MUGLA - Serdozgerê Komarê yê Muglayê Îlyas Yavuz, qîma xwe bi dayîna hêjmaran anî. Yavuz, têkildarî wêneyan tu daxuyanî neda.
Li Muglayê di 4’ê Cotmehê de polîsan 7 kes bi lêdanê binçav kirin. Wêneyên wan ên tazî ku paşve kelepçekirî di medyaya civakî de parve kirin. Di 5 û 6’ê Cotmehê de jî hat îdîakirin ku 6 kes di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane. Serdozgerê Komarê yê Muglayê Îlyas Yavuz, têkildarî bûyerê daxuyanî da, lê qîma xwe bi tenê dayîna hêjmaran anî. Yavuz, diyar kir ku wan 19 endamên PKK’ê li herama Koycegîz û Seydîkemêr tespît kirin û wiha got: “Di çarçoveya lêpirsîna hat kirin de, 8 hatin girtin, 5 jî di operasyonên me lidarxist de kuştin û kesekê jî xwe teqandin. 4 kes hîna dibin çavandene û lêgerîna keskê jî didome. Em di wê baweriyê dene dê di demek nêz de ve terorîst jî bê girtin. Yavuz têkildarî wêneyên di medyaya civakî de hatin parvekirin, lêpirsîn dê were dest pêkirin an na de tu daxuyanî ne.
Navê 3 kesên bi wêneyê 7 kesên di medyaya civakî de hatin parkevin Îsmaîl Bozdoga, Mustafa Yigîner û pismamê wî Adnan Yîgîner hatibûn eşkere kirin. Hat îdîakirin ku 5 kesên persûnelên kêştiyêne Ahmed Abodag, Muhamed Reşo, Osama Souînî, Vanîs Vîp û Mehmet Çîftçî ne.