STENBOL - Dozger ji Alî Çeçen ê Bîrgul Çoban kuşt re cezayê muebeta giran xwest. Li bendê ye ku di danişîna 18'ê Gulanê de biryar bê dayîn.
Li semta Kasimpaşa ya Stenbolê di 3'ê Hezîrana 2015’an de Alî Çeçen, Bîrgul Çoban kuşt. 2'emîn danişîna doza kuştina Bîrgul Çoban li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Parêzerê malbata Bîrgul Çoban, Alî Çeçen û parêzerên wî tev li danişînê bûn. Parêzerên Meclîsa Jinan a Stenbolê jî doz şopandin. Di danişînê de zarokê Birgul Çoban û Ali Çeçen ê 15 salî H. Ç., wekî şahid amade bû. H.Ç. diyar kir ku wê şevê bavê wî raxî vexwaribû û wiah got: "Dayik û bavê min şer kirin. Dayika min krîz derbas kir. Dayika min niv tazî revya derve. Bavê min jî rahişt tifinga pombeyî û da pê dayka min. Piştre dengê çekê hat. Piştre nayê bîra min.
HEYETÊ DOZ TALOQ KIR
Dozger jî diyar kir ku hemû delîl li ber çavan girtin û xwest bi sedema ku bi zanebûn Bîrgul Çoban kuştiye Alî Çeçen bi cezayê giran ê muebetê bê cezakirin. Heyetê doz taloqî 18'ê Gulanê kir.
Meclîsa Jinan a Stenbolê jî piştî danişînê li ber edliyê daxuyankî da. Li ser navê Meclîsa Jinan a Stenbolê Beyza Aksoy, diyar kir ku biryara ji doza Çoban derkeve girîng e û wiha got: "Em dê danişîna din jî bişopînin. Îpek Bozkurt diyar kir ku cezayê ku dozger xwest ew jî heman cezayî dixwazin û wiha got: "Ali Çeçen bi zanebûn Birgul Çoban kuştiye.
Dayika Birgul Çoban, Mavîş Çoban jî edalet xwest.