HELEB - Komên OSO yên bajarê Helebê ku wekî navenda bazirganî û pîşesaziya li Rojhilata Navîn e talan û wêran kir, niha li Efrînê dest bi talaniyê dike.
Komên OSO û DAIŞ'ê piştî şerê navxweyî yê li Suriye gelek warên dîrokî, çandî, aborî û pîşesazî talan kirin û wêran kirin. Komên OSO ku Bajarê Helebê yê di qada bazirganî û pîşesaziyê de wekî Navenda Rojhilata Navîn tê zanîn xera kirin û talan kirin, niha berê xwe dane bajarê Efrînê. Komên OSO yên li Helebê talan û wêran kirin niha li Efrînê dest bi talanî û wêraniyê kiriye. Bajarê Helebê ku 5 hezar sal berê ji çanda Bizans, Roma, Emevî, Abbasî, Hamdanî û Eyûbîyan maye û malovanî ji şaristaniyên wan re kiriye, bû warê Ereb, Kurd, Turkmen, Suryani, Ermenî, Keldanî, Cûhî û Çerkesan. Gelên ji ziman, çand û baweriyên cuda yên li Helebê bi cih bûn bi salan di nava dev he dijiyan. Bajarê Helebê ku beriya şer nifûsa wî 5 milyon bû, piştî şer bi sed hezaran ji warên xwe koç kirin. Piştî komên OSO ketin helebê warên dîrokî, çandî û malên gel talan kirin. Bajarê ku piraniya nifûsa wî ji cih û warên xwe koçber bûn li gelek welatên cîhanê belav bûn. Komên ku Heleb talan kir niha mal û milkên gelê Helebê dibin li Efrînê bi cih dikin û dixwazin Efrînê bikin warê xwe.
ŞERÊ HELEBÊ
Çalakiyên şermezarkirinê di sala 2011'an de li bajarê Dera dest pêkir û piştre derbasî Helebê bûn. Di sala 2012'an de şerên dijwar li navenda Helebê pêş ket. Komên Selefî yên ji Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) pêk dihatin di demek kurd de li Helebê belav bûn. Di nava komên ku di bin baneyê OSO de cih digirtin komên Tugaya Sultan Murat, Tugaya Fatih Sultan Mehmet, El Nusra, Ehrar El-Şam, Îslami Cephe, Tugaya Bedîr, Tugaya Nureddin Zengi, Artêşa Mucahitan, Tevgera Hazim, Ehrar Suriye û Liva Tevhid hebûn. Ji 60 taxan 40 tax di sala 2014'an de ket destê komên çekdar ên girêdayî OSO. Li Rojhilatê Helebê komên selefî û li rojavayê Helebê jî rejîma Sûriye bi cih bûn.
ŞÊXMAQSUD
Yek ji qada herî stratejîk ya Helebê taxa Şêxmaqsud ku li Bakûrê Bajar e. Dema şer dest pê kir, kurd û dostên kurdan xwe bi rêxistin kir û parastina çekdarî kirin. Di 6 salan de tevî hemû ambargo û dorpêçê gelê kurd yên li vê herêmê hebûna xwe parastin. Taxa Şêxmaqsudê yek ji herêma herî bilind ya Helebê bû. Dema mirov derdikeve vê taxê hemû bajarê Helebê ji jor ve xuya dike. Herêma Şêxmaqsûd piştre rastî komên selefiyan hat. Gelê herêma Şêxmaqsûd wê demê got "Ger ku ev herêm bikeve dê tevahiya Helebê bikeve û li dijî komên çekdar parastina rewa pêş xistin."
MIRIN Û KOÇBERÎ ZÊDE BÛ
Piştî şer li Helebê pêş ket, koçberî û mirin zêde bû. Her ku şer dijwar bû hêjmara kuştiyan zêde bû. Her kuştî zêde bûn, koçberî zêde bû. Di şerê navbera OSO û rejîmê de bi deh hezaran mirov hatin kuştin. Bi sed hezaran welatî jî koçî bajarên cuda yên Sûriye kirin. Dîsa hatin li ser sînorê Tirkiye bi cih bûn. Hatin li Dîlok, Riha, Kîlîs û Hatayê bi cih bûn. Gelek ji wan dîsa paşve venegeriyan û hêj koçber in. Hemû kolan, avahî û xaniyên Helebê para xwe ji şer girt û şopa şer li her derê xwe da der.
NAVENDA PÎŞESAZIYÊ TALAN KIRIN
Bajarê Helebê ku di qada Rojhilata Navîn de herêma duyemîn a pîşesaziyê û li Sûriye herêma yekemîn herêma pîşesaziyê ye, piştî şer têk çû. Li Helebê 4 herêmên pîşesaziyê hene. Herêmên Şiqeîf, Şêx Neccar, Ramûsê û Lêremûn navenda pîşesaziyê ne. Komên Selefî hem herêma pîşesaziya rojhilat û hem jî yên gundê herêmê tef xistin destê xwe. Li vê herêma pîşesaziyê bi hezaran fabrîqeyên otomotiv, qumaş, ta, çerm, hesin, plastik, sexîre, tekstil, cam, amûrê madenî, înşaat, lojistik, elektrik, boyax, ambalaj, xeratî û matbaa tev ketin destê komên selefiyan. Komên selefî hemû alav û amûrên li vir tev desteser kirin û talan kirin. Hin mal û milkên li vê herêmê jî hinek dizîn û birin herêma Ezaz û Dîlokê. Bi deh hezaran karkerên li vê herêmê jî koçî Dîlokê û Stenbolê kirin. Li herêmên pîşesaziyê yên wekî Dîlok, Stenbol û Enqereyê bi cih bûn.
BAJAR XERA KIRIN
Komên selefî ku navenda bazirganî û pîşesaziyê talan kirin û desteser kirin, li aliyê din bajar jî xera kirin û wêran kirin. Li bajarê Heleba kevn a dîrokî çiqas warên dîrokî hebûn tev talan û wêran kirin. Gelek mal û milkên dîrokî jî desteser kirin. Warên dîrokî yên wekî Keleha Hebebê, xan, hemam, şarşî û mizgeft, kirin hedef û wêran kirin. Hêj gelek warên Heleba berê wekî qada şer şopê şer nehatine paqijkirin.
KOMÊN SELEFÎ DI SALA 2016'AN DE HATIN DERXISTIN
Di sala 2016'an de ji ber şer dijwar bû bajar bû wekî xirabeyan. Ji sedî 70 bajar xera bû. Rûsya di sala 2017'an de mudaxaleyî Helebê kir û komên selefî piştî ku Rûsya û Tirkiye peyman îmez kirin ji Helebê derketin û hatin li ser sînorê Tirkiye bi cih bûn. Piştî komên Selefî ji Helebê hatin derxistin li bajarê Al Bab û Ezezê bi cih bûn. Dîsa li bajarê Idlib, Cerablus û Elbabê bi cih bûn.
NIHA MALÊN EFRÎNÊ TALAN DIKIN
Komên selefî ku di bin baneya OSO de kom bûn, piştî Tirkiye û OSO li hev kir, di bin baneya TSK'ê û Tirkiye de li Efrîşê şer kirin û piştî Efrîn vala kirin niha mal û milkê gelê Efrînê talan dikin. Komên Selefî yên di bin baneya OSO de kom bûne, sivîlan direvînin, tacîz û tecawiz dikin, mal û milkê welatiyan talan û wêran dikin û dixwazin Efrînê bikin wekî Heleba duyemîn.
MA / Nazim Daştan