AMED – Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP) û Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê rapora mehane û salane ya binpêkirina mafên rojnamegeran ji raya giştî re parve kirin. MKGP'ê diyar kir ku di salekê de 10 rojnamegerên jin hatin girtin û 8 rojnamegerên jin hatin kuştin. ÎRA jî diyar kir ku di nîsanê de 33 rojnameger hatin girtin.
Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP), bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi civîna çapemeniyê rapora meha Nîsanê û rapora jinan a salane ya binpêkirina mafan aşkere kirin. Gelek endamên Înisyatîf û Platformên beşdarî civînê bûn. Rapora Înisiyatîfê ya bi kurdî rojnameger Elîf Alkan û ya bi tirkî jî Berdevkê Înîsiyatîfê Hakki Boltan xwend. Rojnameger Roza Metîna jî rapora salane ya Platformê xwend.
Rojnamer Elîf Alkan diyar kir ku 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapameniyê ya Cîhanê ye lê çapemenî û rojnameger ne azad in û got: “Mixabin di waletê ku em lê dijîn de tu wate û giraniya rojên wisa nîn e. Lê em rojnamegerên li Tirkiyê dijîn di rojên wisa de jî qala êş û azarên rojnamegeriyê, qala êrîşan, qala binçavkirin û girtina rojnamegeran, qala desteserkirina nirx û rûmeta çapameniyê dikin. Di rapora meha din de hêjmara rojnamegerên girtî 170 bûn. Di vê raporê de hêjmar derketiye 190’î. Hikumeta heyî bi kar û barê dike xwe li ber deriyê girtîgeha Tirkiyê ya mezintirînê cîhanê kiriye gardiyan. Ne pêkane ku ev biguhêre. Di vê rewşê de nabe ku em xîtabê hikumeteke wisa bikin û wê vexwînin hiquqê.”
Alkan rapora Înîsîyatîfê ya meha Nîsanê wiha parve kir:
* 190 rojnameger girtîne
* 17 rojnameger hatin binçavkirin
* 33 rojnameger hatin girtin.
* Li 2 rojnamegerî doz hat vekirin.
* 50 rojnamger hatin darizandin.
* Li 29 rojnamegeran bi giştî 144 sal, 2 meh û 29 roj cezayê girtîgehê, 3 hezar TL cezayê pere hat birîn.”
PLATFORMA ROJNAMEGERÊN JIN ÊN MEZOPOTAMYA: DI SALEKÊ DE 8 JIN HATIN KUŞTIN
Li ser navê rojnamgerên jin Endama Platforma Rojnamgerên Jin ên Mezopotamyayê Roza Metîna rapora sala 2017’an û sala 2018’an a meha çileyê xwend.
Roza Metîna, diyar kir ku li Tirkiyeyê li dijî rojnamegeran zext û zordestî zêde bûne û yên ku herî zêde tên çewisandin jî jin in. Metina, da zanîn ku Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê ji bo parastina mafê jinê û li dijî tundiya li ser qada çapemeniyê hat avakirin û wiha got: "Platform ne bi tenê ji bo jinên Kurd biparêzin hatiye avakirin, ji bo mafê hemû jinên cihanê bê parastin hatiye avakirin û got: “Ev platform platformek navneteweyî ye. Piştî 15’ê Tirmehê OHAL’a ku hat îlankirin zext û zordetî ya li ser çapemeniyê zêdetir bû û gihaşt asta herî jor. Wek rojnamegerên jin jî biryar hat dayin ku platformek bê avakirin û di çarçoveya vê platformê de mafên jinê bê parastin.”
Roza piştre rapora 2017’an û meha çile ya 2018’an xwend. Rapor wiha ye:
“Çile
* Li gor rapora ku hat aşkerekirin karta çapemeniyê ya zer a rojnemgerekê hat betalkirin
* 3 rojnameger di dema şopandina nûçeyan de hatin binçavkirin
* Xebatkarek çapemeniyê ji ber parvekirinên medyaya civakî û bi hinceta propagandaya rêxistinê hat binçavkirin û girtin.
Sibat
* Rojnamegerek ji karê xwe hat avêtin
* Rojnamegerek di dema şopandina nûçeyan de li Rihayê hat binçavkirin û bi îdaiaya endama rêxistinê hat girtin
* Rojnemegerek di encama teqînê de jiyana xwe ji dest da
* Di 27'ê Sibata 2017'an de derbarê nûçeya Hande Firat a di Hurriyetê de ya bi navê Karargah Ne Rehet e/ Ji Heft Rexneyan Heft Bersiv li Serdozgeriya Komara Bakirkoyê lêpirsîn hat destpêkirin
Adar
* Di 23'ê Adara 2017'an de li Şengalê di encama êrîşa Pêşmergeyên Rojê de Rojnameger Nujiyan Erhan birîndar bû û jiyana xwe ji dest da.
Nîsan
* Di 5'ê Nîsana 2017'an de ji ber şopandina nûçeyan a li Nisêbînê Nûçegîhana DIHA'yê Meltem Oktay di 14'ê Nîsanê de hat girtin.
* Her wiha di Nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û serbest hatin berdan.
Gulan
* Di 3'ê Gulana 2017'an de Rojnamegerên jin Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê ava kirin.
* Di 9'ê Gulana 2017'an de ji ber nûçeya nûçegihana rojnameya Cumhuriyetê Canan Coşkun a bi navê "Di pîvazan de jî mît derket" 10 sal ceza lê hat birîn.
* Beyza Ustun a ku ji Rojnameya Ozgur Gundemê rojekê bû Gerînendeya Giştî Ya nobedar salek û 3 meh ceza lê hat birîn.
* Di Gulanê de 3 rojnameger hatin girtin.
Hezîran
*Cezayê Rojnameger Zehra Dogan ê 2 sal 9 meh û 22 rojan hat erêkirin
* Nivîskara Cumhuriyetê Nuray Mert ji kar hat avêtin
* Di 25'ê Tebaxê de hukumeta AKP'ê du KHK'yên nû derxistin bi KHK'yan Rojeva Medya, Rojnameya Şujin û Ajansa Dicle Medyayê hat girtin
* Di vê mehê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û rojnamegerek hat girtin.
Îlon
* Di 23'ê Îlonê de muhalif û aktivîsta Suriyeyî Orouba Bakarat û keça wê Halla Barakat li mala xwe ya Uskudara Stenbolê hatin kuştin.
* Lîstikvan Julide Kural ji ber di çarçoveya piştgiriya bi Rojnameya Ozgur Gundema ku hat girtin beşdarî kampanyaya "Gerînendeyê Giştî ê Nobedê" bû salek û 3 meh ceza lê hat birîn.
Cotmeh
* Di çarçoveya dozên ku derbarê Rojnemeya Ozgur Gundem a ku hat girtin li Parêzer Eren Keskîn 6 meh cezayê girtîgehê û 3 hezar TL cezayê pere hat birîn.
* Di 14'ê Cotmehê de nûçegîhana ANHA'yê Dilîşah Îbiş di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da
* 29 rojnameger hatin binçavkirin 2 rojnameger hatin girtin
Mijdar
*Li Gerînendeya Giştî ya weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin, Eren Keskin û Gerinendeya Karên nivîsê Reyhan Çapan re 100 hezar TL cezayê pereyan hat biri
Berfanbar
* 20 jinên ku xwestin balê bikşînin ser êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê çûn ber avahiya TRT û xwestin beşdarî weşana zindî bibin. Li van jinan û li 2 nûçegihanên jinhayê yên ev nûçe dişopand 31 sal û 3 meh ceza hat dayin
Sala 2018'an
* Di meha Çileya 2018'an de 2 rojnameger hatin binçavkirin"