Li Şirnexê 8 sal in jin di 25'ê Mijdarê de rastî tundiya dewletê tên

  • jin
  • 09:04 29 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li Şirnexê 8 sal in çalakiyên 25’ê Mijdarê tên qedexekirin û her sal di wê rojê de jin rastî tundiya dewletê tên. Îsal jî jinên ku rastî tundiyê hatin anîn ziman ku êriş li dijî têkoşîna jina kurd e û gotin: "Em ê paş ve gav neavêjin. Em ê polîtîkayên tundî û qirkeriyê teşhîr bikin û em ê li qadan bin." 
 
Li Şirnexê qedexeyên walitiyê yên li dijî xebatên jinan 8 sal in berdewam dikin. Jinên ku her sal beriya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî bi hefteyekê xebatên xwe didin destpêkirin, rastî astengiyan tên. 
 
Li Şirnexê 8 sal in ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) jin di her 25'ê Mijdarê de dema ku dixwazin bimeşin rastî êrişan tên û tên binçavkirin.Par jî jinên ku li navçeya Cizîrê dixwestin bimeşin rastî astengiya polîsan hatibûn û gelek ji wan hatibûn birîndarkirin û piştre jî binçavkirin. Îsal jî bi destpêkirina xebatên ji bo 25'ê Mijdarê re Walitiya Şirnexê careke din qedexeya çalakiyan ragihand. Lê li tevî vê jî jin li qadan civiyan û li dijî tundiyê bertekên xwe anîn ziman. Îsal jî li navenda Şirnexê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de jinan xwest ku bimeşin. Lê dîsa bi hinceta ku qedexeya walitiyê heye jin hatin astengkirin û rastî tundiya polîsan hatin. Di encama êrişa polîsan de sê jê rojnameger 21 jin hatin binçavkirin. Lê balkêş e ku rojek beriya meşa jinan li heman derê walitiyê bi xwe li dijî tundiyê meşek li dar xistibû. Jinên ku di her 25'ê Mijdarê de rastî tundiya polîsan tên, axivîn. 
 
'EV 8 SAL IN XEBATÊN 25'Ê MIJDARÊ QEDEXE NE'
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tûnç ku di êrişa polîsan ji destê xwe birîndar bû, diyar kir ku ew di her 25'ê Mijdarê de rastî tundiya dewletê tên û got: "Weke herêma Botanê di van 8 salên dawî de, ji pêvajoya xweseriyê heta niha her sal çalakiyên 25'ê Mijdarê yên jinan rastî qedexeya walitiyê tên. Her sal xebatên me yên jinan bi qedexeyan tên astengkirin. Di 25'ê Mijdarê de tevahiya cîhanê tundiya li dijî jinê şermezar dike. Di vê rojê de jin dadikevin qadan û tundiyê şermezar dikin. Em jin her sal beriya 25'ê Mijdarê bi hefteyekê xebatên xwe didin destpêkirin. Li gel destpêkirina xebatên me yên 25'ê Mijdarê Walîtiyê Şirnexê li tevahiya bajêr qedexeyê radigihîne û nahêle ku em xebatên xwe bidin meşandin. Xebatên me yên herî rewa îlegalîze dikin. Îsal jî di 25'ê Mijdarê de me xwest ku li Şirnexê li dijî tundiyê bimeşin. Lê li wir jî êrişî me kirin û em careke din rastî tundiya dewleta tirk hatin. Polîsên AKP'ê û MHP'ê tevî 18 hevalên jin 3 rojnameger jî binçav kirin. Kamera û amûrên rojnamegeran jî hatin şikandin. Em bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Di nav kesên ku hatine binçavkirin de dayikên me jî hebûn. Par jî heman demê û heman rojê de em rastî heman êrişê û tundiyê hatin. Vê carê jî weke her carê heqeret li me hatin kirin. Ji bo ku ew tundiya ku wan kiriye teşhîr nebe rojnameger hatin binçavkirin. Ji bo ku dîmenê tundiya dewletê li nava raya giştî belav nebe rojnameger hatin hedefgirtin."
 
'JI BER KU TÊKOŞÎNA JINAN TEHEMUL NAKIN ÊRIŞ DIKIN'
 
Tûnç, anî ziman ku bêtehemûliya Walîtiya Şirnexê ya li dijî têkoşina jina kurd her sal xwe nîşan dide û wiha domand: "Rojek beriya meşa ku me dixwest li dar bixe jî li Şirnexê jinên AKP'yî heta 2 kîlometreyan meşiyabûn. Ev jin di bin parastina polîsan de meşiyabûn. Li dijî tundiyê meş ji wan re rewa tê dîtin lê li me jinên kurd re jî qedexe dikin. Ev destê min ê şikestî berhema dewleta tirk e. Em vê hişmendiyê û tundiya wan şermezar dikin. Dewleta ku îro naxwaze em jinên kurd li Tirkiyeyê û Kurdistanê dengê xwe derxînin, her carê me asteng dike. Êrişên wan li dijî bêtehemûliya li dijî têkoşîn û berxwedana jinên kurd e. Em jinên kurd ji ber ku vê desthilatdariyê û pergala wan a dagirker, polîtîkayên wan teşhîr dikin em her tim di hedefê de ne. Ew tundî û kuştina ku li ser jinên kurd rewa dikin em teşhîr dikin. Di van 8 salên dawî de li Kurdistanê jinên kurd ji aliyê hêzên dewletê ve tên qetilkirin. Em li dijî van polîtîkayan li ber xwe didin. Ji ber wê her çalakiyê me asteng dikin û pêşiya me tê girtin û me binçav dikin."
 
'EM Ê POLÎTÎKAYÊN TUNDIYÊ TEŞHÎR BIKIN'
 
Guler Tûnç, bi lêv kir ku li dijî her êriş û astengiyan ew ê li qadan li ber xwe bidin û ev tişt gotin: "Di her binçavkirinê de jî em rastî tundiyê tên. Her cureyên êrişê li ser me didin ferzkirin. Ev çend sal in dewlet polîtîkayên xwe yên tundiyê bi eşkere pêk tîne û bi taybetî jî li Şirnexê 25'ê Mijdarê tê qedekirin. Dewlet li vir herî zêde jî wê rojê rûyê xwe nîşanî me dide. Bi eşkere dibêje, 'ez ew dewlet im ku polîtîkayên şerê taybet didim meşandin, ez ê li we îşkenceyê bikim û we qetil bikim lê hûn ê dengê xwe nekin.' Lêbelê me tu carî serê xwe netewandiye û weke jinên kurd em ê her tim li qadan bin. Em ê bi xebatên xwe vê hişmendiyê teşhîr bikin. Em ê bi felsefeya 'jin jiyan azadî' xebatên xwe bidomînin. Em ê hê xurttir û mezintir xebatên xwe bidin meşandin. Li dijî vê tundiyê em ê her mafeke xwe yê hiqûqî bi kar bînin û giliyê sûcdaran bikin."
 
'QEDEXEYÊN WALÎTIYÊ TENÊ JI ME RE DERBASDAR IN'
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê Zilan Yamanê ku rastî tundiya polîsan hat bertek nîşanî qedexeyên walitiyê dan û ev tişt gotin: "Weke her sal îsal jî weke TJA em li kolanan bûn. Li dijî tundiyê me dîsa li ber xwe da û tekoşîneke bêhempa da. Îsal jî me xwest ku li Şirnexê bimeşin. Lê em dîsa rastî qedexeya walitiyê hatin. Ev çend sal in di her 25'ê Mijdarê de em rastî heman tundiyê tên. Her sal di vê rojê de meşa me ya li dijî tundiyê ji hêla walîtiyê ve tê qedexekirin. Qedexeyên walitiyê tenê ji me re derbasdar in. Par jî dema ku me xwest ku bimeşin em rastî tundiyê hatin û gelek hevalên me hatin binçavkirin. Dest û milên hevalên me hatin şikandin. Em çi qas rastî astengî û qedexeyên wan bên jî em ê li qadan li ber xwe bidin. Astengiyên wan dê nikaribin me bidin sekinandin. Em ê li dijî vê tundiyê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin." 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Têkildarî rewşa girtiyan li Amedê daxuyanî tê dayin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist HATE NÛKIRIN
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye HATE NÛKIRIN
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçberan dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin