NAVENDA NÛÇEYAN - Kêliyên tundiya polîsan a li dijî Zaneya Dîwana Muhesebat a Emekdar Perîhan Pulat a 75 salî ya ket ber kamera, derket holê.
Kêliyên tundiya polîsan a li dijî Zaneya Dîwana Muhesebat a Emekdar Perîhan Pulat a 75 salî ya di roja pîrozbahiyên 1’ê Gulana Kedkarên Cîhanê ya Enqerê de, yên ketin ber kamerayê derketin holê. Pulat a beşdarî çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kizilay bû û rastî tundiya polîsan hat, ser û çavên wê werimin, şîn û reş bûn. Kêliyên Pulat rastî tundiya polîsan hat, ket ber kamereya ewlekariya Şaxa Mîmarên Odeya Anqerê ya li Kolana Konurê.
Pulat a rastî êrîşa polîsan hat, derbarê polîsan de serlêdana sûc kiribû.