KNK’ê encamnameya civîna xwe eşkere kir: Îro ji her demê zêdetir pêdivî bi yekitiyê heye

  • rojane
  • 16:16 4 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyekê encamnameya civîna xwe aşkere kir û wiha got: “Ji her demê zêdetir, niha pêdivî bi yekgirtina siyasî ya di navbera hêzên kurd de heye.”
 
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyek nivîskî encamnameya civîna xwe ya ku di 1’ê Kanûna 2023’yan de pêk hat, eşkere kir. Di encamnameya ku rojeva siyasî ya li Rojhilata Navîn hat nirxandin de, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn weke erkek sereke hat destgirtin.
 
Di encamnameya civînê de ev tişt hatin gotin:
 
“Di nirxandina Rojeva siyasî de guhertinên ku weke şerê Hamas-Îsraîl hatiye pênasekirin de di bingeh de qonaxek nû li herêma Rojhilata Navîn destpê kiriye. Li hember vê guhertinê bi taybetî dewleta Îran û Tirkiye xwestin deng û hêza xwe weke hêzên desthilatdar yên Herêma Rojhilata Navîn bidin diyarkirin. Her çiqas ew herdu dewlet di şerê Hamas-Îsraîl ê de xwe weke xwediyê gelê Fîlîstînê dan diyarkirin jî, ti hêz ji wan bawer nekir. Ji ber ku herdu dewlet zilmê li ser gelê Kurd pêk tînin. Li aliyê din her du dewlet bi alîkariyên ciddî hêzên weke Hamas li ser piyan dihêlin û wan ji bo berjewendiyên xwe bi kartînin. Dewleta Îranê bi zext û erîşên leşkerî yên li ser Rojavayê Kurdistanê xwest kurdan bikşîne aliyê xwe û li ser Kurdan plan dikir nakokiyên xwe li gel Emerîkayê bixebitîne.
 
NEKEVIN XEFIKÊ
 
Bi taybetî di vî şerê dawî ya di navbera Hamas-Îsraîlê de, metirsî hene ku guhertinên demografîk li cihên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne koçberên Xezayê bên bicihkirin. KNK’ê bang li rayedarên siyasî û gelê Fîlîstîn dike ku bila nekevin xefika siyaseta ku li ser wan tê meşandin. Kurd ji bo welatekî azad sedsal in têdikoşin û bi hezaran şehîd ji bo axa xwe feda kirine. KNK’ê  her wiha bang li hêzên navneteweyî yên ku hesabên guhertinên demografîk dikin kir ku, bila nekevin nav şaşitiyên wisa. 
 
PÊWÎSTIYA YEKGIRTINA SIYASÎ YA HÊZÊN KURD ÎRO JI HER DEMÊ ZÊDETIR E
 
Di rojeva siyasî de rewşa rojhilatê Kurdistan û dewleta Îranê weke mijarek taybet li ser hat sekinandin. Têkoşîna gelê me, gelên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di bin dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ de berdewame. Pêwîstiya yekgirtina siyasî di navbera hezên kurd de îro ji her demê zêdertir e. Her wiha pêş xistina tifaqên li gel neteweyên din jî ji bo kurdan xebatek girîng e. Ji ber ku tifaq bi xwe re hêzbûyînê pêş dixe.
 
Dewleta Îran mixabin ji bo hêza kurd qels bike, bi zext û gefên li ser desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ve encam girt. Tevgera hêzên siyasî yên li rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî li Başûr bi awayekî cidî hatine sînordarkirin. Qetilkirina şoreşger û siyasetmedarên rojhilatê Kurdistan li başûrê Kurdistan êdî pir asayî bûye. Mixabin hêzên desthilatdarên başûrê Kurdistanê li gor erka xwe ya welatparêzî tevnegeriyan û zêdetir berjewendiyên dagirkeran berçav girtin û daxwaza dagirkeran pêk anîn. Konseya Rêveber di pêşxistina yekgirtina siyaseta rojhilatê Kurdistan de xwedî biryare ku erka xwe pêk bîne û bang li hêzên Rojhilatê Kurdistan dike ku bi lezgînî platformên xurtkirina yekgirtinê pêş bixin.
 
Dewleta Tirk di vê qonaxê de xwest wekî dema şerê Ûkrayna sûd ji şerê Hamas-Îsraîlê  bigre. Lê encam negirt. Hezên herêmî û kûrewî dewleta tirk di vî şerî de bêpar hiştin. Kesî guh neda gef û dîplomasiya bazirganan a dewletê. Beriya şerê Hamas-Îsraîl dewleta tirk di 5’ê cotmehê de xwest destkeftiyên gelê kurd li Rojava û gelên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrîşên dijwar têk bibe. Bi erîşên hewayî zerar da %50 binesazîya jiyana gelê me û gelên din. Armanc bê kurd kirina Rojava bû. Lê gelê kurd cihê xwe berneda û hesabên dewlet bi ser neket. Rêveberiya Xweser tavilê pêwîstiyên jiyanî bi rêxistin kir û gelê me jî ji ber zanebûna bilind ya siyasî armanca dewleta Tirk vala derxist.
 
DIXWAZIN KURDAN JI NASNAMEYA NETEWÎ DÛR BIXIN
 
Her wiha pêngava siyaseta kurd li Bakurê Kurdistanê jî dewleta tirk tengav dike. Siyaseta Bakurê Kurdistanê îro di nav pêngaveke girîng de ye. Di bin dirûşmeya azadkirina Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan de, hêza siyasî û civakî îro li bakurê Kurdistan bi awayekî erênî pêş dikeve û rejîma faşîst a tirk tengav dike. Berxwedana gerîlayên azadî jî heya niha mecal neda ku dewlet başurê Kurdistan dagir bike. Dewleta tirk li gel êrîşên leşkerî şerekî dijwar li dijî civaka kurd hem li Bakur û hem jî li Başûr dimeşîne. Di bin navê Îslamiyetê de li ser rêya hêzên noker wek Hûda Par dixwazin kurdan bibin serdema navîn, kurdan ji nasnameya neteweyî dûr bixin. Bi taybet dixwazin jinên ku li hemberî DAÎŞ’ê serketine û jinên ku bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li dijî rejîma Îranê derketin û serê gelê Kurd di asta cîhanê de bilind kirin, têk bibin. Eger îro tundî li dijî jinên Kurd di civakê de zêde bûne, yek sedem jî ew e ku hêzên di bin maska ol de piyawsalariyê ferz dikine. Ev yek li dijî jinan ragihandina şer e.
 
DIMIN BI RÊYA HÊZÊN NOKER DEST DIAVÊJE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ 
 
Lê li aliyê din tê zanîn ku wan hêzan di bin navê ol de gelek melên welatparêz, rewşenbîr û pêşengên gelê kurd bi hovane ji bo xizmeta dewleta dagirker kirin. Me terora Hizbîl Kontra û îro jî bi navê Hûda Par ya salên 90’an,  ji bîr nekiriye. Niha li ser rêya wan hêzên noker, dijmin dest davêjin başûrê Kurdistanê jî. Di bin navê biratiyê de Îslamê tora dijî kurd li gor berjewendiyên dagirkeran li Başûrê Kurdistan li gel partî û sazîyên olî pêk tînin. 
 
Konseya KNK’ê, di nîqaşan de bi taybetî li ser qetilkirina endam û nûnerê ofîsa KNK’ê de li Hewlerê şehît Denîz Bulbun bibîr xist. KNK’ê bang li hikûmeta Herêm û Iraqê dike ku demildest hêzên ku li pişt vê terorê ne eşkere bikin û kujeran ceza bikin. KNK’ê manîpulasyonên li ser tora civaka bi nîşankirina kujeran jî red dike û di şopandina doza şehîdên xwe de bi israr e. 
 
Konseya KNK’ê her wiha derbarê azadiya Rêberê KCK’ê birêz Abdullah Ocalan jî nirxandin û têkoşîna azadkirinê weke erkekî neteweyî destgirt. KNK’ê di heman demê de bang li hêzên siyasî yên başûrê Kurdistan dike ku di hilbijartinên parezgahan de hem li Iraq û hem jî li Başûr pîvanên şefaf û demokratîk esas bigrin, da ku gelê me bi azadî tercîha xwe bike.
 
Di dawiyê de Konseya KNK’ê biryar da ku Civata Gîştî ya 22’mîn bi fîîlî sala 2024’an de pêk bîne. Her wiha biryar derket ku du şewirên girîng ya jinan û rewşenbîr/akademîsyên kurd jî hilbijêrin. Di çerçova biryarên Konferansa Lozanê de, KNK’ê Forumek yasayî li dijî peymana Lozanê jî amade bike.”

Sernavên din

13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Têkildarî rewşa girtiyan li Amedê daxuyanî tê dayin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist HATE NÛKIRIN
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçberan dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin