Li Dêrsimê ciwan koç dikin: Yekzilamî bûye sedema bêhêvîtiyê

  • rojane
  • 09:09 5 Kanûn 2023
  • |
img
DÊRSIM - Li Dêrsimê koçberiya ciwanan her ku diçe zêde dibe. Welatiyên li Dêrsimê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên desthilatê ciwan koçber bûne û gotin ku divê hêvî û derfetên kar bên afirandin.
 
Koçberiya ku bi salan e li Dêrsimê berdewam dike, her diçe bi çûna ciwanan re zêdetir berbiçav dibe. Li gorî hejmarên nefermî; nêzî 7 hezar ciwan koçî welatên Ewropayê kirine. Di encama vê koçê de gelek dibistanên gundên bajêr ji ber “kêmbûna nifûsê” bi metirsiya girtinê re rû bi rû ne. Dîsa mamosteyên bajêr dibêjin ku xwendekarên dibistanên seretayî û navîn jî nikarin ji bo siberojê xeyalan çêbikin û ji dêvla wê difikirin ku dê çawa biçin derveyî welêt. Sedema koçberiyê wekî bêkarî, fikarên ji siberojê û sedemên siyasî tên nîşandan.
 
Dêrsim ku di salên 1980 û 1990'î de ji ber sedemên siyasî û aborî timî bi koçê re rû bi rû ma, niha bûye bajarê nifûsa wê herî kêm. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) jî Dêrsim di rêza duyan ya bajarên nifûsa wan a ciwanan kêm de ye. 
 
Li Dêrsimê ciwanan anî ziman ku pirsgirêka koçberiyê wê bi projeyên xebatên herêmî û hawîrdoreke demokratîk çareser bibe.
 
‘YEKZILAMÎ BÊHÊVÎTÎ YE'
 
Erdogan Çakar anî ziman ku ciwan ji ber bêhêvîtiya ku ji aliyê desthilatê ve hatiye afirandin bajêr terikandine û got ku pirsgirêka herî girîng a ciwanan fikarên aborî û siberojê ne. Çakar wiha got: “Ciwanên me yên ku li dibistanê dixwînin, ji ber ku li vî welatî nikarin karekî peyda bikin, xeyala çûna Ewrûpayê dikin." Çakar da zanîn ku keça wî ya ku ji Beşa Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî mezûn bûye jî dixwaze biçe Ewropayê.
 
Çakar ê got ku "Em li vir bi kê re diaxivin diçe Ewropayê" rewşa heyî wiha bilêv kir: "Ya yekem pêkanînên dijdemokratîk ên rejîma siyasî ya li ser bingeha rejîma yek zilamî ne û ev ji bo civakê nabe cihê hêviyê. Bêhêvîbûneke mezin heye. Ya duyemîn jî bêkarî ye, ciwanên me zanîngeh qedandine û ji bo peydakirina kar bi fikar in, nikarin kar peyda bikin. Ji ber ku pergalê torên xwe çêkiriye, xwendekarên li deîr van toran naxe ser kar. Pirsgirêka sêyem jî têgihîştina ku li vî bajarî hatiye afirandin bi xwe; bi taybetî rêveberiyên herêmî yên li bajêr, bêkarî û bêhêvîtiya li bajêr. Ji ber vê sedemê ciwan berê xwe dane Ewropayê. Koçberiyeke cidî heye."
 
ÊRIŞÊN LI SER ZIMAN Û BAWERIYÊ
 
Çakar diyar kir ku li bajêr li dijî ziman, çand û baweriyê êriş tên kirin û wiha berdewam kir: “Pergaleke ku li ser bawerî û nasnameya civaka me tê ferzkirin heye. Ev ne siyasetek e nû ye, siyaseteke sedsalî ye. Ji damezrandina Komarê heta niha li dijî bawerî, çand û nirxên vê civakê êrişek heye û bi taybetî di van 20 salên dawî de êrişeke giran tê kirin. Ciwanên me ji baweriya xwe û ji nirxên xwe yên exlaqî qut bûne. Ev bêhêvîbûneke cidî çêdike." 
 
Çakar bal kişand ku krîza nasnameyê jî dibe sedema koçberiyê û wiha lê zêde kir: “Di rastiyê de li tevahiya civakê krîzeke nasnameyê heye. Ger hûn nikaribin bi nasnameya xwe xwe îfade bikin, wê qutbûyîn çêbibe. Ji ber vê yekê ev krîza nasnameyê jî ji ber pêkanînên antîdemokratîk ên li bajêr rû dide. Nepejirandina civakê û baweriya elewîtiyê, nepejirandina cemxaneyan me ku hîna xwedî statuya komeleyê ne, jibîrkirin û asîmîlekirina zimanê zikmakî yê vê civakê, dibe sedem ku ciwanên me ji civak û welatê xwe qut bibin.”
 
‘DIVÊ RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ ALTERNATÎFAN BIAFIRÎNIN'
 
Çakar anî ziman ku "çareserî di têkoşîna li dijî vê yekê de ye" û got ku muxalefeta heyî nikare bandoreke baş li atmosfera siyasî ya welêt bike. Çakar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hilbijartin ji ber helwesta parçebûyî ya di nava wan de ji dest çû. Berdewamiya yekzilamiyê jî bû sedema koçberiyeke zêde. Li hemberî vê divê hêzên demokratîk bi taybet rêveberiyên herêmî xwe bi rêxistin bikin û xwedî helwest bin. Pêwîst e werin gel hev, destekê bidin muxalefeta demokratîk û bi hêztir bibin. Bi taybetî ger mirov ji bo Dêrsimê bibêje, di demeke nêz de hilbijartin heye. Şaredarê ku bê hilbijartin divê hêviyê biafirîne. Divê alternatîfên biçûk biafirîne, polîtîkayan pêş ve bibe. Divê ciwanên me werin vir û nav zeviyên xwe, da ku ew erd ji nû ve ji hilberînê re bên vekirin. Bi avakirina atolyeyên bi destekên biçûk mirov dikare ciwanan vegerîne. Bi taybetî jî xebatên hunerî dikarin bên pêşxistin. Ji ciwanên me yên bêkar re divê deriyekî pêşeyê bê vekirin. Dibistanên pîşeyî dikarin bên avakirin. Divê rêveberiyên herêmî van tiştan bikin. Me berê tiştekî wiha nedîtibû. Herî zêde koçberî di vê serdemê de pêk hatiye. Rêveberiyên herêmî di vî warî de pir girîng in."
 
‘EM DEST JI AXA XWE BERNEDIN'
 
Nûray Tayhavayê jî bi lêv kir ku koçkirina derveyî welat ne rizgarî ye û got: “Ciwan ji ber bêkariyê diçin û ji ber ku pêşerojê nabînin diçin, lê ev jî ne rizgarî ye. Ez jî çûm Ewropayê û min ew der dît. Ew ne rizgarî ye. Ez 30 salan li Stenbolê mam, piştî 30 salan vegeriyam Dêrsimê. Ez ji bo xweza û bedewiya vir hatim. Kurê min zanîngehê qedand û çû. Min hewl da ku wî asteng bikim, lê min nikaribû. Ew jî ji ber bêkariyê çû. Welatê me pir xweş e, bila hewl bidin tiştekî bikin, hilberînin. Madem em di vî temenî de hewl didin tiştekî bikin, bila ew jî hewl bidin. Hilberîn li gundên me pêkan e. Heger karê min tunebûya ez ê li gundê xwe bixebitiyama. Erdê her kesî heye, dikarin werin çandiniyê bikin. Em dev ji axa xwe bernedin, axa me bi bereket e. Hilberandin di destê mirov de ye."
 
Abdullah Gok ê 65 salî ku bi salan e li warê xwe ye, anî ziman ku bêriya rojên berê yên Dêrsimê kiriye. Gok anî ziman ku sedema koçkirina ciwanan bêkarî ye û hestên xwe yên li ser rewşa heyî wiha anî ziman: "Ez gelekî xemgîn dibim, berê bajar baş bû." 
 
Emîne Bîlbayê jî bang li ciwanan kir ku vegerin û got: “Ji ber ku li vir pêşerojê nabînin diçin. Em xemgîn dibin. Mejiyê nû tune, ma pîr dikarin çi bikin? Ji ber ku ewlehiya paşerojê tune ye û ji ber sedemên aborî diçin. Kurê min sê zanîngeh qedandine, lê kar tune. Li vir ne kar heye, ne paşeroj heye. Ji bo ciwan vegerin divê maliyeta jiyanê kêm bibe, kar û bar bên tertîbkirin. Eger ev çêbibin dê ciwan neçin. Welatê me pir xweş e."
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Têkildarî rewşa girtiyan li Amedê daxuyanî tê dayin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist HATE NÛKIRIN
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin