AMED – Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (80) ku 22 salin di girtîgehê de ye û li benda edaletê ye, dema ji bo tetkîkê ew şandin Stenbolê li Girtîgeha Metrîsê 3 rojan di hucreyê de hat hiştin. Her wiha dema wî birin Saziya Tiiba Edlî jî, di mueayeneyê de ku 5 deqaeyan domand tenê li rapora wî ya tenduristiyê hat nêrîn û cardin ew şandin girtîgehê.
Yek ji girtiyên ku nexweşîna wî giran e û di nav lîsteya girtiyên nexweş ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire jî Mehmet Emîn Ozkanê 80 salî ye. Ozkan 22 salin di girtîgehê de ye. Tevî nexweşîna guatr, tansiyona bilind, dil, mêjî û alzheimerê di girtîgehê de heta niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û 4 caran jî anjiyo bûye.
Ji ber guatra cirnexweş a di gewriya wî de divê emeliyat bibe, lê belê ji ber temenê xwe nikare emeliyat bibe. Her wiha carinan hişê Ozkan diçe û her du guhên wî nabihîsin. Her diçe rewşa Ozkan xirabtir dibe.
Ji bo rawestandina infaza wî, heta niha malbatê 5 caran serî li Saziya Tiba Edlî daye, lê belê her çend rapora Ozkan a ji sedî 87 hebe jî, saziyê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da wî.
Ji bo infaza wî raweste û bê berdan malbatê careke din serlêdan pêk anî. Ji bo vê yekî Ozkan ji bo tetkîkan ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê.
3 ROJAN DI HUCREYÊ DE HAT HIŞTIN
Li Stenbolê beriya muayeneya li Saziya Tiba Edlî, Ozkan li Girtîgeha Metrîsê 3 rojan di hucreyê de hat sekinandin.
Selma Ozkan, keça Mehmet Emîn Ozkan, diyar kir ku ew sê rojan li girtîgehê geriyane lê belê ji wan re nehatiye gotin ka bavê wê birine kuderê. Ozkan got: “Diyar kirin ku bavê min ne li girtîgehê ye, lê belê negotin ka wî birine kuderê. Di roja 4’an de bavê min dîsa anîn Amedê. Paşê em hînbûn ku ji ber ku wî nebirine Saziya Tiba Edlî wî birine Stenbolê. Lê belê li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1’ê ya Metrîsê di hucereyê de maye.”
NEHAT MUAYENEKIRIN TENÊ LI RAPORÊN WÎ HAT NÊRÎN
Keç Ozkan, diyar kir ku bavê wê ji Metrîsê birine Saziya Tiba Edlî j û li wir tenê 5 deqîqeyan maye û nehatiye muayenekirin. Ozkan got: “Li wir 3 kesên sivîl ên li dor maseyê bavê min li ser piya disekinînin û piştî li raporên wî dinerin dibêjin ‘hûn dikarin wî bibin.’”
Ozkan, diyar kir ku ji ber îşkenceya di bin çavan de navê wê nexweş ketiye û hema bêje du rojan carekê bi awayekî kelemçekirî ew radikin nexweşxaneyê. Ozkan, diyar kir ku dema ew ji bo hevdîtinê diçin, carinan ji ber hişê bavê wê diçe wan nas nake û her wiha ji ber guhê bavê wê nabihîse hevdîtina bi riya telefonê jî nakin.
Ozkan anî ziman ku ji ber şert mercên xirab ew ditirsin ku xebera mirina bavê xwe bibihîsin û di vî warî şik û gumanên wan zêde ne.
MA / Lezgîn Akdeniz