kîjan ruyî ji vî gelî doza dengan bikin?”
‘TALIYÊ DÊ BÊN CEM KURDAN’
Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez diyar kir ku berê jî îtifaqên ku kurd nav de tune bûn hatin çêkirin û niha jî naxwazin HDP’ya ku hemû derdorên civakê dixehîne têkeve Meclîsê. Îrmez, bi lêv kir ku îtifaqeke ku HDP ne di nav de be, tê tu pirsgirêkê çareser neke. Îrmez diyar kir ku guherîna nêvenga heyî ya Tirkiyeyê tenê bi HDP’ê pêkan e û eger hilbijartina serokomariyê bimîne tûra duyemîn, dê îtifaq taliyê werin cem kurdan. Îrmez ji bo partiyên muxalefetê ev tişt gotin: “Îtifaqa bêyî HDP’ê dê bibe zêdebûna sedema zêdebûna pirsgirêkan.” Îrmez diyar kir ku îtifaqa bêyî kurdan dê nikaribe pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike û bi vî awayî ji derheqê faşîzma AKP-MHP’ê nayê derketin.
‘PARTIYEKE KU HEDEFA WÊ ÎKTÎDAR BE DIVÊ WISA TEVNEGERE’
Hevserokê DBP’ê yê Şirnexê Yakûp Barkin jî, îtifaqa ku bêyî HDP’ê hatiye çêkirin wiha şîrove kir: “Naxwazin û kurdan li cem hev bixuyên.” Barkin destnîşan kir ku teqez dê di pêş de partiyên muxalefetê li deriyê HDP’ê bixin û got: “Sibê dusibe dê bi kîjan ruyî ji vî gelî doza dengan bikin?” Barkin got: “CHP û Kiliçdaroglû partiyên siyasî hemûyan di bin banekî de neanîn gel heve û bêyî HDP’ê dixwaze muxalefet be. Partiyeke ku hedefa wê îktîdar be divê wisa tevnegere.”