RIHA - Dadgeha Rihayê, bi hinceta parvekirinên medya civakî 3 sal cezayê girtîgehê li nexweşê dil Hidir Igircik ê 72 salî birî.
Hidir Igircik ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî 3 meh berê li navçeya Sêwereg a Rihayê hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Tîpa T a Rihayê. Duh danişîna darizandina Igircik ê 72 salî hat dîtin. Heyeta dadgeha Rihayê bi îdîaya "propaganda rêxistinê" 3 sal û mehek ceza birî. Parêzerê Igircik Mehmet Guzeller, diyar kir ku muwekîlê wî emeliyata vekirî ya dil bûye û ji ber temen û nexweşiyên xwe nabe ku li girtîgehê bê hiştin.
Guzeller, anî ziman ku muwekîlê wî di danişîna yekem de hatiye cezakirin û wan li dijî girtina Igircik serî li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rîhayê dane û dê li dijî ceza jî serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê bidin.