DERSIM - Serokê Giştî yê DAD'ê Dursun Demirtaş, der barê 81'emîn salvegera komkujiya Dersimê de diyar kir ku polîtîka û feraseta komkujiyê hêj li herêmê berdewam dike û xwest dewlet ve rastiya xwe qebûl bike.
Lijneya Wezîran di 4'ê Gulana 1937'an de di çarçoveya Plana Islahata Şerqê de biryara "Tevgera Tengîl a Tuncelî" da. Bi vê biryarê re li Dersimê nêzî 70 hezar welatiyên Dersimê hatin kuştin û bi deh hezaran Dersimî ji cih û warên xwe koçber bûn. Di ser komkujiya Dersimê re 81 sal derbas bûn. Li gorî daneyên fermî, 16 hezar sal li gorî daneyên ne fermî 70 hezar welatî hatin kuştin. Di 24'ê mijdara 2010’an de li Berlînê Konferansa Dersimê hat lidarxistin. Di vê Konferansê de biryar hat dayin ku Komkujiyê bibin rojeva Dadgeha Ceza ya Navneteweyî. Prz. Erdal Dogan, der barê komkujya Dersimê de daxwaznameya ku ji 225 rûpelan pêk tê amade kir û di 23'ê Mijdara 2012’an de li Hollanda li bajarê Laheyê serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî da.
Alî dogan ê 88 salî jî diyar kir ku di komkujiyê de rastî sunguyan hat û dayika wî û 2 xwişk û birayên wî hatin kuştin û di sala 2017'an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Dogan, di sala 2012'an de ji Lijneya Wezîran xwest lêborînê ji gelê Dersimê bixwazin û bi riya parêzeran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.
Her sal gelê Dersimê di 4'ê Gulanê de komkujiyê şermezar dike û kesên di komkujiyê jiyana xwe ji dest dane bibîr tîne. Îsal di 4'ê Gulanê de hemû partiyên siyasî, komele û rêxistinên civakî dê di 4'ê Gulanê de li qada Seyît Riza bernameya bîranînê pêk bînin. Saet di 19.38’an de ku wê saetê Seyît Riza hat darvekirin dê ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz bigirin. Têkildarî komkujiyê Serokê Giştî yê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Dursun Demirtaş, diyar kir ku 81 sal di ser komkujiyê re derbas bû, lê polîtîka û feraseta komkujiyê hêj berdewam dike û xwest dewlet ve rastiya xwe qebûl bike.
Demirtaş, diyar kir ku piştî osmanî hilweşiya û komara Tirkiye hat avakirin di sala 1924’an de Qanûna Bingehîn derbasî modela netew dewletê bû û wuiha got: "Di nava sînorê Misak-i Milli yê Tirkiye de yek milet, yek nijad, yek ziman, yek ol hatin ferz kirin. Modela Netew dewletê hemû reng û bewerî xistin yek qalibî û hewl da yên din tune bike. Beriya tevgera 1937-38'an li Koçgirî, Agirî, û gelek cihên din komkujî pêk anîn. Herî dawi gotin Dersim serê Kînorê ye û lîstikên mezin lîstin. di serdema Osmanî de jî gelek caran hatin kirin. Ji ber ku Dersim cih û warê baweriya elewiyan e, di 4'ê Gulanê de Lijneya wezîran, biryarek wisa girt. Xwestin Dersimê îmha bikin û tevî bikin tirk. Xwestin Dersimê bê mirov bihêlin. Xwestin tevan bikin sunnî."
Demîrtaş, anî ziman ku ji sala 1937’an heta niha heman polîtîka û ferasetê li bajarê herêmê berdewam kir û hêj didome û wiha got: "Li Tirkiye hişmendiya kesên li Dersimê komkujî pêk anî hêj didome. Divê ji bo Tirkiye rê li pêş komkujiyê bigire berî her tiştî demokratîk bibe. Divê dewlet ji gelê Dersimê leborînê bixwaze. Heta ku lêborînê ji gelê dersimê nexwazin dê tiştek neyê guhertin. Em bûn şahidên komkujiyên Çorum, Mereş û Sêwasê. Divê berî her tiştî dewlet bi rastiya xwe re bû rûqalî hev. Yên ku komkujî pêk anîne tu carî negihiştine armanca xwe. Ji ber vê yekê polîtîkayên komkujiyê ne çareserî ne. Tu demê nerîna heq û heqîqetê bi tang, top û çekan nehatiye tunekirin. Dê dîsa neyê tunekirin. Em bang li her kesî dikin ku di 4'ê Gulanê de li Qada Seyit Riza her kes tev li bernameya bîranînê bibin."