NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert, bersiva pirsên rojnamegeran da û got: “140 hezar Efrînî dixwazin vegerin, lê destûr nadin vegerin."
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di civîna xwe ya çapemenî de bersiva pirsa rojnamegeran da û got: "Em mijara Efrînê ji nêzîk ve dişopînin. Heta niha destûra derdora 140 hezar sivîlên ku dixwazin vegerin bajêr nehatiye dayîn.” Heather Nauert, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Em ji rewşa sivîlên Efrînê bi fikarin. Me ji Tirkiye, Rûsya û Sûriyeyê, ji bo sivîl vegerin malên xwe alîkarî xwest. Ji bo mirov vegerên malên xwe divê di nava ewlekariyê de bin. Divê em li ser ewlekariya Efriniyên vegerin malên xwe rawestin.”
Nauert, bal kişand ser rewşa Efrîniyan û wiha axivî: “Ji bo alîkariya Efrîniyan divê hemû alî hewl bidin û bikevin nava tevgerê. Hûn dizanin di hevdîtina Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û hemkarê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu ya NATO’yê de jî ev mijar hat axaftin. Hinek mijarên heyî jî dê di pêşerojê de bên nirxandin.”