ŞIRNEX - Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a "Bila dayika 5 zarokan Lutfîye Duymak a hevserê wê Mahmut Duymak di qedexeya derketina kolanan de di jêrzemînê de jiyana xwe ji dest da, bê berdan" qebûl kir. Heyetê biryara berdana Lutfiye Duymak da.
Dayika 5 zarokan Lutfiye Duymak a hevserê wê Mahmut Duymak di qedexeya derketina kolanan a Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû, di 26'ê Adarê de bi îdîaya propaganda rêxistinê kiriye hatibû girtin. Parêzeran bi daxwaznameyekê serî li Hekîmtiya Ceza ya Sulhe ya Şirnexê dabû. Li ser îtîraza parêzeran heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û der barê Duymak de biryara berdanê da. Li ser biryarê Lutfiye Duymak a li Girtigeha Tîpa T a Şirnexê dê îro bê berdan. Hevserê Lutfiye Duymak Mahmut Duymak di qedexeya derketina kolanan a Cizîrê ku 14'ê Kanûna 2015'an de dest pê kir û di 2'ê Adara 2016'an de bi dawi bû, di jêrzemînê de jiyana xwe ji dest dabû.