Cengîz: Pêşketina muzîka kurdî kolonyalîstan nerihet dike

  • rojane
  • 09:06 29 Mijdar 2023
  • |
img

STENBOL - Hunermendê NÇM'ê Engîn Cengîz anî ziman ku di salên dawî de 25 çalakiyên wan bi awayekî "bêhincet" hatine qedexekirin û got: "Desthilat piştî ku derdorên rêxistinkirî diçewisîne berê xwe dide derdorên din." 

Di van salên dawî de zextên li ser muzîka kurdî û hunermendên kurd zêde bûne. Li gel qedexekirina konser û şanoyên kurdî, hunermend jî ji ber nasnameya xwe dibin hedef. Ji saziyên ku herî zêde rastî van qedexe û astengiyan tên yek jê jî Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ye ku ji salên 1990'î vir ve li Stenbolê li ser muzîka kurdî dixebite. Hemû konserên ku NÇM’ê dixwest di salên 2022 û 2023’an de li dar bixin ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatin qedexekirin.
 
Dadgeha Îdare ya 6'an a Stenbolê biryara qedexekirina çalakiya 30'emîn salvegera NÇM'ê bi hinceta "Azadiya derbirînê, azadiya zanist û hunerê û mafê civîna aştiyane binpê kiriye" betal kir.
 
Çalakiyên Mihrîcana Çand û Hunerê ya Cizîrê ku ji aliyê Rêxistina Sanatça û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ve li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat lidarxistin, ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatin astengkirin. Her wiha deriyê eywana dawetê ku dê konsera di çarçoveya mîhricanê de hatibû plankirin lê bihata lidarxistin hat mohrkirin û kargeha hunerê ya zarokan jî hat astengkirin.
 
Ji hunermendên NÇM'ê Engîn Cengîz, qedexekirin û astengkirina konseran nirxand. 
 
'PÊŞKETINA MUZÎKA KURDÎ KOLONYALÎSTAN NERIHET DIKE'
 
Cengîz, da zanîn ku di salên dawî de êrişên li ser muzîk, ziman û çanda kurdî zêde bûne û got: "Ev sed sal in nasname, muzîk û zimanê kurdî di bin êrişan de ye. Sîstema kolonyalîst ne tenê êrişî ziman û çanda kurdan dike, êrişî tevahiya kurdan dike. Bi van êrişan pêşî dixwaze kurdbûyîna rêxistinkirî tune bike. Lê em dikarin li dijî van êrişan bi ziman û muzîka xwe xeteke berxwedanê ya xurt ava bikin." 
 
Cengîz, bilêv kir ku muzîka kurdî di van demên dawî de bi awayekî cidî pêş ketiye û got ku ev rewş bandorê li dînamîkên nava civakê jî dike. Cengîz destnîşan kir ku ev pêşketin pergala kolonyalîst nerihet dike û got: "Huner, wekî cemedbira li ber keştiyan e. Mirov dikare bi rîtmekê, bi stranekê xwe bigihîne gelek kesan. Huner hem di warê sosyolojîk de hem di warê pêvajoyên polîtîk de dike ku mirov zûtir pêwendiyê bi civakê re deyne. Ji ber vê jî desthilatdar êrişê dibin ser hunerê û hunermendan û hewl didin vê pêwendiya bi gel re asteng bikin." 
 
GELEK ÇALAKÎ HATIN QEDEXEKIRIN
 
Cengîz, anî ziman ku NÇM'ê di rêwîtiya xwe ya çand-hunerê ya 30 salî de rastî gelek zextan hatiye û wiha got: "Berê li ser hunermendên ku bi NÇM'ê re tevdigeriyan zext hebûn. Lê niha zext li ser hemû hunermendên kurd heye. Anku desthilat piştî ku derdorên rêxistinkirî diçewisîne, vê carê berê xwe dide derdorên din. Em dikarin ji bo van qedexeyan bibêjin ku hincetên bêhincet."
 
'HÛN Ê ZIMANÊ ME JÎ Û NASNAMEYA ME JÎ QEBÛL BIKIN'
 
Cengîz, anî ziman ku civaka kurd xwedî çandeke kûr e û got: "Kurd xwedî ziman û çandeke wiha ne ku dikarin gelek tiştan li vê cîhanê bar bikin. Hûn ê zimanê me jî qebûl bikin û hûn ê nasnameya me jî qebûl bikin. Yanî hûn îro qebûl nekin jî hûn ê sibê qebûl bikin. Heya 40 sal berê jî digotin kurd tune ne. Niha jî em li her derê dinyayê li stranên kurdî guhdarî dikin. Kurd êdî îtibarê bi van bermayiyên kolonyalîst naynin."
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Têkildarî rewşa girtiyan li Amedê daxuyanî tê dayin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist HATE NÛKIRIN
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye HATE NÛKIRIN
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçberan dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin