ŞIRNEX – Waliyê Şirnexê Mehmet Akbaş ku beriya hilbijartin zordest tevî rêveberên AKP’ê li gundan geriya, gef li welatiyan xwar û got: “Eger hûn dengê xwe bidin HDP’ê dê aramî neyê van deran.” Her wiha di civîna xwe ya bi rêveberên TSO’ya Cizîrê de jî got: “Di hilbijartinan de hedefa me ji sedî 40 e.”
Piştî biryara hilbijarrtina zordest a 24’ê Hezîranê hat daxuyandin, Waliyê Şirnexê Mehmet Akbaş tevî rêveberên AKP’ê li gundan geriya. Walî Aktaş çend roj berê tevî Serokê AKP’ê yê Şirnexê Îbrahîm Halîl Erkan û hin fermandarên payebilind li gundên girêdayî navenda Şirnexê û navçeya Qilebanê geriya. Gera walî ya li gundê Basan û Cizîrê hîn jî didome.
HDP’Ê REŞ DIKE Û JI BO AKP’Ê DENGAN DIXWAZE
Walî Aktaş bi dehan wesayîtên zirxî bi taybetî li gundên ku herî zêde dengên wan ji bo HDP’ê ye digere û hat hînbûn ku ji gundiyan re gotiye dê pirsgirêkên ku hûn tînin ziman piştî hilbijartinê bên çareserkirin. Şêniyên gundan îdia kir ku Walî Aktaş gotiye: “Liv ê herêmê yê ku hizûrê xera dike HDP ye. Dengê xwe nedin HDP’ê. Eger hûn dengê xwe bidin HDP’ê dê aramî neyê vir. Eger hûn dengê xwe bidin AKP’ê dê pirsgirêkên we çareser bibin. HDP, halê PKK’yê ya ku gömlek guherandî ye bi xwe ye.”
JI ENDAMÊN STO’YA CIZÎRÊ JÎ JI BO AKP’Ê DENG XWESTIN
Walî Aktaş li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Cizîrê (TSO) bi endamên odeyê re civînek çêkir. Hat destnîşan kirin ku Walî Aktaş di civînê de gotiye “Hedefa me ji sedî 40 e. Em bi hevdu re dikarin bi ser bikevin” û bi vî awayî xwestiye piştevaniya AKP’ê bê kirin.
Her wiha heman rewş li Mêrdînê jû hin navçeyên wê jî rû dide. Walî Mûstafa Yamanê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Mêrdînê hatiye kirin, tevî rêveberên AKP’ê ev demeke bi keyayên gundan re hevdîtinê çêdike. Di van civînên ku ji bo çapemeniyê girtîne de, nayê zanîn ka çi tê axaftin. Her wiha hevjîna walî Gulseren Yaman û hevjîna Parlementerê AKP’ê yê Mêrdînê Orhan Mîroglû Canan Mîroglû jî bi hevjînên keyayan re hevdîtinan çêdikin.