STENBOL – Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney, saleke platformê û çewisandinên li ser rojnamevanan nirxand û diyar kir ku ew ê yê rêxistinbûna jinên rojnamevan xurtir bikin. Guney got: “Me dest bi xebatên platformeke hîn hêzdartir kiriye ku dê hemû rojnamevanên jin ên muxalif ên Tirkiyeyê di bin banê wê de bên gel hev.”
Neteweyên yekbûyî, di sala 1993’yan de ji bo çapemeniyeke hîn xurtir û azad 3’yê Gulanê wekî Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê qebûl kir. Her çend ev biryar ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibe qebûlkirin jî, lê li Tirkiyeyê niha 150 zêdetir rojnamevan di girtîgehan de ne. Herî zêde rojnamevanên jin mexdûrê vê çewisandinê ne. Lê belê ji bo li hemberî van çewisandinan bitêkoşe, sala çûyîn Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê hat avakirin. Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney saleke platformê û tiştên ku dê ji niha û pê ve bikin nirxand.
‘JI DÊVLA WEŞANGERIYEKE BÊALÎ LI CEM ÎKTÎDARÊ CIH GIRT’
Guney, diyar kir ku Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de her diçe di nav welatên paşve diçin de cih digire û got: “Ev rewş me naheyerîne. Bi Rewşa Awarte ku piştî 15’ê Tîrmehê hat îlankirin azadiya çapemeniyê ber bi hêleke din ve çû. Bi navê çapemeniya hewzê torek hat avakirin û ev çapemenî xwe dispêre vegotinekê. Ev çapemeniya ku hat avakirin ji dêvla ku li gel çapemeniyeke bêalî û rêgezî cih bigire, li cem îktîdarê cih girt.”
‘EM BI ÇEWISANDIN Û SANSURÊ RE RÛ BI RÛ NE’
Guney, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi awayekî zêde li hemberî çapemeniyê zext hene û got: “Ji 150’yî zêdetir hevpîşeyên me di girtîgehê de ne. Piraniya evana jî jin in. Yên li derve jî li Tirkiyeya ku veguheriye girtîgeheke vekirî di bin venêrînê de rojnamevaniyê dikin. Di her serdemê de li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê hat nîqaşkirin. Di salên 90’î de rojnamevan hatin qetilkirin, hatin girtin, saziyên wan hatin girtin. Bi KHK’yên ku piştî îlankirina Rewşa Awarte hatin derxistin re, astengiyên li pêşberî azadiya çapemeniyê hîn bêtir hatin kûrkirin. Niha em bi awayekî zêde bi sansur û çewisandinan re rû bi rû ne.”
Guney, destnîşan kir ku niha rojnamevanî veguheriye pîşeyeke ku li korîdorên edliyeyan tê darizandin.
HEDEFA EWIL ROJNAMEVANÊN JIN IN
Guney destnîşan kir ku herî zêde çewisandin bandorê li rojnamevanên jin dike û got: “Ev yek li tevahiya cîhanê wisa ye. Tim û tim pêşî rojnamevanên jin bi çewisandinan re rû bi rû dimînin. Jin jî li hemberî van çewisandinan bi têkoşîna xwe nîşan dan ku ew ne xelekek lawaz in.”
‘DIVÊ EM VÊ RÊXISTINBÛYÎNÊ XURTIR BIKIN’
Guney, bi lêv kir ku wek Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê wan salek li pêyî xwe hiştiye û got: “Ji bo me pêvajoyeke berdar bû. Platform li herêmê hat avakirin. Lê dema me ava kri me xwest em ji bo hevalên xwe yên bi KHK’yan hatin îxrackirin hem qadeke îstihdamê peyda bikin hem jî li hemberî çewisandinên ku li kargehan bi wan re rû bi rû diman rêxistinbûyînekê ava bikin û dengê xwe bilind bikin. Me ji bo gelek hevalên xwe qada îstihdamê peyda kir û hin rapor amade kirin û bi raya giştî re parve kir. Ji bo em vê pêvajoyê hîn bi pêş ve bibin, tişta ji destê me tê em ê bikin. Divê em vê rêxistinbûyîna ku me hîmê wê avêtiye hîn xurtir bikin.”
JI BO PLATFORMEKE HÎN XURTIR
Guney, diyar kir ku têkoşîn ne diyardeyeke westdar e û di vê çarçoveyê de ew ê bi hemû rojnamevanên jin ên muxalif re bên gel hev û wan ji bo vê yekê dest bi xebatên platformeke hîn hêzdartir kiriye. Guney anî ziman ku wan di vî warî de bi gelek rojnamevanên jin re danûstendin kiriye û got: “Em ê di demeke nêz de agahiya pêkhateyeke hîn mezintir bidin. Ev pêdiviyek e. Di vî warî de pêdiviya me bi enî û rêxistinbûyîneke hîn hêzdartir heye.”