STENBOL - Li bendê ye Hevserokê HDP’a Bajêrê Stenbolê Cengîz Çîçek jî di navê de 10 kesên di serdegirtin civîna gel a Gungorenê de hatin binçavkirin îro derxin dozgeriyê.
Li bendê ye ku Hevserokê HDP’ê yê Bajêr a Stenbolê Cengîz Çîçek jî dinavê de 10 kesên di serdegirtina civîna gel a navçeya Gungorena Stenbolê de hatin binçavkirin, îro derxin dozgeriyê. Polîsan di 24’ê Hezîranê de bi ser avahiya HDP’ê ya Gungorena Stenbolê de girtibûn û 41 kes kiribûn binçavan. 31 kes piştî îfadeyên wan ên li Midûryeta Polîsan hatin girtin, hatin berdan.
Çîçek ê HDP’î û 9 kesên din dibin çavan debûn. Li bendêye ku 10 kesên 6 rojin dibin çavan de di saetên nîvrode sewqî Edliya Çaglayana Stenbolê bên kirin.