AMED- Mamoste Ayşe Çelîk ji ber ku got "Bila zarok nemirin" sal û 3 meh ceza lê hat birîn û tevî pitika xwe ya 6 mehî Dêran ket Girtîgeha Tîpa E ya Amaedê, hat berdan.
Mamoste Ayşe Çelîk, ku di dema qedexeyên derketina kolanan de bi riya telefonê li qenaleke televîzyonê geriya û got "Bila zarok nemirin", der barê wê de bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin û paşê sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Piştî cezayê Çelîkê hat erêkirin, tevî pitika xwe ya 6 mehî Dêran ket Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Lê belê ji bo cezayê Çelîkê bi "venêrîna serbestiyî" bê înfazkirin parêzerê wê Mahsûnî Karaman serî li Dadweriya Înfazê ya Amedê dabû. Dadweriya Înfazê biryara Karaman nirxand û biryara berdana Çelîkê da.