AMED – Li 15 gund û mezrayên navçeya Farqînê “qedexeya derketina kolanan” hat îlankirin.
Walîtiya Amedê bi hinceta operasyona leşkerî li 15 gund û mezrayên navçeya Farqînê ya Amedê “qedexeya derketina kolanan” da îlankirin. Navên gund û mezrayên hatine qedexekirin wiha ne: “Mala Elîkê, Dêrika Miqûrê, Tîrkevankê, Mistika, Malahirmo, Başimt, Hecîçerkez, Xapa, Usuluca, Tarakli, Çatak, Kanîspî, Bêzwanê, Siltêniyê, Hokanê.”