STENBOL – Hat zanîn ku li Girtîeha Silîvrî 4 girtî piştî ji hevdîtina girtî vedigeriyan qawîşa xwe bi boneya rêveçûyîna yek rêzî ya li ber dîwar red kirin, ji aliyê gardiyanan ve hatin derbkirin.
Platforma Dengê Girtî û Bêmirinan (OTSP) têkildarî zextên li ser girtiyan li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Pankarta “Bila îşkenceya OHAL’ê bi dawî bibe” vekirin û nûnerê Platformê Emrah Topaloglu daxuyanî da.
‘BI OHAL’Ê RE GIRTÎGEH BÛNE NAVENDA ÎŞKENCEYÊ’
Topaloglu destnîşan kir ku bi OHAL’ê re girtîgeh veguherîne “navendên îşkenceyê” û binpêkirina mafan a li girtîgehan wiha rêz kir: “Spartina cilên yek tîp, jimartina leşkerî, di revîr û hevdîtinan li ber dîwar bi yek rêzê dibin û tînin, qedexeya pirtûkan, sînorkirina cilan, dema girtiyan dibin nexweşxaneyan destê wan bi hev ve kelepçe dikin û tenê ev çend bipêkirin in.”
‘4 GIRTÎ RASTÎ ÊRÎŞÊ HATIN’
Topaloglu wiha domand: “Ev hemû pêkanînên kêfî ne. Girtiyên li dijî van pêkanîn derdikevin jî rastî gefan û êrîşên fizîkî tên. Yek ji van mînakan jî di 12’ê Nîsanê de qewimî. Gardiyanan bi stûyê Mustafa Tezel girtin û ew avêtine erdê. Li ser vê yekê girtiyên din Adar Temel, Ozenç Ozyurek û Maksut Toprak mudaxele kirin û slogan berz kirin e. Gardiyanan êrîşî van girtiyan jî kiriye. Girtî rastî êrîşên tund hatin û derb kirin. Ewlehiya canê girtiyan nîne. Bila îşkenceya OHAL’ê bi dawî bibe.”