Prof. Dr. Bîçer: Divê têkildarî tecrîdê gavên mayinde bên avêtin

  • rojane
  • 09:06 19 Kanûn 2023
  • |
img

STENBOL – Endamê Desteya Rêveber a TÎHV'ê Prof. Dr. Umît Bîçer da xuyakirin ku sedema ku girtî li dijî tecrîda Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne ew e ku desthilat di vê mijarê de gavên mayinde û saxlem navêje. Bîçer anî ziman ku divê pirsgirêk di çarçoveyeke ku "pergalên cuda yên hiqûqî nayên daxilkirin" de bê çareserkirin.

Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê girtin, 33 meh in agahî nayê girtin. Abdullah Ocalan ê ku mafê wî yê nameşandin û pêwendiya bi rêya telefonê tê astengkirin, rasterast di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin. 
 
Pisporê Tiba Edlî ku Prof. Dr. Umît Bîçer ku Endama Lijneya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ye, tecrîda mutleq a li Îmraliyê li dijî hiqûqa navxweyî û peymanên navneteweyî tê pêkanîn, nirxand. 
 
Biçer anî ziman ku tecrîd têkiliyên civakî sînordar dike û ji aliyê bedenî û ruhî ve bandoreke neyînî li tenduristiya mirovan dike û got ku di psererastkirinê ji bo girtiyan di peymanên navneteweyî de hatine çêkirin de jî  tê gotin ku divê tecrîd pir bisînor were sepandin û heta ku hewce nebe divê neyê sepandin.
 
Bîçer bal kişand ser biryarên bi vî rengî yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û got: "Tecrîda demdirêj a li ser kesekî di biryarên DMME'yê de wekî 'îşkence û muameleya xerab' tê binavkirin. Dîsa Pîvanên Mandela û sepanên tecrîdê yên zêdetirî 15 rojan û pêkanînên wê yên li dijî rûeta mirovan û bandorên wê yên xirab ên li ser tenduristiyê di wesfê 'îşkenceyê' de tên nirxandin. Her wiha di nava rojê de ji bo dema tecrîdê demek diyar hatiye diyarkirin. Li gorî Pîvanên Mandela divê ev dem ji 22 saetan derbas nebe. Her nêzîkatiyeke ku ji 22 saetan zêdetir, wekî îşkence û muameleyê tê nirxandin."
 
 
ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XIRAB
  
Bîçer da zanîn ku şert û mercên tecrîda giran ên li girtîgehên Tirkiyeyê dema ku di Qanûna Mandela de hatiye diyarkirin derbas kiriye û got: "Ev pêkanîn ji aliyê hiqûqî ve nayên qebûlkirin û di çarçoveya îşkenceyê de tên dîtin." Biçer anî ziman ku  tecrîd di warê fizîkî de tenduristiya mirovan xirab dike tecrîd li girtîgehan ne wekî sepaneke dîsiplînê, wekî îşkence û muameleyeke xirab tê nirxandin. Bîçer diyar kir ku kesên li girtîgehan divê li derî kiryara pê tê tawanbarkirin bên nirxandin û biryarên DMME'yê tên der barê Îmraliyê de bibîr xistin. 
 
Bîçer bal kişand ser wê yekê ku ji pêwendîdanîna bi malbatê û cîhana derve re bêparkirin dê bibin sedema bandorên "tunekirina mirovan" û xirabkirian tenduristiyê û got: “Jixwe bêparkirina ji azadiyê bi serê xwe ceza ye. Di biryarên DMME û peymanên navneteweyî de hatiye diyarkirin ku sepandina vî cezayî bi awayên cuda di mirovan de dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê û ev yek binpêkirina mafên mirovan e."
 
ŞERT Û MERCÊN DEM Û ŞÛNWARÊ
 
Biçer îşaret bi wê yekê kir ku girtîgeh bandorên cuda li ser mirov dikin û wiha got: “Taybetmendiyên fizîkî yên nêvenga li girtîgehê û taybetiyên cihê ku ode lê ne, rê li ber hin bandoran vedikin. Divê ev bandor, li gel mijara ku girtî ji derve çawa agahiyan distîne û çawa pêwendiyê bi derve re datîne bê dîtin. Gava ku hûn li giravekê yan cîhekî din girtî bin, dibe ku hîsa derketina derve bêtir li we peyda bibin  yan jî têkildarî vê tengezarî û pirsgirêkên we zêdetir bin. Lê li vir tişta girîng, taybetmendiya dem û cihê ku mirov lê tê ragirtin, hebûna têkiliya mirovan, têkiliyên bi malbatê, derdora civakî û girtiyên din re ye. Ev piştî demekê, têkiliya we bi cîhana li derveyî re bi temamî sînordar bike."
 
Prof. Umît Bîçer bal kişand ser grevên birçîbûnê yên di 27’ê Mijdarê de ji bo Abdullah Ocalan li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê dest pê kirin.
 
‘GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ RÊBAZA DAWÎ YE KU SERÎ LÊ TÊ DAYÎN'
 
Bîçer diyar kir ku grevên birçîbûnê ji bo girtiyên doza azadiya xwe dikin rêbaza dawî ya berxwedanê ye ku serî lê didin. Bîçer bi bîr xist ku berê gelek caran li girtîgehan grevên birçîbûnê hatine lidarxistin û got ku ya krîtîk ew e ku der barê sedemên ku mirovan ber bi grevên birçîbûnê eve dibin tu çareserî nayên afirandin. Bîçer da zanîn ku dê daxwazên têkildarî grevên birçîbûnê bi muzakereyan û bi avêtina hin gavan bên çareserkirin û got: “Ji bo her cure pirsgirêk bên çareserkirin divê rêyên muzakereyê bên vekirin. Ev, divê di çarçoveyeke ku rêzê li rûmet û nirxên mirovî tê girtin û rêgezên cezakirinê yên cihêreng an jî pergalên cuda yên hiqûqê neyên pêkanîn de esas bên girtin."
 
‘DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN'
 
Biçer anî ziman ku girtî bi salan e ji ber ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nehatine çareserkirin bi heman daxwazan dest bi greva birçîbûnê dikin û got ku desthilatdariya siyasî der barê binpêkirinên li girtîgehan de gavên mayînde neavêtiye. Biçer got: “Neavêtina van gavan dibe sedema grevên birçîbûnê. Ev pirsgirêk, pirsgirêkeke ku çareseriya wê pêkan e û divê hikûmet der barê girtîgehan de gavên berbiçav biavêje. Pêwîst e bi lez û bez muzakere bên kirin û li gorî daxwazan çareseriyên guncav peyde bike. Binpêkirinên mafan ên ku îro li girtîgehan çêdibin, mixabin nîşan didin ku tu gav nehatine avêtin."
 
‘MESELEYA TECRÎDÊ, BI SALAN E DERTÊ PÊŞIYA ME'
 
Biçer anî ziman ku desthilatê tu rewşeke girtîgehan baş nekiriye û modelên nû yên girtîgehan bi taybet ji bo tecrîdê hatine çêkirin û wiha got: “Ji ber vê sedemê jî kesên li girtîgehan dê zêdetir bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû bimînin. Ji ber vê yekê, li şûna ku desthilat di warê bêparkirina ji azadiyê gavina bavêje, divê di warê polîtîkayên doza jiyaneke azad, demokratîk û aştiyane dikin de hewl bide û divê kesên şahidên vê pêvajyê jî bi israr vê daxwazê biparêzin. Pirsgirêka tecrîdê ku di di nava daxwazên  greva birçîbûnê de ye, bi salan e her ku diçe girantir dibe. Em careke din dikarin bibêjin ku em li dijî her destwerdaneke li dijî rûmet û tenduristiya mirovan in û em ê her tim piştgiriyê bidin kesên ku di vê pêvajoyê de zirarê dibînin. Divê desthilat van daxwazan li ber çavan bigire. Em ê di warê bilêvkirina vê mijarê de dudulî nebin û bibêjin ku pêkanînên bi vî rengî binpêkirina mafên mirovan e.
 
MA/ Esra Solîn Dal
 
 
 

Sernavên din

27/05/2024
13:51 Terasa ku qeyûm kiribû bipere dîsa bê pere ye
13:35 Temellî: Heta bi heqîqetê re hevrûbûn çênebe destûreke bingehîn a nû pêkan nîne
13:25 Berxwedana Geziyê di sala 11’an de ye: Serfiraziya me ye
12:27 DEM Partiyê bang li AKP’ê kir ku ‘têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re’ qût bike
12:24 Odeya Bijîşkan a Amedê: Nexweşên penceşêrê nikarin xwe bigihînin xizmeta tedawiyê
11:54 Li Salîhliyê 2 jê jin 3 kes hatin qetilkirin
11:14 Bîlançoya karesata li Papua Gîneya Nû girantir dibe
11:09 Di doza rojnamevan Yalçin de dê ji midûriyeta polîsan ‘şahid’ bê pirsîn
11:04 CHP’ê parve kir: Kurum ê AKP’î destûra mezinkirina kapasîteya şîrketa li Licikê daye
10:56 Zaroka li platforma lîstikê nas kirî revand û destdirêjî lê kir
10:13 Ji ciwanê ku ji bo gerê hate Mêrdînê agahî nayê wergirtin
10:13 Cezayê muebeda girankirî li zarokê 17 salî hat birîn
09:44 Bazarvan nikarin bifiroşin welatî nikarin bikirin
09:22 Alî Dogan Gonultaş li Amedê konser li dar xist
09:19 Ji bo 13 bajaran bi koda zer hişyarî hate kirin
09:08 Di êrişên Îsraîlê de 40 filistînî hatin qetilkirin
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza 'azadiyê' didome
09:06 Eşqa pîşeyî ya 59 salan
09:06 Qeyûm ji bo ‘Suhbetên Dilan’ 99 hezar lîre dane Hatîpoglû
09:04 Li Periyê hilbijêr çi difikirin?
09:02 Rojnamevan Dal a hate berdan: Nûçeyên tecrîdê ne sûc in
09:01 Berdana Akkûrt ê 30 sal in girtiye 6 mehan hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2024'AN
07:27 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Tekoşîna hezar hefteyî' derket
26/05/2024
21:55 Li Curnê Reş derî bi derî xebatên hilbijartinê hatin kirin
21:35 Li Mêrsînê rêzeqeza çêbûn: 10 kes mirin 30 kes birîndar bûn
20:49 Rojên Belgefîlman ên Ekolojîk bi dawî bûn
18:46 Nexweşê ku xwe di paceya nexweşxaneyê de avêtibû jiyana xwe ji dest da
18:25 Deriyên wezaretê 113 roj in ji Şenyaşarê re girtî ne
16:15 Di rojekê de li Derayê 6 kes hatin binçavkirin, 3 kes hatin revandin û 2 kes hatin kuştin
15:52 TUAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist: Em ê têkoşîna li dijî tecrîdê mezin bikin
14:52 Akdogan ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
14:39 Girtiyê edlî Çakar bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:17 Girtiyê krîza dil derbas kirî ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin
14:13 Li Stenbol û Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
14:09 Nûçeyên têkildarî qeymeqamê gef li rojnameger xwaribû hatin astengkirin
13:28 Li Geverê gelek kes hatin binçavkirin
12:52 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
11:43 Ji bo Yildirim ê hatibû qetilkirin li Amedê şîn hate danîn
11:39 Li Kanîreşê erdhej çêbû
11:35 Ji Meteorolojiyê hişyariya ji bo barînên zêde
10:08 Bakirhan: Ne kesên komkujî kirin, yên li dijî wê derketin hatin darizandin
09:30 Dê ji bo girtiyê nexweş Çam dîsa serî li ATK’ê bidin
09:17 Berga Kovara Jînê ya vê hefteyê Dayikên Şemiyê bû
09:08 Bal kişandin ser çareserkirina krîza aborî: Divê hikûmet biguhere, meseleya kurd çareser bibe
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Parêzer Ece: Girtiyê nexweş daketiye 41 kîloyan, tenê dikare bêhnê bistîne
09:00 Berxwedana li Marûnisê didome: Em dixwazin maden bê girtin
09:00 Li Hezexê ev rê bûye 'rêya mirinê': Bû sedema mirina 12 kesan
09:00 ROJEVA 26’Ê GULANA 2024’AN
08:27 Dewleta tirk bi obûsan êrişî Minbicê kir
08:23 Yildirim hate definkirin
25/05/2024
22:55 Cenazeyê Yildirimê li Licê hat qetilkirin radestî malbatê hat kirin
21:59 Li Pîranê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
19:23 Li Curnê Reş ji namzetan serdana dikandaran
19:21 Emîne Şenyaşar: Wê li hember qêrîna dayikan têk biçin
19:12 Behsa êrişa li Licê kirin: Gund hat gulebarankirin, nehiştin em derkevin derve
17:06 Li Îzmîrê belgefîlma ku Komkujiya Madimakê vedigot hate nîşandan
17:04 Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler banga berdanê hat kirin
16:53 ‘Hevdîtinên Edalet û Azadiyê’ li Hatayê didome: Qurbaniyên li Rehanliyê hatin bibîranîn
15:48 Cenazeyê Yildirim ê li Licê hate qetilkirin li ATK’ê tê sekinandin
15:47 Ji bo hemû girtiyên nexweş banga berdanê hat kirin
15:22 ‘Mehmûdê Tirko’ yê Dîlokê jiyana xwe ji dest da
15:08 'Her der Qada Galatasaray, Parka Koşûyolû û Cadeya Gulistanê ye'
15:02 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, otobusek hîbeyî Şaredariya Dêrsimê kir
14:41 Li Erdîşê mitînga zimanê kurdî: Erka her kesî ye ku bi zimanê kurdî biaxive
13:38 Jinan di çalakiya 'azadiyê' de pirtûk xwendin
11:52 Girtiyê nexweş ê 72 salî krîza dil derbas kir
11:47 Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 1000’emîn de ye: Em ê dest jê bernedin
11:23 Dayikên Şemiyê di hefteya hezaremîn de li Qada Galatasarayê dest bi kombûnê kirin
10:52 Bariyerên polîsan ên li Qada Galatasarayê piştî 300 hefteyan hatin rakirin
10:43 Zarokek ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ hatiye cezakirin
10:39 Namzeta Hevşaredariyê ya Periyê: Em ê şaredariya xwe ya hatiye xespkirin paşve bigirin
10:15 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
10:14 Êşa ku aş nabe: Çîroka windayan
09:41 Rênas Jiyan: Vîn bawerî û evînê çêdike
09:30 Ji bo girtiya ku daxwaza wê ya berçavkê hat redkirin serlêdaneke nû
09:29 Li Mêrdînê faîlê tecawizê hate girtin
09:13 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir xistin ber du lêpirsînan
09:12 39 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin: 551 serlêdan bê bersiv man
09:10 64 sal in li çiyayan nebatan berhev dike
09:06 Rojnameger Dîcle: Herêma Kurdistanê di bin metirsiya parçebûnê de ye
09:05 Fuara Gastronomiyê didome: Gel bi çavê ‘şaredariya me’ li standan dinêre
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2024'AN
08:34 Di operasyona li Licê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da
24/05/2024
23:42 Li Amedê 'Rojên Belgefîlman ên Ekolojik' dest pê kirin
21:56 Li Curnê Reş xebatên hilbijartinê didomin
21:34 Jinan destdirêjiyê şermezar kir: Bêcezatî tê wêrekkirin
18:55 Şenyaşar: Edelet li hundir berxwe dide
16:43 Hevserokên DAD’ê serdana Yenî Yaşamê kirin
16:42 Karkerê ku ji înşeatê ket xwarê mir
16:41 Ji ber kuştina cerdevan 2 kes hatin girtin
16:15 Li gelek bajaran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
14:47 Ji bo girtiyê nexweş Kuday bang hate kirin
14:22 Şandeya DEM’ê çû serdana girtiyên Doza Kobanê: Dem dema berxwedanê ye
14:11 Dayikên Şemiyê bo hefteya 1000’emîn bang kirin: ‘Tu jî qerenfîlek deyne’
14:06 Turk: Qeyûm ji bo şaredariya bajarê xwe 15 milyon TL şandiye
13:20 Li Liceyê bi ser malan de hate girtin
13:07 Malbata Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
13:03 Li Erziromê jinek hat qetilkirin