AGIRÎ - Li Bazîdê di Tîrmeha 2015’an de 5 kesên hatin girtin, ji wê rojê û vir ve sîrgûnî gelek girtîgehan hatin kirin û 28 mehin îdîanameya wan nehatiye amadekirin.
Li navçeya Bazîda Agiriyê di operasyona Tîrhema 2015’an a li dijî endamên TUHAD-DER, KCD û HDP'iyan de 5 kesên hatin girtin, ligel du sal derbas bûn jî hîna îdîanameya wan nehatiye amadekirin. Mehmet Bozkurt, Ziya Ozbay, Cemîl Rizaoglu, Îbrahîm Bobîlîk û Baran Çagli piştî hatin girtin, sîrgûnê 3 girtîgehan hatin kirin. Xizmên girtiyan, xwestin ku dimildest îdîaname bê amadekirin û derkevin pêşberî dadgehê.
Keça Îbrahîm Bolîlîk ê 60 salî ku bi hinceta “Alîkarî daye rêxistinê” hat girtin Songul Bobîlîk, diyar kir ku piştî girtina bavê wê, dozgerê ku li dosyayê mêze dikir bi sûcdariya “Endamê FETO ye” hat girtin û ligel ku dozgerek nû hat li dosyayê mêze bike jî, heya roja îro îdîaname nehatiye amade kirin.
28 MEHIN BIRYARA VEŞARTINÊ HEYE
Bobîlîk, anî ziman ku her ku ew diçin gel dozger dibeje “Ez amede dikim” û wiha axivî: “Lê her tim taloq dike. Îdîanameyek li holê tuneye, lê bi bavê min re 5 kes 28 mehin li girtîgehê. Ev dozger hinceta gelek dosye hene nîşan dide. Têkildarî naveroka dosyayê tu agahî nayê dayîn. Ji ber ku biryara veşertinê li ser dosyayê heye.”
'GIRTINA DIRÊJ VEGUHERÎ ÎNFAZÊ'
Bolîlîk, da zanîn ku hemû serledanên wan ê îtîrazê bê encam man û wiha bilêv kir: “Ev rewş nêzîkatiya dadgeha bilind a ji kurdan re nîşan dide. Kurdan bi rêbaza bêparastin û bêziman hiştin, ceza dikin. Ev ne tenê ji bo bavê min, ji bo hemû kurdan derbas dare. Bi awayekê bêpirs û bêhiqûq mirovan dîl digirin. Mînaka edaleta dereng mayî ne edalete, vê yekê baş vedibêje. Di pêvajoya OHAL’ê de bi sedan kes ji ber çi tên darizandin nizanin. Girtina dirêj bi serê xwe înfaze.”
'DI REWŞA BIBE NEXWEŞÊ 541'AN'
Bobîlîk, destnîşan kir ku nexweşiyek bavê wê yê kronîk heye û wiha domand: “Li girtîgehan 540 girtiyên nexweşîna giran hene. Bavê min jî di rewşek bibe yek ji girtiyên nexweşîna giran. Divê ev bêhiqûqî dimildest bi dawî bibe. Ez bang li hemû rêxistinên mafên mirovandikin ku xwedî li me derbikevin.”
DI 2 SALAN DE 3 GIRTÎGEH GUHERTIN
5 girtî destpêkê 3 mehan li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê man, piştre sîrgûnê Hêjmara 2 a Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Kiriklara Îzmîr kirin. Li vir piştî salekê man û şûnde Ziya Ozbay û Mehmet Bozkurt di 9’ê Hezîran 2017’an de sîrgûnê Gitîgeha Tîpa L a Alanya, Îbrahîm Bobîlîk sîgûnê Girtîgeha Tîpa T a Wanê hatin kirin û Cemîl Rizaoglu û Baran Çagli jî hîna li girtîgehan Kiriklara Îzmîrê dimîn in.