Kerestecîoglu: Dê du îtîfaqên rastgir bi HDP'ê re bibezin

img

ENQERE - Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, bal kişand ser îtifaqên ku hatine avakirin û amadekariyên hilbijartinê û wiha got: “Me berê gotibû ger ku îtîfaqa jinê û îtîfaqa kedkar û karkeran hebe îtîfaqa cumhur li ber wan ne tiştek e û wiha got: "Niha em bi du tifaqên rastgir re êdî dikevin pêşbirgê. Ew bila biçin wî alî  HDP bê vî alî. Bila deng ji bo HDP’ê bin." 

 
Wekîla Serokên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglu, der barê îtîfaqên tên avakirin, niqaşên li ser hilbijartinê û geşedanên dawî li meclîsê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Kerestecîoglu bal kişand ser pirozbahiya 1'ê Gulanê ya bi coş û wiha got: “Pîrozbahiya 1'ê Gulanê provaya 24'ê Hezîranê bû. Helwest û daxwazên xwe diyar kirin. Li ser vê axê ji serdema Osmanî de 1'ê Gulanê tê pîrozkirin. Duh li Dersimê bûm. Li Taksimê mudaxaleyî karkeran kirin. Lê hêj îktîdarê fabîya Taksimê ji ser xwe neavêtiye. Em hêvîdarin ku rojek bê îktîdar êdî vê tirsê ji ser xwe bavêje. Qada Taksimê dê bibe qada ku pêşandanên Demokrasiyê lê xwe bidin pêşandan. Îktîdar ji niha de sozên hilbijartinê dide. Dê bi kevçî bide û çoçikê ji gel bistîne. Em di her hilbijartin de rastî heman tiştan tên. Hikûmet di deqeya dawî de efoya bac û îmarê tine. Piştî hilbijartinê jî dîsa vedigere eyara berê. 
Li şûna AKP mafê gelan biparêze, mirovan dixapîne û wan dişelihîne. Em dibêjin 1000 tl yên wan bigirin. Hûn bêtir jî heq dikin. Lê dengê xwe nedin wan. 
Dibêjin me efoya xwendekaran anî. Lê xwendekarê ji lîsteya terorê neyên darizandin tune ne. Yên di 1'ê Gulanê de û Newrozê de daket qadan û li dijî şerê li ser Efrînê derket wekî teror tê pînekirin. Wekî xwendekarên zanîngeha Bogaziçî polîtîk û aştiye diparêzin hatin girtin û pîneya terorê li wan xist. " 
 
LEŞKERIYA BI ZORÊ RAKIN
 
Kerestecîoglu, bal kişand ser pirsgirêka leşkerî û wiha got: "Reda Wîcdanî mafekî mirovî ye. Em bi salan dibêjin leşkeriya mecbûrî rakin. Lê ji bo wan şer û ciwanên ku di vî şerî de bên kuştin ne girîng e. Em tenê dixwazin îktîdara xwe garantî bikin. Bi helîkopterê Serfermandar diçe Serokomarê 11'emîn ku îhtîmala bibe namzet ziyaret kirin. Kesê ku got 'Ez dê mudaxaleyî vesayeta leşkerî bikin û hat îktîdarê, bi veyaseta lekerî bi rêve dibe. Serfermandar ji bo kesên dixwaze bibe namzet wan îkna dike ku nebin namzet. Nûçeyên der barê vê yekê de tên rakirin û kes der barê vê veyasetê de tiştekî nabêjin." 
 
ERDOGAN NE MÛTLAK E
 
Kerestecîoglu, der barê namzetê HDP'ê de jî got: “Em dixwazin ev hemû êş û binpekirinên mafan bi dawî bibin. Em dixwazin welatê ku bi siyaseta derew neyê bi rêvebirin pêş bikeve. Em dixwazin bi aqilê kolektif, dostanî û piştevaniyê bê rêveberin. 24'ê Heziranê dê bibe guhertina vê dirokê. Demokrasî dê bibe kevirê kuçê. Li vî welatî dê hemû welatî fikr û ramanên xwe aşkere bêjin. Dibe ku namzetê me S û D be. Erdogan ne kesê ku têk neçe ye." 
 
Kerestecîoglu, îtîfaqên hatin avakirin jî rexne kir û wiha got: “Me berê gotibû ger ku îtîfaqa jinê û îtîfaqa kedkar û karkeran hebe îtîfaqa cumhur li ber wan ne tiştek e û wiha got: "Niha em bi du tifaqên rastgir re êdî dikevin pêşbirgê. Ew bila biçin wî alî  HDP bê vî alî. Bila deng ji bo HDP’ê bin." 
 
 
 

Sernavên din

05/05/2018
10:18 Dirûşma 'Bijî têkoşîna serxwebûna gelên Kurt û Tirk' 46 salin deng vedide
10:14 Wezîrê berê Gunay: Feraseta ku HDP’ê li derve dihêle demokratîbûna bi pirsgirêk e
10:13 Girtiyê nexweş Ayik di girtîgehê de binçav kirin
09:14 Taşdemîr: Em ê bi dirûşmeya jinan mora xwe li serdemê bixin
09:13 Demîrtaş: Alternatîf em in, HDP ye
09:12 Stenbolî: Di van şertan de em ê çawa îtifaqa AKP-MHP’ê biparêzin?
09:10 Xwendekara Zanîngeha Çûkûrovayê: Polîs me wekî ‘terorîst’ nîşan didin û dikin hedef
09:09 Îtîfaqa bêyî HDP’ê rexne kirin: Dê bi kîjan rûyî daxwaza dengan bikin?
09:09 Hewldana Demokrasiyê ya Kocaeliyê: Em enerjiya xwe li dijî îktîdarê bikin yek
09:06 3 rojan di hucreyê de hiştin û muayene nekirin û şandin girtîgehê
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2018'AN
04/05/2018
19:55 Mamoste Ayşe Çelîk hat berdan
19:10 Demirtaş ewil ji bo namzetiya xwe daxuyanî da MA'yê: Eger di hucreyê de mîtîngê bikim herî zêde dê kesek tev lê bibe
17:36 Namzetê serokomariyê yê HDP'ê Demîrtaş e
15:57 Dayika Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglu jiyana xwe ji dest da
15:52 ‘Gelo di 12 kêlî dimenên hatin qutkirin de tetîkêşê Elçî diyar e?'
15:35 Turk: Pêvajoya pêşiya me girîng e, yekîtî lazim e
15:19 'Sira dewletê' ji dadgehê veşartin
14:53 Girtiyê nexweş Devrîm Ayik kirin hepsa malê
14:14 Li Amedê 2 girtîgehên nû vebûn û 5 jî di rê de ne
14:11 Qeyûm bîrdariya ku nûneriya kurd û ezeriyan dike rakir
13:45 Li Dîlokê 5 kes ji ber tora civakî hatin girtin
13:42 Ji bo gotina ‘Rêberê Gelê Kurd’ di danişîna destpêkê de beraet kir
13:24 Demîrtaş dê li salona dadgehê hilbijêrên xwe bibîne
13:04 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li Dozgeriyê dan
12:53 Buldan: Daxwazên 5 partiyan daxwazên me ne
12:52 HDP û HDK: Dersim hafizeya hevpar a gelan e
12:44 AKP û MHP'ê ji bo Erdogan serî li YSK’ê da
12:37 HDP’ê qurbaniyên Qirkirina Dersimê bi bîr anî
12:14 Li girtîgehê jî karta çapemeniyê pirsîn
11:38 Dadgehê kalê 72 salî yê nexweş ceza kir
11:24 Di teqîna înşatê de kesek mir û 3 kes birîndar bûn
11:05 Dizên li pêş kamerayan diziyê dikin nayên girtin
11:04 CHP’ê namzetê xwe aşkere kir. Muharrem Înce bû namzetê CHP’ê
10:34 EMEP'ê diyar kir ku dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide HDP'ê
10:07 Şahidê Komkujiya Dêrsimê: Neviyên Seyîd Riza tu carî serî natewîn in
09:27 Di referandume de 'Erê' bi ser ket lê aborî têk çû
09:19 EMEP: Em dikarin bi cihêrengiyê polîtîkayên tekparêz têk bibin
09:18 4 girtiyên nexweş ên giran 15 roj in di grevê de ne
09:17 Elewî: ‘Em ê li dijî yekzilamiyê bibin yek’
09:17 Piroglu: Ji bo rûxandina vê pergalê tekane alternatîf HDP ye
09:16 Ji bo berdana Demirtaş dê serî li YSK’ê bidin
09:15 Dewrkirina erdên çandiniyê ya ji bo şîrketan dest pê kir
09:15 Der barê rojnamevan Orûçê de tenê delîl beyanên şahidan e
09:14 Pêşketina sanayê pîşeya merşên destan qedand
09:13 ‘Performans dê têkilya mamsote-xwendekaran xera bike'
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2018'AN
08:46 Washîngton: Destûr nadin Efrînî vegerîn malên xwe
03/05/2018
21:45 Dirûşmeya Demirtaş diyar bû: Tu dikarî - Senle Degişir
20:12 Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Azadiya Welat Çoban hat girtin
17:12 6 kesên berî 1’ê Gulanê hatin binçavkirin, hatin girtin
16:01 Çalakiya akademîsyen û xwendekarên ÎU bi rojan e didome
15:48 ÎHD: Çapemeniya azad li dû şopa rastiyê li ber xwe dide
15:40 ÎHD'ê, Rapora mafê perwerdehiyê ya Marmarayê ragihand
15:21 Parazvanên mafên mirovan tundiya polîsan a li dijî Pulat şermezar kir
14:51 Dozger ji kujer Alî Çeçen, cezayê muebeta giran xwest
14:50 Tundiya polîsan a li dijî Pulat a 75 salî ket ber kamera
14:30 Li Hezexê ciwanek hat binçavkirin
14:29 Taşdemîr: Em ê pargala Hevserokomartiyê bînin
14:17 Ji 7329 bernamzetên AKP'ê tenê 1332 jin in
14:10 Ozturk: Divê kurd jî tifaqa xwe çêbikin
13:59 Du bersûcên kuştina zaroka 38 rojî hatin berdan
13:55 MKGP: Di salekê de 8 rojnamegerên jin hatin kuştin
ÎRA: Di Nîsanê de 33 rojnameger hatin girtin
12:27 Dozger bêyî ku îfadeya 10 HDP’iyan bigire, xwest bên girtin
12:24 Rêxistina Efûya Navneteweyî: Li dijî girtina rojnamegeran bêdeng nemînin
12:05 Balafira şer a Rûsya li Sûriyeyê ket
11:54 Ji xebatkarên ETHA yên girtî peyama 3’yê Gulanê
11:37 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 752’yemîn serlêdan kirin
11:37 Li bendê ye Hevserokê HDP’ê Çîçek û 10 kesan derxin dozgeriyê
11:24 Bi darvekrina Penahî ji bo demekê hat rawestandin
11:20 Li qada 4 sivîl lê hatin kuştin, bêyî agahiya mexdûran keşif kirine
11:00 Duymak a hevjînê wê di jêrzemînên Cizîrê de hat kuştin, hat berdan
10:51 Dersimî: Di 81'emîn sala komkujiyê de heman politika didome
10:19 HDP xwe amade dike li derveyî welat rekorê bidest bixe
10:07 Partiyên kurd: Tifaq dê pirsgirêkan çareser bike
09:37 Bîlgen: Wekî balansa rota wê xera bûye wê dikişîne rastê
09:12 Waliyên Şirnex û Mêrdînê zû dest bi xebatên hilbijartinê kirin!
09:11 KCD: Em dê tevî hemû pêkhateyên Kurdistanî bi gelê Tirkiyeyê re têbikoşin
09:10 Ji qada 1’ê Gulanê bang kirin: Divê em ‘îtifaqa faşîzmê’ rawestînin
09:09 Dadgeha Îstinafê 8 sal cezayê li wekîlê HDP’ê Zeydan erê kir
09:07 Berdevka MGKP’ê Guney: Em ê rêxistinbûna rojnamevanên jin xurtir bikin
09:07 Malbata leşkerê bi guman hat kuştin: Bûyerê ronî bikin
09:00 ROJEVA 03'Ê GULANA 2018'AN
02/05/2018
19:14 Çiyayê Cûdiyê tê topbarankirin
16:52 Demîrtaş ciwan û jinan vexwend HDP’ê
16:25 Girtiyên rêveçûna yek rêzê red kirin, hatin derbkirin
14:44 Partiyên Kurdistanî ‘Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî’ ava kirin
14:38 Dadgehê daxwaza berdana dayika 5 zarokan Duymak qebûl kir
14:17 Kerestecîoglu: Dê du îtîfaqên rastgir bi HDP'ê re bibezin
14:16 Piştî salekê gihîşt azadiya xwe
13:44 Hêjmara maşîneyên trafîkê derket 22.4 milyonan
13:28 HDP nexşerêya hilbijartinê diyar dike
13:03 Serokê PAK’ê: Divê kurd di sindoqan de bersiva înkarê bidin
12:31 Li dijî biryara îdamê xwe bi dar ve kir
12:09 Berteka li dijî îtîfaqa bêyî HDP’ê: Dê xizmeta AKP-MHP’ê bike
11:40 Heta 30 rojan hemû çalakî li Colemêrgê hatin qedexekirin
11:32 OSO yên ku Heleb talan kirin niha Efrînê talan dikin
10:30 AYM: Nedayîna pirtûkan îhlala azadiya îfadeyê ye
09:06 Qoserî: 24'ê Hezîranê firsendeke baş e
09:05 Şemzînanî: Navçe veguherandina girtîgeheke vekirî