ENQERE - Ji sala 2006'an vir ve li Newala Dîkenê têkoşîna gel dewam dike û berxwedanê encam da. Qasî 280 xwediyên şevnîşînan, li cihê xwe û bi maliyeta xwe mafê konutan bi dest xist.
Gelê Newala Dîkenê ji sala 2006'an vir ve têkoşîna xwe ya starbûnê dimeşînin û piştî 12 salan bi ser ketin. Buroya Mafê Starbûnê berî 2 salan Kooperatîfa Çêkirina Konutan a Gelê Newala Dîkenê ava kiribû. Di vê kooperatîfê de 280 malbatên xwediyê şevnîşînan cih digirin.
Berî demekê peymana ku hat danîn, ji 28 donim erdê li newalê 6 donim û 312 metreyê wê dewrî kooperatîfê kirin. Îhaleya ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ve hat vekirin de, malên ku dê şirket li newalê ava bike dê berdêla wan gelê Newala Dîkenê bide. Ji bo her daiyreyekî dê malbatek 55 hezar TL bide, 10 hezar TL pêşin, dê 45 hezar TL jî di nav 5 salan de bê dayîn.
'EM Ê BENDA 3 MEHAN BIN'
Serokê Buroya Mafê Starbûnê Tarik Çalişkan, da zanîn ku tu pirsgirêkek qanûnî nema ye, hemû îmze hatine avêtin, berxwedana ku bi dest xistine wiha vegot: "Em alîgirê têkoşîna çînî ne. Di salên 80'yî de hin kesên ku nerêlêtî bi pêş xist xwestin tundiyê li ser gel bidin meşandin, me mudaxaleyê vê kir û em bi ser ketin. Ji bo tapuyan em ê 15 rojan bisekinin. Piştî wê 3 meh şûn de dê înşaet dest pê bikin, em ê li benda wê bin."
'TÊKOŞÎNA ÇÎNÎ BI SER KET'
Çalişkan têkoşîna ku 12 salan berdewam kir ji Ajansa Mezapotamyayê (MA) re parve kir û ev tişt got: "Îro têkoşîna çînî bi ser ken. Tişta girîng serketina çînan e. Tiştekî wiha cara yekem e li Tirkiyeyê pêk tê. Piştî salên 80'yî têkoşîneke ji bo civakê bibe mînak e. Divê her kes ji vê dersê derxe. Ev têkoşîna ji bo Tirkiyeyê mînak e."
MA / Denîz Nazlim - Selman Guzelyuz