ENQERE - TUÎK'ê der barê maşîneyên di trafîkê de agahî parve kirin û diyar kir ku li gorî meha adarê 22 milyon û 462 hezar û 346 maşîne di trafîkê hene.
Lijneya Îstatîstîkan a Tirkiye (TUÎK), hêjmara maşineyên di trafîkê de bi raşa giştî re parve kir. TUÎK'ê diyar kir ku li gorî daneyên Adara 2018'an 22 milyon û 462 hezar û 346 maşîne di trafîkê hene. TUÎK'ê da zanîn ku di Çile, Sibat û Adarê de 274 hezar û 784 maşîne li trafîkê hatine qeydkirin û qeyda 31 hezar û 383 maşîneyan jî ji trafîkê derketye.