STENBUL - Komîsyona Mafê Perwerdê ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê, Rapora Herêma Marmara ya Binpêkirina Mafan a Perwerdê ragihand. Li gorî raporê ji 15’ê Tîrmehê û vîr ve 34 mamoste, 5 hezar û 882 akademîsyen, hezar û 372 personelên kargeriyê ji kar hatin avêtin.
Komîsyona Mafê Perwerdê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Stenbolê, Rapora Herêma Marmara ya Binpêkirina Mafan a Perwerdê yên sê mehên ewil ên 2018’an ragihand. Rapor di civîna çapemeniyê ya li avaha Şaxa Komeleyê pêk hat de ji raya giştî re hat eşkere kirin. Sekretera Şaxê Leman Yurtsever rapor xwend û wiha got: “Hewl didin perwerdê li ser esasê olî bidin rûnişkandin. Dibistanên Navîn ên Îmam Xatîp û di lîseyên cûda de Lîseyên Îmam Xatîp vekirin. Bi vê yekê azadiya ramanê ji holê radikin. Em dixwazin demildest navendeke perwerdê ya demokratîk, azad û wekhev bê avakirin.”
‘NÊZÎ 50’Î MAMOSTAYÊN JI KAR AVÊTIN ÎNTÎHAR KIRIN’
Yurtsever, naveroka rapora amadekiribûn wiha vegot: “Piştî 15’ê Tîrmehê, bi îlankirina OHAL û derxistina KHK’an re, bêyî ku pêvajoya dadgehê bînin cih, 34 hezar mamosta, 5 hezar û 882 akademîsyên, hezar û 372 personelên kargeriyê ji kar hatin avêtin. Desthildartiyê barê jî armanca kiribû ku perwerdê yek tîpî bike. Dinava 15 salên dawî de ji 100 mamostayên ketin sinavên KPSS’ê 17 jê hatin tayîn kirin. Dinava mamostayên bêkar hatin hiştin de jî nêzî 50’î mamosteyan întîhar kirin.”
‘DIVÊ NAVENDEK DEMOKRATÎK BÊ AVAKIRIN’
Yurtsever, da zanîn ku divê ji ber serdemên cûda mafê kesekê yê perwerdê ji destê wan neyên girtin û wiha bi dawî kir: “Mafê hemû kesê heye ku beşa xwe hilbijêre û biguhere. Divê navendeke demokratîk bê avakirin.”
herkesin ilgi ve yetenekleri doğrultusunda üniversiteye girme, bölüm seçme veya bölüm değiştirme hakkına sahip olması gerektiğini söyledi.