ENQERE - ÎHD, TÎHV, SES û ATO, têkildarî tundiya polîsan ku li dijî pîra 75 salî Perihan Pulat û Gulnaz Bozkurt pêk anîn, daxuyaniya hevpar dan û diyar kirin ku ew vê tundiyê şermezar dikin û wekî parazvanên mafên mirovan dê heta dawî şopdarê vê dozê bin.
Rêveberên ÎHD, TÎHV, SES û ATO, têkildarî tundî û îşkenceya polîsan a li dijî pîra 75 salî Perihan Pulat û Gulnaz Bozkurt ên di çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" de hatin derpkirin, li Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) civîna çapemeniyê pêk anî. Nûnerên Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) û Sendîkaya Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) amade bûn. Parlamentera HDP'e ya Amedê Sibel Yigitalp û Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Muslum Dogan jî amade bûn. Li salonê wêneyê Pulat û Bozkurt ên di 1'ê Gulanê de rastî tundiya polîsan hatin, hat vekirin. Endamê Rêveberiya TÎHV'ê Dr. Nihat Bulut, diyar kir ku Pulat ji ber tundiya polîsan birîndar bûye û serê wê şikestiye. Bulut, anî ziman ku Bozkurt a rastî tundiya polîsan hatiye jî li rû û bedena wê şopa lêdanê çêbûye. Bulut, da zanîn ku li gorî xala 5'emîn a Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî "Divê li tu kesî îşkence neyê kirin. Divê tevgerên ku rûmetê dişkîne û li djî mirovahiyê neyê kirin." Bulut, bilêv kirku ev yek li dijî xala 3'emin a Peymana Mafên Mirovan a Ewropa ye.
Bulut, ani ziman ku ew vê yekê qekûl nakin û dê heta dawî dozê bişopînin.
Dîmenên ku dema Pulat û Bozkurt rasti lêdana polîsan hatiye di kameraya Odeya Endezyaran a TMMOB'e de hatibû dîtin.