AMED - Alîkarê Serokê Baroya Amedê Sertaç Buluttekîn, diyar kir ku gelo tetîkêşê Tahir Elçî û guleya ji çeka hat berdan xuya dibû? Gelo di civîna ewlekariya bajêr de li ser vê mijarê nîşan çêbûn? Gelo di 12 kêliyên dîmena hatin qutkirin de tetîkêş xuya dikir?”
Baroya Amedê, ji bo kujerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li ber Minareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin bên dîtin û dosyeya dozê bi bandor bê birêvebirin, di hefteya 125’emîn çalakî li dar xist. Çalakî li ber Edliya Amedê pêk hat û gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdarî çalakiyê bûn. Parêzeran di çalakiyê de pankarta “Em te ji bîr nakin” a wêneyê Elçî li ser hildan. Alîkarê Serokê Baroya Amedê Sertaç Buluttekîn, diyar kir ku ligel 2 sal û 5 meh bi ser kuştina Elçî re derbas bûn jî, tu pêşketinên bi hêvî derneketin holê û wiha got: “Gelo tetîkêşê Tahir Elçî û guleya hat berdan xuya dibû? Gelo di civîna ewlekariya bajêr de li ser vê mijarê axaftina hatin kirin. Gelo di dîmenên 12 saniyeyên hatin jêbirin de, tetîkêş xuya dikir?” Bulettekîn da zanîn ku ew li ser vê yekê dixwazin Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, Wezîrê Karê Hûndir Efkan Ala û Serokwezir Ahmet Davutoglu yên demî daxuyanî bidin û van agahiyan bi raya giştî re parve bikin.
Buluttekîn, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew çalakiya xwe ya vê hefteyê diyarî Komkujiya Dêrsimê dikin û hemû kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdar bi bîr tînin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.