ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku ger partiya wan Serokomariyê qezenc bike, ew ê di salên pêş de li gorî pîvana temsîliyeta wekhev a di destûrnameya wan de cih digire, pergala “Hevserokomartiyê” pêş bixin.
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîlan Dîrayet Taşdemîr, derbarê stratejiya hilbijartinê ya Meclîsa Jinên HDP’ê ya dê di hilbijartina zarodest a di 24’ê Hezîranê pêk bê de diyar kir. Taşdemîr li Navenda Giştî ya Partiyê civîna çapemeniyê pêk anî û stratejiya Meclîsa Jinan a HDP’ê ragihand.
‘ROJA 24’Ê HEZÎRANÊ ROJA HESAP PIRSÎNÊ YE’
Taşdemîr, diyar kir ku ew bi coşa îtîfaqa jinan xwe ji bo 24’ê Hezîranê amade dikin û wiha axivî: “Li dijî îtîfaqa AKP-MHP û polîtîkayên zilmê roja 24’ê Hezîranê di ji bo me roja hesap pirsînê be. Polîtîkayên li dijî jinan a îtîfaqa AKP-MHP’ê, bi polîtîkayên tecrît, komkujiyên siyasî, dizî, dagirkeriya li ser Efrînê û krîza aborî welat ber bi kaosê ve birin. Ji bo ku karibin vê krîzê derbas bikin, dest bi hilbijartina zordest kirin.”
‘EM Ê HÎN BI HÊZTIR CIHÊ XWE DI PARLAMENTOYÊ DE BIGIRIN’
Taşdemîr, anî ziman ku hemû qanûnên wan bi hîlene û wiha got: “Bi qanûnan dixwazin têkoşîna temsîliyeta wekhev a di HDP’ê de asteng bikin. Ditirsin ku jin siyasetê bikin. Ji ber vê em ê carek din li dijî durxistina jinan a ji siyasete, di 24’ê Hezîranê de hîn bi hêztir cihê xwe di parlamentoyê de bigirin. Emê tirsa wan bînin serê wan. Dixwazin li gorî faşîzmê, dijminantiya jinan jî bi sazî bikin. Em rastiya polîtîkayên AKP’ê yên 16 salan ên li dijî jinan baş dizanîn. Nîveke nifûsê ji me jinan pêk tê, lê em ne xwedî mafên wek hevin. Em ê di 24’ê Hezîranê de vê biguherin.”
’BAWERIYA ME BI ME TÊ’
Taşdemîr, da zanîn ku di 7’ê Hezîranê de bi bedelên giran hilbijartin birin serkeftinê û wiha bilev kir: “Berî her tiştî divê em xwedî sandiqan derbikevin. Gava em biçin hilbijartinê divê em destê xwe danin ser wijdanê xwe û wisan dengên xwe bidin. Gava em çûn ser sindogan divê em Fîgen, Gultan û Sebahatê ji bîr nekin. Divê em Dayîka Taybet a 7 rojan cenazeyê wê li erdê ma ji bîr nekin. Divê em Dayîka Sîsê ya 85 salî ya di girtîgehê de tê girtin ji bîr nekin. Jinên ku di encama tundiyê de hatin kuştin, Perîhan Abla ya li Kolana Yukselê ser û çavên wê hişîn û reş kirin divê em ji bîr nekin. Emê hesabên van hemûyan bipirsin û baweriya me, bi me tê. Em ê ne tenê dengên xwe bikar bînin, em ê di heman demê de xwedî sindoqên xwe derbikevin. Em hêvî dikin ku ya harî baş jin bikin. Emê qezenc bikin û vê rejîmê biguherîn in.”
‘EM Ê PERGALA HEVSEROKOMARTIYÊ BÎN IN’
Taşdemîr, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ger namzetê me yê Serokomariyê qezenc bike, em ê pergala ‘Hevserokomartiyê’ bînin.”