STENBOL - Rêxistina Efûya Navneteweyî, bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê, bi rojnamegerên girtî re hevdîtin kir. Rêxistinê diyar kir ku piştî 15'ê Tîrmehê û şûnde 120 rojnameger hatine binçavkirin û girtin û xwest cîhan û cemawerî li hemberî vê yekê bêdeng nemîne.
Rêxistina Efûya Navneteweyî, bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê daxuyaniyke nivîskî da. Rêxistena Efûyê diyar kir ku piştî 15'ê Tîrmeha 2016’an heta niha herî kêm 120 rojnameger li Tirkiye hatine girtin û wiha cih da daxuyaniyê: "Di cotmeha 2016’an de bi KHK'ê Edîtora Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) Zehra Dogan ji ber wêneyekî xêz kiriye û nivîsên xwe yên rojnameyê rastî 3 sal cezayê girtîgehê hatiye. Rêxistinê da zanîn ku Dogan, nameyek ji wan re nivîsandiye û gotiye “Ez xwe wekî girtî hîs nakim. Ez dixwazim carek din xwe nû bikim. Ez dixwazin diyar bikin ku huner û rojnamegerî dîl nayê girtin. Me bi vê minasebetê carek din ev yek îspat kir. Heta ku hemû rojnameger azad bibin têkoşîna me dê bidome. Ez dê dîsa her dem bêjin rojnamegerî ne sûc e."
‘RÊYA BI TENÊ DI TÊKOŞÎNÊ RE DERBAS DIBE'
Rêxistina Efûyê bi Edîtorê Rojnameya Karinca ku li ser înternetê weşanê dike Çagdaş Kaplan re hevdîtin kir. Kaplan di hevîdina Rêxistina Efûyê de diyar kir ku di bin gefê cezayan de xebat pir dijwar e û wiha got: "Rojnamegerî pîşeya me ye. Rastiyek li Tirkiye heye. Lê civak naxwaze vê rastiya Tirkiye bibîne. Divê yek vê rastiyê bide xuyakirin. Ew jî karê rojnamegeran e."
Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan jî di hevdîtina bi Rêxistina Efûyê re got: “Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye zindan. Dema cemîyeta me hat girtin 400 endamên me hebûn. Niha 78 endamên me girtî ne. Ji bo rê li pêş vê yekê bê girtin divê berî her tiştî hemû rojnameger bibin yek."
‘RÊ PIŞTEVANÎ YE'
Edîtorê Rojnameya Cumhuriyetê Murat Sabuncu ku rastî 7 sal û 6 meh ceza hat jî ji Rêxistina Efûyê re axivî û wiha got: “Ez ji pîşe û welatê xwe hez dikim. Ez hem ji bo Tirkiye û hem jî ji bo cîhanê azadiyê dixwazim."
Alîkara Dîroktora Ewropa ya Rêxistina Efûya Navneteweyî Gaurî Van Gulik, têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Hilbijartin nêzîk dibe. Di vê pêvajoyê de bêtir pêdivîya Tirkiye bi çapemeniya azad heye. Rojnamegeren wêrek di nava hewaya bi tirs de karê xwe berdewam dikin. Divê cîhan nîşani rayedarên Tirkiye bide ku em rojnamegerên wêrek û rojnamegerên li zindanan dirizin ji bîr nakin. Em dixwazin dawî li vê rewşê bê û cîhan li hemberî rojnaemgerên girtî bêdeng nemînin.