AMED – PSK, Hereketa Azadî, PAK, PDK û PDK-T “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî” duh bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re parve kirin. Serokên partiyan diyar kirin ku dê bi tifaqa wan siyasetek bi hêz û altnernatîf derkeve holê û dê bi HDP’ê re hevdîtin bikin û ev tifaq wê gelek pirsgirêkan çareser bike.
Piştî biryara hilbijartina zordest partiyên siyasî stratejiya xwe ya hilbijartinê ava dikin. Partiyên Kurdistanî ku ji Hereketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK), Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (PDK-T), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) pêk tên, “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî” ava kirin. Partiyên kurd alîgirê berfirehkirina tifaqê ne. Di vê çarçoveyê de dê ev partî bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re dê hevdîtin bikin. Serokên giştî yên partiyan têkildarî tifaqa avakirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
‘JI BO TIFAQÊ HEZAR SEDEMÊN ME HENE’
Serokê Giştî yê PSK’ê Mesut Tek destnîşan kir ku ji niha şûn ve ew ê bi rêxistinên Kurdistanî û demokratîk re bikevin têkiliyê ku qada xwe ya tifaqê berfireh bikin û got: “Heke ku di navbera HDP û HUDA-PAR’ê de tifaqek pêk were dê di qalîteya şoreşê de be. Em hêvî dikin ku dê ev tifaq pêk were û em ê bi fedekarî viya bi ser bixînin. Ji bo kurd tifaqa xwe ava bikin, hezar sedemê wan hene. Zimanê me, welatê me, gelê me, çanda me ne azad e û gelek mijarên bi vî rengî hene. Ji ber vê yekê divê em bi hemû reng û dengê xwe yekîtiya xwe ava bikin. Dema em bi HDP’ê re tifaqê ava bikin, em ê xebata xwe bidin destpêkirin.”
‘DEMA EM BIBIN YEK EM Ê BI HÊZ BIBIN’
Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozçelîk jî da zanîn ku ew dikarin bi HDP’ê re tifaqek xurt ava bikin û wiha got: “Em ê bi HUDA-PAR’ê re jî hin hevdîtinan bikin. Yên prensîbên me qebûl bikin em bi avakirina tifaqa li gel wan amade ne. Ev tifaqa em ava bikin niha ji bo hilbijartinê ye. Armanca me ew e ku em vê tifaqê bikin bingeha avakirina yekîtiya neteweyî. Dema mijar dibe mafê kurdan, li Tirkiyeyê hemû partî xwe dikin yek. Ji ber vê yekê divê em kurd jî bên gel hev. Dema em bibin yek em ê bibin aliyek û dê ev yek bi yekîtiyê serkeftinê ji me re bîne.”
‘TIFAQ ÇARENÛSA GELÊ KURD E’
Berdevkê Hereketa Azadî Ayettullah Aşitî jî anî ziman ku yekîtî û tifaq êdî çarenûsa gelê kurd e û wiha axivî: “Divê kurd hevpar li ser rihê yekîtiya netewî siyasete bikin. Divê em şertê tifaqê pêk bînin û ez bi bawerim dê ev yek jî pêk were. Tifaqa partiyên kurdan hêviya me ya sereke ye. Dê ev tifaq çarenûsa gelê kurd diyar bike. Partiya kurdan temsîl dike HDP ye. Em nikarin bêjin AKP û partiyên din.”
‘DIVÊ KURD MIL BIDIN MILÊ HEV’
Serokê Giştî yê PDK’ê Sertaç Bucak jî diyar kir ku partiyên ku mafê kurdan biparêzin dê bi hemûyan re hevdîtin bikin û wiha got: “Tifaqa bi HDP’ê re dê pirsgirêkan çareser bike. Em ê bi HDP’ê re hevdîtin bikin. Çunkî armanca me tifaqa me ew e Kurdistanî ye. Tifaqa HDP di nav de be dê pirsgirêkên welatê me û gelê me çareser bibe. Em hêvî dikin ku dê ev tifaq ava bibe. Divê partiyên kurd mil bidin milê hev. Dema em tifaqa xwe pêk bînin, dê di siyaseta Tirkiyeyê de bibe alternatîfek mezin.”
MA / Lezgîn Akdenîz