ENQERE – Her çend hîn bi awayekî fermî ji bo serkomariyê namzetiya Demirtaş nediyar be jî, lê belê dirûşmeya HDP’ê ya ji bo vê pêvajoyê diyar bû.
Dê HDP’ê sibê bi awayekî fermî namzetê xwe yê ji bo serkomariyê saet di 17.00’an de aşkere bike. Tê diyarkirin ku dê namzetê HDP’ê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demirtaş be. Her wiha dê HDP sibê kampanyaya xwe ya ji bo hilbijartinê jî aşkere bike.
Dirûşmeyên partiyê li ser hesabên civaka medyayî yên partiyê hatin parvekirin. Dê di pêvajoya hilbijartinê de dirûşmeya sereke ya Demirtaş a bi kurdî “Tu Dikarî” û ya bi tirkî jî “Senle Degişir” (Dê bi te biguhere) be. Her wiha li ser afîşa ku wêneyê Demirtaş lê ye jî “Mirovekî Baş Demirtaş” cih digire.