STENBOL - Akademîsyen û xwendekarên Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa ya Zanîngeha Stenbolê (ÎU), bi armanca li dijî zagona ku zanîngehê bike du perçe bertekên xwe bînin ziman bi rojan in di çalakiyê dene.
Akademîsyen û xwendekarên Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa ya Zanîngeha Stenbolê (ÎU), bi armanca li dijî perçekirina zanîngehê bertekên xwe bînin ziman bi rojan in çalakiyê pêk tînin. Beriya ku pêşnûma bê meclîsê xwendekar û xebatkarên Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa, tevî personel û malbatên fakulteyê tev li çalakiyê bûn. Kom li pêş avahiya Dekaniya Fakulteyê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman. Akademîsyen û xwendekaran bi pankart û dowîzên li ser “Zanîngeha Stenbolê perçe nabe", “Teşhîs; Perçekirina bê kontrol, dermankirin; Dest nede Cerrahpaşa" “Destê ku Neşterê digire divê pankartan negire" û “Ferman ya Meclisê be jî zanîngeh yên me ne." vekirin. Komê bê navber dirûşmeyen “Perçe neke. Nede perçekirin, fakulteyê nekuje", “Cerrahpaşa ya me ye, dê ya me be" û “Bêdeng nemîne biqîre, ji perçekirinê re na." berz kirin.
Endamê Hîndekarê Şaxa Zanyariya Dermankirina Fîzîkê û Rehabilitasyonê Prof. Dr. Hidayet Sari, “Mamosteyên me û pêşiyên me vir emanetî me kirine. Em vir nadin kesî û nafiroşin tu kesan. Em destûr nadin siyaset têkeve vir. Dibistan, mizgeft û kişla divê siyaset nekeve van cihan."
Cîgirê Dekanê Tipê yê Fakulteya Cerrahpaşa Prof. Dr. Feray Savrun Hipokrat sonda hîpokratê xwend û yên çalakger jî dubare kirin.
Akademisyen û xwendekaran çalakiya xwe bi meşê bi dawî kir.