Demirtaş ewil ji bo namzetiya xwe daxuyanî da MA'yê: Eger di hucreyê de mîtîngê bikim herî zêde dê kesek tev lê bibe

img

ENQERE– Namzetê serkomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, bi awayekî fermî piştî daxuyandina namzetiya serokomariyê ewilî daxuyanî da ajansa me. Demirtaş ji bo namzetiya xwe got: "Di girtîgehan de bi navê derfetê tu tişt tune ye. Lê  ji bo firsenda herî biçûk jî tev li têkoşîna gel bikim, çi ji destê min bê ez ê bikim." 

 
Piştî Partya Demokratîk a Gelan (HDP) bi awayekî fermî Selahattin Demirtaş wekî namzetm xwe nîşan da, cara ewil der barê namzetiya xwe de daxuyanî da Ajansa Mezopotamyayê (MA).Demirtaş pirsên me yên me bi riya parêzeran şand girtîgehê bersivandin û her wiha 3 wêneyên xwe ku dê di MA'yê de bên weşandin jî şandin. 
 
Di nav namzetan de yê herî dezavantaj tu yî. Tu vê yekê çawa dinirxînî? Tu dikarî şert û mercên xwe veguherînî avantajê? 
 
Dema ez li derve bûm jî, li hemberî îktîdarê em ne xwedî avantaj û awanteyê bûn. Tevî ku AKP derfetên dewletê bi awayekî bêsînor û guhnedêr bi kar anîn jî, di her hilbijartinê de em bi ser ketin. Tekane raza vê yekê jî hêza xwemal a gel e. Em ê di vê hilbijartinê de jî bi hêza xwe ya xwemal bixebitin, em ê bi serkeftinî derbas bikin û qethiyen em ê biqezenc bin. 
 
Di girtîgehan de bi navê derfetê tu tişt tune ye. Lê belê ji bo firsenda herî biçûk jî tev li têkoşîna gel bikim, çi ji destê min bê ez ê bikim. Ez û hevalê xwe yê hucreyê Abdullah Zeydan, em ê bi şev û biroj serê xwe biêşînin hewl bidin ji derve re bibin destek. Lê belê wekî her carî, ev hilbijartin jî emanetî ciwan û jina ye. Bi qasî misqalê şik û gumanê min ji wan tune ye û dê tiştên xwe biafirînin.
 
Ev tişt cara ewil çêdibe. Tu di girtîgehê de bûyî namzetê serkomariyê. Tu yê di girtîgehê de kampanyaya xwe çawa bi rê ve bibî? 
 
Navenda kampanyayê û berpirsiyarê wê Navenda Giştî ya HDP'ê ye. Ez ê li gorî derfetên xwe alîkariya planên wan bikim. Xwegihandina derve ya bi peyam û nameyên min jî di nav de, ez ê derfeta herî biçûk jî bi kar bînim. Lê wekî min got, derfet sînordar in. Eger di hucereyê de mîtîngê li dar bixim herî zêde dê kesek tev li mîtîngê bibe. 
 
Tu tim dibêjî girtina we operasyoneke siyasî ye û îktîdar siyaseta te û ya hevalên te asteng dike. Lê tu yê niha di girtîgehê de siyasetê bikî û kampanyayê bi rê ve bibî. Gelo tu li bendê yî ku îktîdar dê ji bo astengkirina kampanyaya te hin tiştan bike? 
 
Dê hewl bidin. Lê em ê hem hundur hem jî li derve li ber xwe bidin û em ê hemû bendan derbas bikin. Rewşa Awarte (OHAL) bi tena serê xwe astengiyek e. Yanî derve jî ne nêvengeke azad e. Lê dîsa jî eger tevî hemû qedexe û astengiyan eger helwestek bê nîşandan, dê hemû bên derbaskirin. 
 
Der barê tûra yekemîn a hilbijartinê de pêşbîniyên te çi ne? Tu difikirî ku tu yê bimînî tûra duyemîn? 
 
Di tûra duyemîn de em ê hebin. Ji dil û can bawer dikim. Min di peyama ku ji bo Şeva Damzerandina 5'an a HDP'ê şand de gotibû "Dibe ku HDP bibe îktîdar." Lê belê kesên ku vê yekî wekî tiştekî utopîk dîtin, îro dibînin ka ev dibêtî çi qas hêzdar e û bawer im baştir dibînin. Em ê di hlbijartinê de bi ser bikevin. Divê herkes hesab û planên xwe li gorî vê yekê bike û bi coşa xwe tev li xebatan bibe." 
 
MA / Hayri Demir
 

Sernavên din

05/05/2018
10:18 Dirûşma 'Bijî têkoşîna serxwebûna gelên Kurt û Tirk' 46 salin deng vedide
10:14 Wezîrê berê Gunay: Feraseta ku HDP’ê li derve dihêle demokratîbûna bi pirsgirêk e
10:13 Girtiyê nexweş Ayik di girtîgehê de binçav kirin
09:14 Taşdemîr: Em ê bi dirûşmeya jinan mora xwe li serdemê bixin
09:13 Demîrtaş: Alternatîf em in, HDP ye
09:12 Stenbolî: Di van şertan de em ê çawa îtifaqa AKP-MHP’ê biparêzin?
09:10 Xwendekara Zanîngeha Çûkûrovayê: Polîs me wekî ‘terorîst’ nîşan didin û dikin hedef
09:09 Îtîfaqa bêyî HDP’ê rexne kirin: Dê bi kîjan rûyî daxwaza dengan bikin?
09:09 Hewldana Demokrasiyê ya Kocaeliyê: Em enerjiya xwe li dijî îktîdarê bikin yek
09:06 3 rojan di hucreyê de hiştin û muayene nekirin û şandin girtîgehê
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2018'AN
04/05/2018
19:55 Mamoste Ayşe Çelîk hat berdan
19:10 Demirtaş ewil ji bo namzetiya xwe daxuyanî da MA'yê: Eger di hucreyê de mîtîngê bikim herî zêde dê kesek tev lê bibe
17:36 Namzetê serokomariyê yê HDP'ê Demîrtaş e
15:57 Dayika Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglu jiyana xwe ji dest da
15:52 ‘Gelo di 12 kêlî dimenên hatin qutkirin de tetîkêşê Elçî diyar e?'
15:35 Turk: Pêvajoya pêşiya me girîng e, yekîtî lazim e
15:19 'Sira dewletê' ji dadgehê veşartin
14:53 Girtiyê nexweş Devrîm Ayik kirin hepsa malê
14:14 Li Amedê 2 girtîgehên nû vebûn û 5 jî di rê de ne
14:11 Qeyûm bîrdariya ku nûneriya kurd û ezeriyan dike rakir
13:45 Li Dîlokê 5 kes ji ber tora civakî hatin girtin
13:42 Ji bo gotina ‘Rêberê Gelê Kurd’ di danişîna destpêkê de beraet kir
13:24 Demîrtaş dê li salona dadgehê hilbijêrên xwe bibîne
13:04 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li Dozgeriyê dan
12:53 Buldan: Daxwazên 5 partiyan daxwazên me ne
12:52 HDP û HDK: Dersim hafizeya hevpar a gelan e
12:44 AKP û MHP'ê ji bo Erdogan serî li YSK’ê da
12:37 HDP’ê qurbaniyên Qirkirina Dersimê bi bîr anî
12:14 Li girtîgehê jî karta çapemeniyê pirsîn
11:38 Dadgehê kalê 72 salî yê nexweş ceza kir
11:24 Di teqîna înşatê de kesek mir û 3 kes birîndar bûn
11:05 Dizên li pêş kamerayan diziyê dikin nayên girtin
11:04 CHP’ê namzetê xwe aşkere kir. Muharrem Înce bû namzetê CHP’ê
10:34 EMEP'ê diyar kir ku dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide HDP'ê
10:07 Şahidê Komkujiya Dêrsimê: Neviyên Seyîd Riza tu carî serî natewîn in
09:27 Di referandume de 'Erê' bi ser ket lê aborî têk çû
09:19 EMEP: Em dikarin bi cihêrengiyê polîtîkayên tekparêz têk bibin
09:18 4 girtiyên nexweş ên giran 15 roj in di grevê de ne
09:17 Elewî: ‘Em ê li dijî yekzilamiyê bibin yek’
09:17 Piroglu: Ji bo rûxandina vê pergalê tekane alternatîf HDP ye
09:16 Ji bo berdana Demirtaş dê serî li YSK’ê bidin
09:15 Dewrkirina erdên çandiniyê ya ji bo şîrketan dest pê kir
09:15 Der barê rojnamevan Orûçê de tenê delîl beyanên şahidan e
09:14 Pêşketina sanayê pîşeya merşên destan qedand
09:13 ‘Performans dê têkilya mamsote-xwendekaran xera bike'
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2018'AN
08:46 Washîngton: Destûr nadin Efrînî vegerîn malên xwe
03/05/2018
21:45 Dirûşmeya Demirtaş diyar bû: Tu dikarî - Senle Degişir
20:12 Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Azadiya Welat Çoban hat girtin
17:12 6 kesên berî 1’ê Gulanê hatin binçavkirin, hatin girtin
16:01 Çalakiya akademîsyen û xwendekarên ÎU bi rojan e didome
15:48 ÎHD: Çapemeniya azad li dû şopa rastiyê li ber xwe dide
15:40 ÎHD'ê, Rapora mafê perwerdehiyê ya Marmarayê ragihand
15:21 Parazvanên mafên mirovan tundiya polîsan a li dijî Pulat şermezar kir
14:51 Dozger ji kujer Alî Çeçen, cezayê muebeta giran xwest
14:50 Tundiya polîsan a li dijî Pulat a 75 salî ket ber kamera
14:30 Li Hezexê ciwanek hat binçavkirin
14:29 Taşdemîr: Em ê pargala Hevserokomartiyê bînin
14:17 Ji 7329 bernamzetên AKP'ê tenê 1332 jin in
14:10 Ozturk: Divê kurd jî tifaqa xwe çêbikin
13:59 Du bersûcên kuştina zaroka 38 rojî hatin berdan
13:55 MKGP: Di salekê de 8 rojnamegerên jin hatin kuştin
ÎRA: Di Nîsanê de 33 rojnameger hatin girtin
12:27 Dozger bêyî ku îfadeya 10 HDP’iyan bigire, xwest bên girtin
12:24 Rêxistina Efûya Navneteweyî: Li dijî girtina rojnamegeran bêdeng nemînin
12:05 Balafira şer a Rûsya li Sûriyeyê ket
11:54 Ji xebatkarên ETHA yên girtî peyama 3’yê Gulanê
11:37 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 752’yemîn serlêdan kirin
11:37 Li bendê ye Hevserokê HDP’ê Çîçek û 10 kesan derxin dozgeriyê
11:24 Bi darvekrina Penahî ji bo demekê hat rawestandin
11:20 Li qada 4 sivîl lê hatin kuştin, bêyî agahiya mexdûran keşif kirine
11:00 Duymak a hevjînê wê di jêrzemînên Cizîrê de hat kuştin, hat berdan
10:51 Dersimî: Di 81'emîn sala komkujiyê de heman politika didome
10:19 HDP xwe amade dike li derveyî welat rekorê bidest bixe
10:07 Partiyên kurd: Tifaq dê pirsgirêkan çareser bike
09:37 Bîlgen: Wekî balansa rota wê xera bûye wê dikişîne rastê
09:12 Waliyên Şirnex û Mêrdînê zû dest bi xebatên hilbijartinê kirin!
09:11 KCD: Em dê tevî hemû pêkhateyên Kurdistanî bi gelê Tirkiyeyê re têbikoşin
09:10 Ji qada 1’ê Gulanê bang kirin: Divê em ‘îtifaqa faşîzmê’ rawestînin
09:09 Dadgeha Îstinafê 8 sal cezayê li wekîlê HDP’ê Zeydan erê kir
09:07 Berdevka MGKP’ê Guney: Em ê rêxistinbûna rojnamevanên jin xurtir bikin
09:07 Malbata leşkerê bi guman hat kuştin: Bûyerê ronî bikin
09:00 ROJEVA 03'Ê GULANA 2018'AN
02/05/2018
19:14 Çiyayê Cûdiyê tê topbarankirin
16:52 Demîrtaş ciwan û jinan vexwend HDP’ê
16:25 Girtiyên rêveçûna yek rêzê red kirin, hatin derbkirin
14:44 Partiyên Kurdistanî ‘Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî’ ava kirin
14:38 Dadgehê daxwaza berdana dayika 5 zarokan Duymak qebûl kir
14:17 Kerestecîoglu: Dê du îtîfaqên rastgir bi HDP'ê re bibezin
14:16 Piştî salekê gihîşt azadiya xwe
13:44 Hêjmara maşîneyên trafîkê derket 22.4 milyonan
13:28 HDP nexşerêya hilbijartinê diyar dike
13:03 Serokê PAK’ê: Divê kurd di sindoqan de bersiva înkarê bidin
12:31 Li dijî biryara îdamê xwe bi dar ve kir
12:09 Berteka li dijî îtîfaqa bêyî HDP’ê: Dê xizmeta AKP-MHP’ê bike
11:40 Heta 30 rojan hemû çalakî li Colemêrgê hatin qedexekirin
11:32 OSO yên ku Heleb talan kirin niha Efrînê talan dikin
10:30 AYM: Nedayîna pirtûkan îhlala azadiya îfadeyê ye
09:06 Qoserî: 24'ê Hezîranê firsendeke baş e
09:05 Şemzînanî: Navçe veguherandina girtîgeheke vekirî