Doza Kobanê: DAIŞ her tim ji bo armancên veşarî yên Tirkiyeyê hate bikaranîn

  • rojane
  • 13:52 5 Kanûn 2023
  • |
img
ENQERE - Di îdianameya Doza Kobanê de ji bo endamên DAIŞ’ê têgeha “milîtan” hate bikaranîn û ji bo siyasetmedaran jî “endamê/a rêxistina terorê” hate bikaranîn. Siyasetmedar Pervîn Oduncu jî bertek nîşan da û got: “DAIŞ, ji bo armancên Tirkiyeyê yên veşarî tê bikaranîn.” 
 
Rûniştina duyemîn a danişîna 44’an a Doza Kobanê ku 18 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Rûniştina danişînê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê lidarxistin. 
 
Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên Enqereyê, Komîsyona Hiqûqê ya HEDEP’ê, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û xizmên girtiyan tev li danişînê bûn. 
 
‘EZ PARASTINA XWE DIYARÎ DENÎZ POYRAZ DIKIM’ 
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî bi parastina siyasetmedara girtî Pervîn Oduncu berdewam kir. Oduncu, bi gotina “Dixwazim ez ê ji bo gelê xwe deyndar bimrim” dest pê kir û parastina xwe diyarî Denîz Poyraz ku li avahiya HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin. Oduncu, diyar kir ku êdî dadgeh ji bo wê “bêwate” bûye û wiha got: “Di berîkên we de ceza hûn wisa hatine. Ji roja ewil heta niha we ev yek da hîskirin. Min li vir zanî bê ka ‘Îhsas-i rey’ çi ye. Ez li vir hîn bûm bê ka xala 90’emîn a Destûra Bingehîn çawa tê binpêkirin. Li ser vê kursiyê hewl didim baweriya xwe bi hiqûqê bînim. Lê helwesta şandeya we ya di tevahiya danişînan de ev hêviya min şikand.” 
 
‘WE MAFÊ ME YÊ DARIZANDINA ADILANE BINPÊ KIR’
 
Bi domdarî Oduncu got dixwaze bi parastina xwe di dîrokê de cih bigire û wiha pê de çû: “Heke rojekê aştî bê vî welatî; ji bo halê me ji me bi xwe guhdarî bikin vê parastinê dikim. Ji bo girtina min tu sedemek nîne. Bêhiqûqtiya we li min û hevalên min kirî tenê bi vê bisînor nema. We bi şahidên ku derheqê min de tenê yek îfade nedayî di dosyaya yekkirî de îfade pê da kirin. Hûn ji ewil digirin û piştre jî sûcê min amade dikin. We mafên me yên darizandina adilane û parastinê binpê kir. We li ser îfadeyên derew rewşa me ya girtî domand.” 
 
JI BER BIKARANÎNA LÎMONÊ 11 ROJ CEZAYÊ HUCREYÊ DAN! 
 
Di berdewamê de Oduncu anî ziman ku di pêvajoya girtîmayînê de ji hêla madî û manewî ve windahiyên wê çêbûne û wiha got: “Di nava şert û mercên dermirovî de dijîm. Heta dijminê mirov jî be, divê tu kes di nava van şert û mercan de nejî. Heta ji ber lîmona me bi kar anî jî 11 rojan cezayê hucreyê hate dayîn. Li girtîgehan zextekî dermirovî heye û girtî ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.” 
 
‘DAIŞ’Î MILÎTAN, SIYASETMEDAR TERORÎST IN’
 
Oduncu, bal kişand ser armanca dozê û vegot bê ka rêxistinbûna DAIŞ’ê li Tirkiyeyê rê li ber çi vekiriye. Oduncu, wiha dom kir: “Ji ber twîtekê ceza li me hate birîn lê DAIŞ’iyên ku kujerên bi sedhezaran kesan e destên xwe dihejînin û bi serbestî digerin. Ez vê rewşê jî ji teqdîr, hiqûq û edaleta dadgeha we re dihêlim. Di îdinameyê de DAIŞ’î weke ‘milîtan’ û siyasetmedar jî weke ‘endamên rêxistina terorê’ hatine nîşandan. Em vê qebûl nakin.
 
‘TIRKIYE BI VEŞARÎ DAIŞ’Ê BI KAR TÎNE’
 
Odunce, komkujiyên DAIŞ’ê bi bîr xist û wiha got: “Di serî de Komkujiya Gara Enqereyê ya di 10’ê Cotmehê, firariyê gelek dozan Îlhamî Bali ye. Lê ev kes bi necezakirinê hate xelatkirin.” Oduncu, nûçeyên têkildarî dozên DAIŞ’iyan ên “necezakirinê” yên di rojnameyan de hatine weşandin xwend û wiha got: “DAIŞ her tim ji bo armancên veşarî yên Tirkiyeyê hate bikaranîn. Bali, biyaniyê daraza Tirkiyeyê nîne. Her wiha di sala 2012’an de bersûcê Doza El Qaîdeyê ye. Tenê çendek mehan di girtîgehê de ma û piştre hate berdan. Ji bersûcên Komkujiya 10’ê Cotmehê Abdurrahîm Boz jî ji Doza El Qaîdeyê ya Stenbolê hate darizandin û hate berdan.” 
 
Dadgehê heta saet 13.45’an navber da danişînê. Dê danişîn piştî navberê bidome. 
 

Sernavên din

08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin
09:52 Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e
09:47 Qada perwerde û têkoşînê ya jinan: Navenda Piştevaniyê ya Jinan
09:35 'Li dijî êrişên li ser jinan têkoşîneke hevpar divê'
09:14 Rojnamevana girtî rewşa girtiya ku îşkence lê hat kirin ragihand
09:03 Ji bo 10 bajaran hişyariya barînan hate kirin
09:03 Ji Dayikên Aştiyê bertek ji bo êrişan: Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste
09:02 Siyasetmedarê Azerbaycanî Yaqublu 36 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:00 Dê bi daxwaza 'Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê' li qadan bin
09:00 ROJEVA 6’Ê GULANA 2025’AN
05/05/2025
16:49 Navê Sirri Sureyya Onder dê li navenda çandê were kirin
16:43 Gucenmez ê DEM Partiyî hate berdan
16:19 Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
15:34 Li Sûriyeyê rojnamegerek hate kuştin
15:09 Dewleta tirk di 6 rojan de hezar û 987 caran êriş kir
15:00 BES'ê li gelek bajaran TUÎK protesto kir
13:54 Ji bo Onder li gelek bajaran şîn hate danîn
13:07 Miftiyê ji tacîza zayendî ya li dijî zarok dihat darizandin beraet bû
12:20 Rêveberiya Xweser: Berxwedana li Bendava Tişrînê bi ser ket