AMED – Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê, ji ber du tawanbariyan 8 sal û meh û 15 roj cezayê ku Dadgeha Amedê li Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan birîbû erê kir.
Di operasyona 4’ê Mijdara 2016’an de ya li hemberî hevserokên giştî yên HDP’ê û parlementerên wê pêk hat de, tevî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattin Demirtaş Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan jî hatibû girtin û xistin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê. Lê belê di heman salê de der barê Zeydan de doz hat vekirin. Di dozê de ji ber 7 civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, meş û tevlîbûna merasîmên cenazeyan ên di navbera 2015-2016’an de li Colemêrg, Gever û Şirnexê pêk hatin ku hemû di çarçoveya fealiyetên partiya siyasî de ne hat xwestin ku bi “propagandaya rêxistinê”, “pesinandina sûc û sûcdar”, “lidarxistina civîn û meşşên li dijî qanûnê û rêveberina wan” û “endamtiya rêxistinê” 20 sal ceza li Zeydan bê birîn. Bi hinceta “ewlehiyê” doz neqlî Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê hatibû kirin. Dadgehê biryara xwe di 24’ê Tîrmeha 2017’an de daxuyandibû. Dadgehê bi tawanbariya “alîkariya rêxistinê” 5 sal û bi tawanbariya “propagandaya rêxistinê” 3 sal û meh û 15 roj ceza li Zeydan birîbû.
Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê, îtiraza ku parêziya Zeydan hatiye astengkirin di cî de dît û biryar xera kir. Lê belê piştî biryarê Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê di biryara xwe ya berê de israr kir û 8 sal û meh û 15 roj ceza li Zeydan birî. Lê dadgehê, ji ber parêziya parêzerê Zeydan, Mahsûnî Karaman, ku di danişînê de kiribû li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê wî kir. Dadgehê di biryara xwe de tiştekî ecêbmayî kir. Dadgehê di biryara xwe de ji dêvla parêziya Zeydan ku di danişîna 13’ê Kanûna 2017’an de kiribû, bêyî ku dest bide hinceta doza hat xerakirin rasterast bi cih kir.
Piştî biryara hat daxuyandin parêzer Mahsûnî Karaman, diyar kir ku ev yek li dijî qanûnê û usûlê ye û serî li Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê da. Daîreya Ceza ya 4’an a Dadgeha Îstinafê daxwazên îstinafê yên di warê esas û usûlê de lêkolîn kirin ku û bi yek dengî daxwazên îstinafê red kir û diyar kir ku di biryara hatiye dayîn de tiştekî li dijî hiqûqê tune ye.
Piştî vê yekê eger biryar li Meclîsê bê xwendin dê parlementeriya Abdullah Zeydan bê betalkirin.