DÎLOK - Li Dîlokê, 5 kes bi hinceta parvekirinên tora civakî hatin girtin.
10 kesên bi hinceta parvekirinên tora civakî li Dîlokê hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîna wan a li Midûryeta Polîsan bi dawî bû derxistin edliyê. Piştî lêpirsîna dozger kesek hat bedan û 9 kesên din jî bi îdîaya “Propagande kirin”, “Heqaret li serokomar kirin” û “Gel sewqî hêrs û dijminantiyê kirin” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.
Dadgehê bi şertê “kontra edlî” 4 kes berdan û 5 kes jî girtin. 5 kesên hatin girtin, şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê.