ŞIRNEX – Çiyayê Cûdiyê ku operasyona leşkerî lê didome tê topbarankirin. Hat ragihandin ku li ser riyên ku ber bi herêmê ve diçin, kamerayên nepen hatine bicihkirin.
Çiyayê Cûdiyê ku Walîtiya Şirnexê gelek deverên wê yên bejahiyî wekî “Herêma Ewlehiya Taybet” îlan kiriye, ji aliyê qereqolên derdorê ve tê topbarankirin. Dengê topbaranan ji herêma ku helikopter lê digerin heta navenda bajêr tê.
Her wiha li herêmê sewqiyata leşkerî jî didome. Hat ragihandin ku çend roj berê 30 wesayîtên zirxî û 8 ambulans sewqî herêma Benavyayê hatine kirin. Hat ragihandin ku li ser riyên ku ber bi herêmê ve diçin, kamerayên nepen jî hatine bicihkirin.