Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû

  • rojane
  • 17:32 10 Kanûn 2023
  • |
img
WAN - Sezaî Temellî yê HEDEP’î ku li Wanê di panelekê de axivî, diyar kir ku hêzên kurewî ji ber fikrên wî Abdullah Ocalan “bixeter” dibînin û wiha got: “Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû.”
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de bi mijarên “Armanca polîtîkayên tecrîdê û bandora wê ya li ser girtîgehan” û “Binpêkirinên mafên mirovan” li avahiya baroyê panelek li dar xist. Di panela ku Hevseroka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê Bûrcû Şeber moderatoriya wê dikir de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Mûşê Sezaî Temellî axivîn. 
 
ÇIMA TECRÎD?
 
Di panela ku gelek kes tevlibûn de ewilî Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek axivî. Çîçek, ê qala tecrîda mutleq a li Îmraliyê kir, wiha got: “Armanca bingehîn a tecrîdê ew e ku ji aliyê netew dewletan ve pêşî li belavbûna paradîgma û ramanên Birêz Ocalan bê girtin ku belavî cîhanê bibin. Her wiha serhildana birêz Ocalan a li dijî pergala kapîtalîst a li ser bingeha bêstatubûna gelê kurd hatiye avakirin e.”
 
Çîçek, destnîşan kir ku kurd û dostên wan Abdullah Ocalan weke Rêberê Kurdan qebûl dikin û anî ziman ku ev yek ji aliyê netew dewletan ve weke rewşeke bixeter tê dîtin.  Çîçek, axaftina xwe wiha domand: “Paradîgmaya Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk ku Ocalan li dijî dewletên kapîtalîst derxistiye holê, weke xeteriyekê tê dîtin. Dewlet û hêzên kapîtalîst  armanc dikin ku Rêberekî gelek rakir ser piyan û li Rojhilata Navîn rewş guhert, li Îmraliyê tecrîd bikin û asteng bikin ku ramanên wî derkevin derve. Hemû bêhiqûqiyên li dijî birêz Ocalan pişt re belavî hemû girtîgehan bûn û hêj jî berdewam dike.”
 
‘PERGAL OCALAN WEKE XETEREYEKÊ DIBÎNE’  
 
Parlamenterê HEDEP’ê Sezaî Temellî jî anî ziman ku li Tirkiyeyê hemû binpêkirinên mafên mirovan girêdayî tecrîdê ne û wiha got: “Ne li Tirkiyeyê ne jî li cîhanê mînakeke din a tecrîdê nîne. Em li hemû qadan bandora tecrîdê dibînin. Hêzên kurewî û pergal, Ocalan ji xwe re weke xetereyekî dibînin. Sedemê ku weke xetere dibînin jî paradîgmaya wî ya aştiyê bîne erdnîgariya Rojhilata Navîn e.”
 
Temellî bal kişand ser vî rengî ku sedema tecrîdê wê bi xwendinên dîrokî baştir bê fêhmkirin û got: “Tecrîd pirsgirêkeke hiqûqî ye û binpêkirina mafên mirovan e. Sedema herî girîng a ku AKP zêdeyî 20 sal in li ser desthilatê ye, tecrîda ku ferz kiriye ye. Mudaxelekirina Ocalan rasyonelîteya dewletê xera dike. Piştî sala 2015’an, piştî pêvajoya çareseriyê dewlet û hikûmetê ji bo ku pergala xwe ya otorîter zindî bihêlin bi rengekî pir mezin dest bi komkujî û êrîşan kirin. Heke tecrîd were rakirin û birêz Ocalan azad bibe, wê pêvajoyeke veguherîna rasteqîn a pergalê dest pê bike. Pergal li şûna ku pirsgirêka kurd çareser bike, di vê pirsgirêkê de israr dike.”
 
‘PARADÎGMA BELAVÎ CÎHANÊ BÛ’ 
 
Temellî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêzên navnetewî û kurewî dema mijar dibe Ocalan û statuya kurdan bi fikra ‘hûn dikarin dev ji axaftinê berdin û bêdeng bibin’ tevdigerin. Tecrîd meseleyeke krîtîk û girîng e. Ji bilî pirsgirêkeke hiqûqî û mafên mirovan, pirsgirêkeke cîhanê biguherîne ye. Her çiqas hewl bidin tecrîd bikin jî paradîgmaya Ocalan ji ya beriya 25 salan bêhtir li cîhanê belav bûye. Fikrên Ocalan li hemû mirovahiyê belav bû û azad bûne.”
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.  
 

Sernavên din

19/05/2024
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin
12:47 Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:21 Emîne Şenyaşar tê darizandin, lê kujer nayên darizandin'
18:26 Saziyên ziman: Tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire
16:31 Li 3 bajaran çalakiya ‘Tecrîdê dawî bikin’
16:30 Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin
16:16 Li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqeke zêde bi dest bixin
16:05 Pereyê ji şaredariyê re hatiye şandin bi besî mûçeyên xebatkaran jî nekir
15:56 Li Çorumê 2 jin hatin qetilkirin
14:47 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Di salekî de 934 binpêkirinên mafan
14:42 Kişanak li Amedê ye: Kobanê meseleya wijdanê bû, wijdan bi ser ket
14:41 Artêşa tirk gundê Til Mediq ê Şehbayê topbaran kir
14:39 Biryarên Doza Kobanê tên protestokirin
14:38 Kar û barên dewr û tehsîsê yên qeyûmê Sertê hatin betalkirin
14:23 Xelkê Wanê: Biryar ne dadgehê, îktîdarê da
14:14 Daxwaza ‘Bila Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan bê avakirin’
14:12 Wezîrê Edaletê Tunç derheqê Doza Kobanê de daxuyanî da
13:48 1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê dest pê kir
13:36 DEM Partiyê ji hilbijêrên Curnê Reş re name şand: Em ê vîna xwe biparêzin
13:35 Tehliyeya girtiyê 30 salan cara duyemîn hate taloqkirin
13:17 Şîna Aşkan bi girseyî hate ziyaretkirin
13:10 Hiqûqnas: Em cezayên bi darizandinên sexte hatine dayîn nas nakin
12:31 Doza Kobanê di çapemeniya cîhanê de ye
12:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:32 Piştî banga îfadeyê Akil û Çagli hatin binçavkirin
11:29 Çetîn Dogan ê Erdogan ew efû kir hate berdan
11:28 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
11:26 Parêzerê Doza Kobanê Aydin: Mirina Boru ji bo danezanê bi kar anîn
11:10 Ji bo bavê AKP’iyê 2 kes kuştibû efûya Erdogan!
11:07 Dê biryarên Doza Kobanê li 3 bajaran bên protestokirin
11:05 Ji Yuksekdagê peyama ewil: Bila kes xemgîn nebe, nekarîn çok deynin
10:19 Hiqûqnas: Îktîdarê daraz weke amûra sûc bi kar anî
10:14 Li Wanê 21 kes hatin girtin
10:04 Eren Keskîn: Ev biryareke tolhildêr e
09:46 Di Doza Kobanê de li kîjan siyasetmedaran çend sal ceza hatin birîn?
09:23 Çakmak: Ji bo çûna Îmraliyê hevdîtinên me didomin
09:09 Dayikên Aştiyê di 'azadiyê' de bi israr in
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan didome
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 206 roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê GULANA 2024
08:52 Amor û Sjostedt bertek nîşanî biryarên Doza Kobanê dan
08:47 Tuncel: Divê em têkoşîna li girtîgehan a li dijî tecrîda li Îmraliyê watedar bikin
08:44 Erdogan hikumxwarên 28’ê sibatê efû kirin
16/05/2024
22:51 Li Farqînê panela zimanê kurdî
22:03 Biryara Doza Kobanê hat protestokirin
21:59 Gultan Kişanak ji girtîgehê derket: Hewcedarî bi azadî û aştiyê heye
21:06 Nobeta Emîne Şenyaşarê di roja 105’emîn de ye
18:27 Ji DEM Partiyê li ber Sîncanê daxuyanî: Em vê biryarê nas nakin
18:08 Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
17:03 Onder: Dê fermana derheqê me de heta nîvsaetekê bê eşkerekirin
17:02 Ji Ahmet Turk daxuyaniya ewil: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:54 Biryarên di Doza Kobanê de li Meclisê tên protestokirin
16:43 DEM Partî piştî Doza Kobanê bi awayeke awarte dicive
16:41 Xebatên hilbijartinê ji 3 aliyan ve didome: Curnê Reş ya me ye
16:20 Ji DEM Partiyê li dijî biryara Kobanê berteka ewil: Em ê komployên we pûç bikin
16:12 Siyasetmedarên danişîna biryarê şopandin: Şoreşa Kobanê tê xwestin were mehkûmkirin
15:24 Di Doza Kobanê de ceza li ser ceza li siyasetmedaran hat birîn
15:13 Li dijî projeyên madenê yên li Dêrsimê banga ‘têkoşîna hevpar’
15:06 Rojnamevanên ku hate îdiakirin navê wan di lîsteya çalakvanî de ne îfade dan
15:00 Binçavkirin û girtinên li Wanê hatin protestokirin: Operasyona tolhildanê ye
14:48 Jina gef lê dihat xwendin tevî giliya kiribû jî nehat parastin
14:04 Ji bo Doza Kobanê bang hate kirin: Divê pêşeroja welat radestî tarîtiyê neyê kirin
13:57 Yilmaz Yavûz piştî 30 salên girtî hate berdan