Hatîmogûllari: Em ê qeyûman bişînin nav qirêjiya wan

  • rojane
  • 12:49 5 Kanûn 2023
  • |
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku li her derê dest bi amadekariyên hilbijartinê kirine û wiha got: “Em ê bi gelê xwe re hemû dîwarên di 31’ê adarê de li dijî gel hatine danîn perçe perçe bikin. Em ê qeyûmên AKP’ê û MHP’ê bişînin nav qirêjiya wan.” 
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari di komcivîna partiya xwe ya Meclisê de têkildarî rojevê nirxandin kirin.  
 
Hatîmogûllari ku bi bîr xistina 4’ê Kanûnê Roja Madenvanan dest bi axaftina xwe kir, anî hezazên madenan weke qeza tên bilêvkirin lê hezaz cînayet in û wiha got: “Gelek birayên me yên madenvan ku ji ber hezazan jiyana xwe ji dest dane hene. Soma hêj weke duh di bîra me de ye. Ev ji bo rant û sermayeyê mirinan paşguh dikin.”
 
‘ÎSRAÎL QETILKIRINA ZAROKAN DIDOMÎNE’ 
 
Hatîmogûllari qala êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê kir û diyar kir ku Îsraîl bombebarandina Xezayê û qetilkirina zarokên filistînî didomîne.
 
‘DIVÊ ERDOGAN LI LAHEYÊ BÊ DARIZANDIN’ 
 
Hatîmogûllari ya bi gotina “Divê em vî şerî bidin sekinandin” gotinên xwe domandin, bi lêv kir ku divê agirbest demildest were pêkanîn û wiha berdewam kir: “Kesên diaxivin jî vala diaxivin. Binêrin Erdogan got ku ‘Netenyahû weke qesabê Xezayê derbasî dîrokê bû’ û dibêje divê li Laheyê were darizandin. Weke mînak jî Milosevîç dide. Lê ji bîr dike ku mîmarê desthilata ku li Rojava sûcê şer dike ye. Ji bîr dike ku li Rojava çawa gelê kurd û zarokên biçûk hatine qetilkirin. Gelek mirovên ku li Laheyê bên darizandin hene, yek ji wan jî Erdogan e.”
 
‘WERIN EM DARA AŞTIYÊ DEYNIN’  
 
Hatîmogûllari, bal kişand ser bazirganiya Tirkiyeyê ya bi Îsraîlê re û wiha lê zêde kir: “Hefteya borî partiya me pêşniyaza komê da; pêşniyar kirin ku pirsgirêka Filistînê bixin rojevê, li parlamentoyê komîsyonekê ava bikin û xebatekê bimeşînin. Ev pêşniyaza me bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin. Em ji vir bipirsin; Hûn ji çi direvin? Hûn çima ji avakirina komisyonê an jî ji xebata di parlamentoyê de direvin? Di serî de gelê Filistînê, pirsgirêka kurd a li herêmê ji bo hemû pirsgirêkan werin em destê xwe deynin bin kevirî. Ji bo ku ne kurd, ne ereb, ne tirk ne ecem ne ermen tu welatiyên me li ser erdnîgariya me jiyana xwe ji dest nedin werin em bi hev re li Rojhilata Navîn dara aştiyê deynin.”
 
‘AKP HEWL DIDE LI SÛDANÊ ÇANDINIYÊ BIKE’  
 
Hatîmogûllari, qala xebatên têkildarî hilbijartinên herêmî dane destpêkirin kir û anî ziman ku herêma Çûkûrova ya ku serdana wê kirin bê bêhn hatiye hiştin. Hatîmogûllari bal kişand ser polîtîkayên çandiniyê yên AKP’ê û bi lêv kir ku tevî ku herêm navenda çandiniyê ye jî hilberîne pembû û narenciyeyê hate qedandin. Hatîmogûllari, bal kişand ku AKP şûna herêmê hewl dide li Sûdanê çandiniyê bike û got: “Ev qaşo herêmî û milî ne. Lê ev ne herêmî ne jî milî ne. Binêrin beriya çend salan nêzî milyonek donimê erdî hatiye kirêkirin. Gelek pere dane van deran. Çima? Ji bo çandiniyê bikin. Axa bibereket a Çûkûrovayê hiştin çûn Sûdanê. Tiştek bi dest xistin na. Dîsa pereyên razandin Sûdanê bi alîgirên xwe dane xwarin û rûniştin cihê xwe.”
 
 ‘PÊŞKEŞÎ SERMAYEYA XWE DIKE’ 
 
Hatîmogûllari bal kişand ser cihên ku li herêma erdhejê weke qada rezerv hatin îlankirin û anî ziman ku Erdogan ji bo peşkêşî sermayeya xwe bike, xwedî nêzîkatiyeke ku li ser xwîna mexdurên erdhejê qezenckirina pereyan helal dibîne ye û got: “Me erdhej ji bîr nekir em ê nedin ji bîr kirin, em ê heta dawiyê li rex we bin.”
 
 
‘VEGUHERÎ ÇOLA SÎNAYÊ’ 
 
Hatimogûllari, îşaret li serdanên xwe yên li Kurdistanê kir û gotinên xwe wiha domandin: “Têkildarî pergala qeyûm a perçeyekî Plana Çokdanînê ya gelê kurd me li Pirsûsê ev dît. Gelek qeyûm hatine tayînkirin; weke kolanên bajarok, navçe û bajarên me her der di nava tozê de ye. Rê kolane. Weke ku qeyûmê karmend ê ji aliyê Qesrê ve hatiye tayînkirin ji bo ku ji wî gelî tolê hilîne hatiye peywîrdarkirin. Weke ku peywîra mirovên ku deng nedane wan îşkence bikin dane wan. Dema li Pirsûsê dimeşin toza Çola Sînayê bi rûyê we dikeve.
 
EM Ê PERÇE PERÇE BIKIN  
 
Lê me di serdana xwe de vîna gelê Pirsûsê ya li dijî qeyûman jî dît. Ne tenê Pirsûs li hemû şaredariyên ku qeyûm hatine tayînkirin, di serî de şaredariyên ku qeyûm tayînkirine, di serî de gelê kurd û gelên li wir dijîn vîna hilweşîna wan dîwarên beton nîşandan. Em soz didin em ê wan betonan perçe perçe bikin.”
 
QEYÛM TAYÎNÎ TTB’Ê KIRIN 
 
Yek ji mînaka me di demekî nêzîk de jiyan jî qeyûma tayînî TTB’ê hate kirin bû. Rojên borî bi biryara daraza Qesrê Konseya Navendî ya TTB’ê ji peywîrê hate wergirtin û qeyûm tayînî şûna wê hate kirin. Dema dibêjin TTB feraseta aştiyê ya dibêje ‘Şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e’ ye. 
 
SEDEMÊ WÊ ÇI YE?  
 
Seroka TTB’ê rêzdar Şebnem Korûr Fîncanci di mijara bikaranîna çekên kîmyewî de got ku ‘divê lêkolînên cidî bên kirin’. Şebnem Korûr Fîncanci weke miroveke zanyar ji ber axaftina xwe ya rast hate darizandin. Yek ji mijarên ku TTB pê re rû bi rû maye û jê tê darizandin ev e. Me gelek caran ji vê kursiyê got kul i dijî ciwanên kurd çekên kîmyewî tên bikaranîn. Şûna ku dest ji bikaranîna çekên kîmyewî berdin, kesên ev rastî got tê darizandin. Em li dijî vê gotinekê nabînin ku bibêjin. Em vê feraseta ku tayînkirina qeyûman a li dijî kesên li hemberî wan serî natewînin, saziyên weke daxwaza wan tevnagerin, saziyên pîşeyî ku di xwe de weke heqekê dibîne şermezar dikin. Stajên qeyûman li şaredariyên HDP’ê kirin, niha belavî tevahiya Tirkiyeyê kirin. Ne pêkane ev ferasetê qebûl bikin. Em weke duh îro jî li rex TTB’ê ne. 
 
BERDEWAMA SÛSÛRLÛKÊ  
 
Pirsgirêkeke din derket holê. Nelirêtiyên fonan. Ez ê bêjim destê kê di berîka kê de ye ne diyar e lê bawer bikin dest jî berîk jî diyar e… Ji bankavanan heta futbolvanan, heta Mehmet Agaran û qesrê trafîkeke dizî û nelirêtiyê ya mezin heye. Bila Trafîka Sûsûrlûkê bê bîra hewe, sêgoşeya dewlet, mafya û siyasetê. Bi mehan ji manşetan neket û gel bi daxwaza em civakeke paqij dixwazin li qadan bû. Ne bêje me li Sûsûrlûkê tenê fragman temaşe kiriye, fîlmê esas niha tê lîstin. Destê hemûyan di berîka gel de ye. Pereyên ev didizin ji berîka me derdikeve.
 
BERTEK NÎŞANÎ DAXUYANIYA MÛÇEYA KÊMTIRÎN DA 
 
Serokê Giştî yê AKP’ê dibêje ku em ê bi zemeke bidin mûçeya kêmkirin êm ê vî karî çareser bikin. Ez ji vir ji Erdogan dipirsim; Heke tu ne li Qesrê di nava gel de jiyabûya, ne Serokkomar karkerek bûya, da bi mûçeya kêmtirîn çawa li malbata xwe ya ji çar kesan pêk tê binêrî? Derkev ji gel re bêje. Em bersiva vê pirsê dixwazin. Dema em li kolanên Dîlokê digeriyan jinekê ev tişt ji me re got ‘tu tenê nanê zuha bidî zarok ev mûçeyê kêmtirîn têra nake.’ Hesta bindestan, kedkaran û xizanan vê jina dilokî gelek baş vegot.
 
EM Ê HEMÛ RENGAN WEKE NAMZET NÎŞAN BIDIN  
 
Ji bo hilbijartinên herêmî bi awayekî zêde serlêdan li partiya me tên kirin û berdewam dike. Me gotibû ku em ê lihevhatina bajar a herî berfireh namzetên xwe diyar bikin. Em weke li her derê dixwazin ku li dijî feraseta mêrsala jin, ciwan û astengdar gavekê derkevin pêş. Em li bendê ne ku bi taybetî serlêdanên jinan, ciwanan û astengdaran zêde bibin. Em ê hemû gel, bawerî ,reng û dengên vê civakê li çar aliyê Tirkiyeyê weke namzet bidin nîşandan.
 
‘KU CAREKE DIN NEYÊN DÊ BIÇIN’ 
 
Em ji bo ku li her derê qezenc bikin derdikevin rê. Kesên ji bo şaredariyên herêmê destên xwe diperixînin bila bizanin ku ji wan re ji wê derê nan dernakeve. Gelên me dê li dora partiya xwe wisa bisekinin ku dê qeyûman ji wir wisa derxînin ku ew qeyûm careke din neyên biçin.
 
EM Ê BIŞÎNIN NAV QIRÊJIYA WAN  
 
Ew axa axa me ye, ne axa qeyûm e. Em bi hev re nîşan bidin ku em ê şitla xwe ya jiyanê çawa deynin û mezin bikin. Em bi gelê xwe re bi rêxistinên xwe yên navend û navçeyan re bajar bi bajar, navçe bi navçe tax bi tax gund bi gund li qadan in. Ne tenê li Kurdistanê li her derê li qadê ne. Me xebatên xwe dan destpêkirin. Heta ku kesekî ku me destê wî negirtî nemine em ê kolanan bin. Me soz daye gelê xwe ku her tax û kolan bi alên partiyê rengîn bibe û em ê wê sozê bi cih bînin. Li dijî dizen vînê dê vîna gel qezenc bike û gelên me dê di vê hilbijartinê de dîrokeke mezin binivîsin. Em ê bi gelê xwe re hemû dîwarên di 31’ê adarê de li dijî gel hatine danîn perçe perçe bikin. Em ê qeyûmên AKP’ê û MHP’ê bişînin nav qirêjiya wan. Em ji bo tev li rêveberiyên herêmî yên xwe yên bajarên xwe bibin li her devera Tirkiyeyê û Kurdistanê lê dijîn ketine ser rê.”
 
 
 

Sernavên din

08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin
09:52 Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e
09:47 Qada perwerde û têkoşînê ya jinan: Navenda Piştevaniyê ya Jinan
09:35 'Li dijî êrişên li ser jinan têkoşîneke hevpar divê'
09:14 Rojnamevana girtî rewşa girtiya ku îşkence lê hat kirin ragihand
09:03 Ji bo 10 bajaran hişyariya barînan hate kirin
09:03 Ji Dayikên Aştiyê bertek ji bo êrişan: Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste
09:02 Siyasetmedarê Azerbaycanî Yaqublu 36 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:00 Dê bi daxwaza 'Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê' li qadan bin
09:00 ROJEVA 6’Ê GULANA 2025’AN
05/05/2025
16:49 Navê Sirri Sureyya Onder dê li navenda çandê were kirin
16:43 Gucenmez ê DEM Partiyî hate berdan
16:19 Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
15:34 Li Sûriyeyê rojnamegerek hate kuştin
15:09 Dewleta tirk di 6 rojan de hezar û 987 caran êriş kir
15:00 BES'ê li gelek bajaran TUÎK protesto kir
13:54 Ji bo Onder li gelek bajaran şîn hate danîn
13:07 Miftiyê ji tacîza zayendî ya li dijî zarok dihat darizandin beraet bû
12:20 Rêveberiya Xweser: Berxwedana li Bendava Tişrînê bi ser ket