ÊLIH – Rojnamevan Şerîfe Orûç ku nêzî 2 salin li ser beyanên hin şahidan di girtîgehê de ye, dê danşîna doza wê di 8’ê Gulanê de pêk bê. Parêzer Mesût Aydin got: “Dadgeh bi awayekî taybet bi muwekîla min re eleqedar dibe û hewl dide dema girtina wê dirêj bike.”
Nûçegihana DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Şerîfe Orûç, ku dema li Êlihê nûçe dişopandin hat girtin, tevî Emrûllah Orûç û Mûzaffer Orûşç bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin û dê danişîna 5’an a doza wê di 8’ê Gulanê de li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan a Êlihê pêk bê.
Parêzer Mesût Aydin, destnîşan kir ku muwekîla wê li ser beyanên hin şahidan 23 mehin di girtîgehê de ye, lê belê ew dizanin ku Orûç ji ber nasnameya xwe ya rojnamgeriya muxalif di girtîgehê de ye. Aydin destnîşan kir ku li hemberî rojnamevanên muxalif tim çewisandin hene, lê belê tu kes li ser beyanan evqasî dirêj nayê girtin û hele dema ya girtî rojnamevan be ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin.
DI BIN ÎŞKENCEYÊ DE ÎFADE HAT GIRTIN
Aydin diyar kir ku ji du kesên ku li Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê der barê Orûçê de îfade dan, yekî ji wan diyar kir ku îfade bi zorê daye. Aydin got: “Me ev yek berpêşî dadgehê kir. Lê belê tevî hemû nivîsandinên dadgehê jî hêzên dewletê yên ev tişt kirine tev li danişînê nebûne. Ev îfade jî aşkere dike ku ji Şerîfeyê jî beyan bi zorê hatine girtin.”
Parêzer Aydin, bi lêv kir ku di encama lêkolînan de ew hîn bûne ku kesekî ku li ser Orûçê îfade dide berastengê zihnî ye.
‘DADGEH BI TAYBETÎ BI ŞERÎFEYÊ RE ELEQEDAR DIBE’
Aydin anî ziman ku di danişîna çaran de şahidê bi navê Devran Çakir hatiye guhdarîkirin û got: “Her çi hîkmet be di deqa dawî ya darizandinê de şahidekî din jî li dosyeyê hat zêdekirin. Me gelek caran nivîs şandin û gelek caran pirs kir, lê belê hat diyarkirin ku der barê Şerîfeyê de lêpirsîneke din tune ye. Lê belê piştî girtina Şerîfeyê ji nişkave îfadeya Çakir derket holê. Em jî û dadgeh jî di deqa dawî de hay ji vê yekê çêdibin. Ev yek jî nîşan dide ku ka çawa bi awayekî taybet bi Şerîfeyê re eleqedar dibin û bi vî awayî hewl didin dema girtina wê dirêj bikin.”
‘DIVÊ XWEDÎ LI DOZÊ BÊ DERKETIN’
Aydin, destnîşan kir ku divê raya giştî xwedî li dozê dervikeve û ji bo berdana Orûçê tev bigere.