Doza Kobanê: Aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e

  • rojane
  • 20:27 6 Kanûn 2023
  • |
img
ENQERE- Siyasetmedara kurd Pervîn Odûncû ya di doza Kobanê de tê darizandin, diyar kir ku aştî tenê bi şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e û got: "Me wê rojê jî tecrîdê qebûl nekir, em îro jî qebûl nakin."
 
Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'î jî di nav de 18 jê girtî 108 kes di Doza Kobanê de tên darizandin. Danişîna 44'an a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê dewam kir.
 
Parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya (HEDEP) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û malbatên girtiyan û gelek kes beşdarî danişînê bûn.
 
Danişîn bi parastina siyasetmedara kurd Pervîn Odûncûyê ya girtî berdewam kir.
 
Odûncûyê anî ziman ku ji ber ku xwe nêzî HDP'ê ditiye di nava HDP'ê de xebatên xwe yên siyasî meşandiye. Odûncûyê destnîşan kir ku bi pêşniyaza xwe di nava Komîsyona Rêxistinkirinê ya HDP'ê de cih girtiye û got: "Dozger, ji ber ku di komîsyona rêxistinê de cih digirim dibêje, tu 'endama rêxistinê' yî. Ez vê îfadeya dozger qebûl nakim. Di siyaseta me de talîmat tune ye. Ez îdiayên xirab ên dozger red dikim. Hemû karê ku min kirine, karên partiyeke yasayî ne."
 
Odûncûyê diyar kir ku ew di çarçoveya xebatên partiyê de çûye Iraqê û karê siyasî kiriye, lê belê di îdianameyê de hewl hatiye dayîn ku serdana wî ya li Iraqê wekî "çûna Qendîlê' bê nîşandan. Odûncûyê got: “Ez di çarçoveya xebatên partiya xwe de çûm gelek welatên Ewropayê jî. Dozger bi israr dibêje, 'çûye Iraqê.' Em bi tevahî bi dozeke komployê re rû bi rû ne. Ketin û derketina Deriyê Sînor ê Xabûrê dibe sûc û bi Qendîlê ve tê girêdan. Her roj bi hezaran kes di wî deriyî re diçin û tên. Ma ev kes tev endamên rêxistinê ne? Ma çûna Qendîlê ew qas hêsan e? Ez vê sûcdariya dozger qebûl nakim."
 
 ‘EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN'
 
Odûncûyê di parastina xwe de der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jî axivî û got ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike û heta ku tecrîd bidome wê aştî neyê welêt. Odûncûyê got: “Îro birêz Ocalan tê tecrîdkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan a li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin didome. Tecrîd li tevahiya civakê belav bûye. Ger tecrîd bê şikandin dê aştî pêk bê. Ma doza ji bo aştiyê sûc e? Min wê rojê aştiyê parast û ez îro jî diparêzim. Me wê rojê jî tecrîdê qebûl nekir, em îro jî qebûl nakin."
 
Odûncûyê amaje bi wê yekê kir ku ew tu îfadeyên şahidên veşartî yên der barê wê de qebûl nake û Doza Kobanê li ser agahiyên şahidan hatiye vekirin û got: “Di vê dozê de biryara DMME’yê ya der barê Demîrtaş de jî nehatiye bicihanîn. Ev nîşan dide ku ev doz, ev dosye ji ber sedemên din hatiye vekirin. Desthilat û hevkarên wê ji bo astengkirina xebatên HDP'ê ev doz vekirin û doz li ser çîrokeke çêkirî didome. Binêrin şahidê veşartî yê bi navê Ûlaş der barê nêzî 600 kesî de îfade da. Ev şahidê veşartî .awa navê ew qas kesan dizane? Di lêkolînekê de ku ji aliyê zanyaran ve hatiye kirin; mirov dikare herî zêde 150 kesan nas bike. Bi ya min li holê şahidekî veşarî tune ye. Dibe ku polîs û îstîxbaratê di raporên xwe de îstîxbarata çêkirî bi kar anibin an jî şahidiyeke veşartî ya dirûvê kesekî/ê de nîşan dabin. Şahidê veşartî ji bo min dibêje ew kadro ye. Ma hûn ê tenê li ser vê gotinê min ceza bikin? Ez darizandineke adil dixwazim."
 
Danişîn dê sibê saet di 10.00'an de ji cihê mayî bidome. 

Sernavên din

16/05/2024
13:05 Jinên girtî: Em ji bo şert û mercên azadiya Ocalan were pêkanîn, tev li danişînê nabin
13:04 Festîvala Filman a Cannesê bi çalakiya kedkarên sînemayê dest pê kir
12:09 Doza Kobanê: Navber dan danişînê
11:51 Li Îranê 2 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê kirin
11:43 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:20 Di Doza Kobanê de danişîna biryarê dest pê kir
10:49 Karê zehmet ê debarê yê karkerên demsalî dest pê kir
10:25 Bakirhan: Em ê bi hev re bibînin ku ders hatiye girtin an na
Hatîmogûllari: Ev doz ji bo Tirkiyeyê xaçerêyek e
09:50 Di êrişa DAIŞ’ê de leşkerekî Iraqê mir
09:39 Welatiyên sêrtî: Dema mirov bi zimanê xwe neaxive mirov bêesil dibe
09:34 Tê payîn ku îro di Doza Kobanê de biryar were dayîn
09:25 Ji bo kurdî tenê 10 mamoste: Divê ne dersên bijartî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn
09:04 Li Şirnexê 25 kes hatin binçavkirin
09:02 Li girtîgehê mirineke biguman: Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe
09:02 Ji Silêman Ehmed ê PDK'ê ew revandiye 205 roj in tu agahî nayê girtin
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê didome
09:01 Wê li Tetwanê her hefte kargehên çand û hunerê bên lidarxistin
09:00 Ji Jîn Artê banga konsera mezin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN
08:49 Meteorolojiyê ji bo barîna zêde û tozê hişyarî kir
08:25 Di lêpirsîna Ayhan Bora de 4 kesên din hatin binçavkirin
08:19 Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan bê berdan
15/05/2024
23:59 Şahiya 15’ê Gulanê: Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
22:26 'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome'
22:09 Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
19:24 Şenyaşar: Heta edelet neyê ez ê li vir bim
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin