MÊRDÎN –Serokê Şaxa Egîtîm Sena Mêrdînê Mûstafa Bozan guherînên di pergala perwerdehiyê de hatin kirin rexne kir û destnîşan kir ku dê pergala performansê bi awayekî neyînî bandorê li têkiliya di navbera mamoste û xwendekar de bike.
Serokê Şaxa Egîtîm Sena Mêrdînê Mûstafa Bozan, guherîna di pergala perwerdehiyê de û bi îxrackirina kedkaran zor û zehmetiyên rû didin nirxandin.
‘BANDOREKE NEYÎNÎ LI TÊKILIYA DI NAVBERA XWENDEKAR-MAMOSTEYAN DE DIKE’
Bozan, diyar kir ku guherînên di pergala perwredehiyê de yên di dema Rewşa Awarte de tên kirin, bandorê li têkiliya di navbera xwendekar û mamsoteyan de dike. Bozan bi lêv kir ku “Pergala Performansa Mamosteyan” vê rewşê aşkeretir dike. Bozan anî ziman ku bi pergala performansê re rêzdariya perwerdekaran hedef hatiye girtin û got: “Ewlehiya kar a kedkarên perwerdekaran ji holê tê rakirin. Hemû destkeftiyên heta niha hedef tên girtin. Ev pergal pergaleke ku motivasyon û çalakgeriya mamsote ya di polê de dişikîne.”
‘KEDKARÊN HATINE ÎXRACKIRIN BI HEQDESTEKE KÊM DIXEBITIN’
Bozan, diyar kir ku divê perwerdehiya li welat li derî şert û mercên li welat neyên nirxandin û nemaze jî li Mêrdînê perwerdekarên hatin îxrackirin bi heqdesteke kêm dixebitin û ev yek jî wekheviya firsendê ji holê radike. Bozan, destnîşan kir ku perwerdekarên hatin dûrxistin niha bi pirsgirêka îstihdamê re rû bir û ne û got: “Gelek kedkarên perwerdehiyê yên hatin îxrackirin bêyî tecrûbeyeke wan hebe ji mecbûrî bi qedesteke kêm di hin karan de dixebitin.”
‘DERÛNIYA XWENDEKARAN SEROBINO DIKIN’
Bozan, bal kişand ser guherandina dîroka ezmûna ku piştî biryara hilbijartina zordest a ji aliyê AKP-MHP’ê ve hat dayîn hat kirin û destnîşan kir ku ev yek derûniya xwendekaran serobino dike. Bozan anî ziman ku divê demildest dev ji şaşiyên di pergala perwerdehiyê de tên kirin bê berdan.