* Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (80) ku 22 salin di girtîgehê de ye û li benda edaletê ye, dema ji bo tetkîkê ew şandin Stenbolê li Girtîgeha Metrîsê 3 rojan di hucreyê de hat hiştin. Her wiha dema wî birin Saziya Tiiba Edlî jî, di mueayeneyê de ku 5 deqaeyan domand tenê li rapora wî ya tenduristiyê hat nêrîn û cardin ew şandin girtîgehê.
* Namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, di daxuyaniya ji bo ajansa me da de têkildarî pêvajoya hilbijartinê ya CHP’ê de got: “CHP tu carî nebû hêvî û alternatîfeke rast. Hêvîdarim qet nebe di tûra duyemîn de ji bo destekkirina me xwe dûr nexin.”
* Siyasetmedarên Şirnxê ji bo îtifaqa CHP, ÎP, SP û DP’ê ku HDP li derî wê hat hiştin gotin “Bi vî awayî ji derheqê faşîzma AKP-MHP’ê nayê derketin” û pirs kirin: “Sibê dusibe dê bi kîjan ruyî ji vî gelî doza dengan bikin?”
* Berdevkê Hewldana Demokrasiyê ya Kocaeliyê Alî Bûgdaci hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê nirxand. Bûgdaci diyar kir ku ew ê di hilbijartinê de piştevaniya HDP’ê bikin û got: “Li hemberî îktîdarê divê em hemû enerjiya xwe bikin yek. Em ê namzetên dest bi xwîn hilnebijêrin.”
* Stenboliyan der barê hilbijartina zordest û îtifaqên navbera partiyan de axivîn û diyar kirin her diçe rewşa welat xirabtir dibe. Stenboliyan got: “Di van şert û mercan de ez ê çawa îtifaqa AKP-MHP’ê biparêzim?”
* Polîs bi awayekî kêfî xwendekarên Zanîngeha Çûkûrovayê binçav dikin û her wiha kesên sîxuriyê qebûl nakin jî wan wekî “terorîst” giliyê cînarên wan dikin. Xwendekara zanîngehê Nîlay Barûtçû anî ziman ku li malbata wê hatiye gerîn û polîsan ew cînar û hevalên wê yên dibistanê re kiriye hedef.
* Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku lez dane xebatên xwe yên hilbijartina zordest û got: “Em ê bi dirûşmeya jinê mora xwe li serdemê bixwin.”
* Pêşengên THKO Denîz Gezmiş, Huseyin Înan û Yusuf Aslan ên 46 sal berê hatin darvekirin, her sal bi calakiyên cûr be cûr tên bibîr anîn. Dirûşmeya "Bijî têkoşîna biratiya gelên Kurt û Tirk" 46 salin olan dide. Ji pêşengên THKO yê Îhsan Çaralan, diyar kir ku piştî Deniz, li ber sêpêyê navê gelê kurd anî ziman, êdî her kes neçar ma bi cavekî din li mijarê binere.
* Vakfa Aştiyê dê komxebata Rêxistinên Civaka Sivîl û Çareseriyên Pevçûnan li Otela Nipponê ya Stenbolê pêk bîne. (10.30)
* Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya ji bo edaletê di hefteya 684'an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê û Xizmên windayan ên Amedê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê di hefteya 482'an de çalakiya xwe li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam bikin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan ji bo girtiyên nexweş bên berdan û kujer bên darizandin dê di hefteya 431'an de çalakiya xwe li ber avahiya Serokwezîriyê ya Konaka Îzmirê berdewam bikin. (13.00)
* Komîsyona Girtiyên Nexweş a ÎHD'a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser girtiyên nexweş dê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 319'an de li Qada Galatasarayê berdewam bike. (13.30)
* Xwendekarên Zanîngeha Stenoblê dê li Kampusa Beyazitê û Fakulteya Cerrahpaşa çalakiya xwe berdewam bikin. (14.00)