ÊLIH - Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehdî Oztuzun, ji ber ku ji bo muwekîlê xwe di tora civakî de got “Rêberê Gelê Kurd” û “Sermuzakerevan” derbarê wî de doz hatibû vekirin û di danişîna ewil de beraet kir.
Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehdî Oztuzun ê endamê Baroya Êlihê, bi îdîaya “Pesnê sûc û sûcdar dayînê” doz lêhatibû vekirin û danişîna destpêkê îro hat dîtin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Aslî ya 2’yemîn a Êlihê hat dîtin û parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP), Serokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakan, Mustafa Yildiz û Serokê Şaxa ÎHD’a Êlihê Mehmet Bagatir beşdar bûn.
Oztuzun ê ji ber ku di tora civakî de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got “Sermuzakerevan” û “Rêberê Gelê Kurd” tê darizandin parastin kir.
Piştî parastina Oztuzun û parêzerên wî şandeya dadgehê derbarê Oztuzun de biryara beraetê da.